Li Wanê dîsa tacîz, kiryar dîsa çawişên pispor in! 2023-10-13 09:06:40     Rojda Aydin    WAN - Li Wanê di 1’ê Cotmehê de 6 çawişên pispor 2 jin tacîz kiribûn, derket holê ku vê carê jî di 5’ê Cotmehê de li Rêya Armûşê li kafeyekê 4 çawişên pispor tacîzê du jinan kirine. Endama Komeleya Jinan a Starê Sevgî Ozdînç, bertek nîşanê rewşê da û got di rewşên bi vê rengê de bertekên civakî gelek girîng e.   Di 1’ê Cotmehê de li Kolana Maraşê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, 6 çawişên pispor ên ku tacîzê 2 jinan kir, ji aliyê welatiyan ve bertek hat nîşandan û di encama bertekên welatiyan de ev kes hatin binçavkirin. Li dijî vê bûyerê ku bertek hîn berdewam dikin, her wiha derket holê ku li Wanê çawişên pispor tacîzê du jinan kiriye.   Li gor agahiyên ku hat girtin, li Rêya Armûşê li kafeyekê 4 çawişên pispor di 5’ê Cotmehê de 2 jinên ku li kafê rûniştibûn tacîz kirine. Li gor şahidê bûyerê agahiyên ku hat girtin, çawişên pispor vexwarinê şandine ji herdu jinan re û ji ber vê yekê jinan bertek nîşan dane û ji kafeyê derketine. Di heman demê de xebatkar, xwediyê kafeyê û mişteriyên li wê derê ku vê yekê dibînin bertek nîşan didin û li ser vê yekê ji 4 çawişên pispor jê 2 kes bi lez ji kafeyê derdikevin. Hat diyarkirin ku li ser bertekên ku hatin nîşandan ji çawişên pispor yek gotina, “Ne me, ew herdu kesên ku çûn xwestin vexwarinê bidin jinan. Me tu tiştekê nekiriye” bikar anîne. Di heman demê de çawişekî pispor jî di bin navê “Ez jî kurd im” ve xwestiye xwe biparêzin.   Endama Komeleya Jinan a Starê Sevgî Ozdînç, têkildarî êrişên li hember jinê de axivî û got di rewşên wisa de bertekên civakî gelek girîng e.      ‘Li dijî destkeftiyên jinan êrişek heye’   Sevgî, anî ziman ku êrişên li dijî jinê ne bi betalkirina Peymana Stenbolê ve destpêkiriye û got berê wê jî li dijî jinan êriş hebûn. Sevgî, destnîşan kir ku betalkirina Peymana Stenbolê encameke û wiha got: “Niha jî li ser qanûna hejmara 6284 û nafaqayê dixwazin hin tiştan bikin. Wekî ku hûn jî dizanin ku çend roj berê li 81 bajaran civînan li dar xistin. Dixwazin ber bi guherti makezagonekê ve biçin. Hedefa wan gelek baş diyare ku jin in. Peyma malbatî ku pîroz kirine û bi ser vê yekê ve diçin. Di vê pêvajoyê de tiştên ku em dijîn ji ber vê yekê ye. Di bin vê yekê de me dît ku çiqasî bûyerên wek tacîz û tundiyê derket holê. Hemû parazvanên mafê mirvan vê yekê gelek baş dizanin. Serlêdanên me yên ji bo komeleyê gelemperî li ser vê yekê ye. Sekna desthilatdariyê û êrişên tên kirin li dijî destkeftiyên jinan e. Êrişeke topyekûn li dijî jinan dane destpêkirin. Lê belê li dijî vê yekê têkoşîna me berdewam dike. Peymana Stenbolê her çiqasî yek alî hatibe betalkirin jî em wek rêxistinên jinan ji bo vê yekê têdikoşin. Em ê tu carî destûrê nedin ku dest bidin destkeftiyên me. Em ê bi hêsanî dev ji van mafê xwe ne berdin.”   ‘Bi polîtîkayên bêcezabûnê tên xelatkirin’   Sevgî, destnîşan kir ku îro li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet tê meşandin û da zanîn ku ev polîtîka li dijî gelek tiştan pêk tê. Sevgî, bi lêv kir ku ev polîtîka li dijî çand, erdnîgarî û zimanê kurd, li dijî ciwan, jin û zarokên kurdan tê meşandin û wiha pê de çû: “Li dijî van qadan gelek polîtîkayan pêşxistine. Em van pêkanînên wan gelek baş dibînin. Em vê yekê wek tundiya ûnîformayî bi nav dikin. Herî dawî li Wanê di 1’ê Cotmehê de 6 çawişên pispor tacîzê du jinan kiribûn. Li dijî vê yekê  me jî bertekên xwe nîşan da û daxuyaniya xwe da. Kesên ûnîformayî ku tacîzê jinan dikin, xwe di bin navê ûnîformayê de diparêzin. Dema ku ûnîformaya ser wan bê derxistin û çeka li ber newqa wan bê derxistin tu tiştek wan namîne.  Ew jî vê yekê baş dizanin ku dê ev yek bi bêcezabûnê encam bibe. Bi polîtîkayên bêcezabûnê ve piştgiriyê didin van mêran û tên xelatkirin.”   ‘Bertekên civakî gelek girîngin’   Sevgî, bal kişand li ser bûyera ku li kafeyê ku 4 çawişên pispor tacîzê du jinan kir û bertek nîşanê vê yekê da û wiha domand: “Em îro behsa bertekên civakî dikin. Di rewşê wisa de bertekên civakî gelek girîng e. Ev bûyer ne yekem e û ne jî ya dawî ye. Ji ber ku em û civak bertek nîşanê vê yekê didin ev bûyer derdikevin holê. Bi van bertekan re dibe ku ev van agahiyan li paş hevdû bibihîzin. Li vê derê jin û zarok hertim bi bûyerên tacîzê re rû bi rû dimînin. Em hêvî dikin ku ev bûyer bibe ya dawî. Bertek nîşandana me gelek girîng e. Dema em bertek nîşanê vê yekê didin ji aliyê dewletê ve bi lezgînî der barê me de lêpirsîn tê vekirin. Lê elbet ev hewldanên wan nikare me bide sekinandin. Em baş dizanin ku desthilatdariya heyî desthilatdariyeke kevneperest e. Ji ber vê yekê sekn, azad û têkoşîna jinê ji bo desthilatdariyê tehlûkeye. Ji ber vê yekê êrişê li ser destkeftiyên jinan dikin û destkeftiyên jinan dê bikin wek bazariyê. Bi hilbijartina vê dawiyê ve ku desthilatdar HUDA-PAR’ê ve kete hilbijartinê, em hevkariya wan gelek baş dizanin. Dixwazin pergala şerîatê bînin. Dixwazin ber bi guhertina rejîma pergalê ve biçin. Lê elbet em ê li dijî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku em hebin em ê destûrê vê yekê û em di wê baweriyê de ne ku ew ê jî vê sekna me qebûl nekin.”   ‘Divê em têkoşîna rêxistinbûyî bimeşînin’   Sevgî, dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tayînkirina qeyûmên 2016’an û da xuyakirin ku bi vê yekê re ber bi guhertinan ve hatiye çûyîn. Sevgî, bi lêv kir ku bi tayînkirina qeyûman ve gelek sazî û komeleyên jinan hatin girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê belê li dijî vê yekê em jin bûn yek û qada xwe ya têkoşînê berfireh kirin. Ji ber vê yekê îro em jin hene û li vê derê ne û em dîsa têdikoşin. Bi vê yekê re divê parazvanên mafê mirovan û rêxistinên jinan jî bi hev re tevbigerin. Di rewşê wisa de divê em bertekên xwe yên civakî baş nîşan bidin. Di vê rewşê de divê em bertekên xwe yên civakî mezin bikin. Ev yek jî xweparastvanên me ne. Em ê xweparastvana xwe bi vê yekê re pêk bînin. Divê hemû jin bi hev re tevbigerin û têkoşîna rêxistinbûyînî bimeşînin. Li hemberê van êrişan em encax bi vê awayî dikarin bisekinin. Ne bi tenê jin, divê hemû parazvanên mafê mirovan bi hev re tevbigerin û têbikoşin.”