'Bi pergala hevserokatiyê em ê qadên jiyanê veguherînin' 2023-10-14 09:03:37       ŞIRNEX - Bedrîye Kuş a HDP'yî diyar kir ku di komxebata rêveberiyên herêmî ya Partiya Çep a Kesk û HDP'ê de yek ji mijarên herî zêde hatin nîqaşkirin pergala hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev e û got ku wan giranî daye ser avakirin, afirandin û pêkanîna aboriya jinê û veguhertina qadên jiyanê.   Komxebata bi sernavê "Em ber bi  hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 2024'an polîtîkayên jinan nîqaş dikin" ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk ve li navçeya Silopî ya Şirnexê pêk hat. Di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên herêmî de di 7-8'ê Cotmehê de, "Jinan gelek mijar bi sernavên "Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê", "Aboriya jinan", "Ekolojî û jin", "Çand û ziman", "Hevjiyana azad" û "Pergala Hevserokatiyê" niqaş kirin.   Hevseroka HDP'ê ya navçeya Mêrsînê Bedrîye Kuş ku yek ji kesên tevli komxebatê bû, pergala hevserokatiyê ya di modela jinan a rêveberiyên herêmî de nirxand.   'Niqaşên girîng hatin kirin'   Bedriye da zanîn ku di atolyeya hevjiyana azad de mijarên wekî , rêveberiyên herêmî, ekolojî, têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê hatine nîqaşkirin û got ku di çarçoveya komxebatê de komîsyonên ku li ser aborî, ziman û çandê bixebitin ava kirine. Bedriye wih dewam kir: “ Ev nîkaş hatin rapor kirin. Di rojên pêş de em ê van raporan di konferansên heremî de bikin biryar.  Me herî zêde li ser di rêveberiyên herêmî  hevseroktiyê û temsîlîyeta wekhev nîkaş kir. Hevseroktî û temsîliyeta wekhev di encama têkoşîna me ya bi salan e. Pergala hevserokatiyê di nav gel de bi hêsanî nehat qebûl kirin. Gelek ked û berdel hat dayîn. Herwiha ev ji aliyê AKP-MHP ve tu carî nehat qebûlkirin. Ji ber ku jinên ji vê têkoşînê re bûne pêşeng bi avakirina hevseroktiyê ev pergal gelekî aciz kirin. Lê belê me hevseroktî ne ji bo çar diwarên şaredariyê  bê teng kirin ava kir, me ji bo ku ev pergal belavî her qadên jiyanê û civakê bibe ava kir. Ev jî pergalê gelekî aciz dike. Ji ber ku yên  pergala desthilatdar biguherîne jin in û tên hedef girtin. Em ji ber vê yekê dibêjin hevseroktî û temsîliyeta wekhev xeta me ya mor e û em ê ji bo vê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘Em jî bo veguhertina civakê bixebtin’   Bedriyeyê destnîşan kir ku hevseroktî ne ten ji bo ku di nav şaredariyê bê bicihkirin e û daxuyand ku nêrîna wan a li hevserokatiyê ji bo rêvebirina gel e, biryardariya gel, avakirina aborî û polîtîkayên jinan e.  Bedriyeyê wiha dom kir: “ Em ê ji bo jin biryarên xwe bidin û jiyana xwe û ya li der dora xwe bigûherîn polîtîkayan ava bikin. Her wiha gelek sazîyên me yên jinan hene, lê bele em ê di hilbijartina rêveberiya heremî de ji bo azadbûna jinê, guherandina jiyana wê û civakê xebatan bimeşînin. Armanca me ya ji hevşaredartiyê  ne parvekirina kursîya mêr û mûçe girtin e. Armanca me ev e ku bi temsiliyeteke wekhev derxistina pêş a nasnameya jinê û xwedîderketina azadiya jinê ye. Di heman demê de jî guherandina mêrê ku bi jinê re bixebite ye.”   'Em ê ji bo avakirina meclisên jinan bixebitin'   Bedriyeyê da xuyakirin ku divê ji bo jin xwe îfade bike û  dema ku bi tundiyê re rû bi rû ma parastina xwe bike qad bên avakirin. Bedriyeyê  destnîşan kir ku li Kurdistan û Tirkiyeyê  her roj jinek tê kuştin û bi tundiyê re rû bi rû dimîne. Bedriyeyê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dewlet ji bo sekinandina qetilkirina jinan û tundiya li ser wan tu polîtîkayên cezakirinê nemaşînê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Kiryar û kesên ku li jinê tundiyê dikin ji ber polîtîkayên necezakirinê, bi rehetî li derve digerin. Dadgeh jê re cezayê dûrxistinê dide, lê piştre ew diçe wek pakêtek tişek ji dikanê bigre, çekekê digre û jinê dikuje. Em ê ji bo vekirina stargehan û navendên piştevaniya jinan vekin bixebitin. Bi taybetî jî meclîsên jinan ji bo me gelek girîng in. Em ê ji bo avakirina meclîsên jinan û parastina jinê ya li dijî tundiyê tax bi tax xebatên xwe  bimeşînin.- Rajêriya tiryakê, ferzkirina fihûşê gelek zêde bû ye. Ev pêkanîn wekî polîtîkaya dwletê li ser jin û ciwanên me tên meşandin. Em bi van re têdikoşin.  Herwiha ciwanên me li dijî tiryakê kampanya dan destpêkirin û dewlet mudaxale û astengiyek mezin ji ciwanên me re derdixe. Em ê vê kampanyayê di nav civakê de belav bikin. Ji ber ku jin û ciwan pêşengtiya vê ciwakê dikin, dikarin civakê biguherînin.  Dewlet çi ji destê wê tê dike û em ê jî li dijî vê têkoşîna xwe mezin bikin.  Em ê bi polîtîkayên xwe ji bo hilbijartinê derkevin qadê û xebatên xwe bimeşînin.”