Ji binçavkirinê heta girtîgehê îşkence 2023-10-13 09:05:29     ENQERE - Cigira serokatiya giştî ya DBP’ê Zekiye Îlbasan di protestoyên 9’ê cotmehê komploya navnetweyî de hatibû binçavkirin û girtin. Berdevka Meclisa Jinê ya DBP'ê Aynur Sarica da zanîn ku Zekiye dema hatiye binçavkirin ji aliyê polîsan ve hatiye tacîzkirin û di ketina girtîghê de lêgerîna tazî lê kirine, koxuşa edlî lê ferz kirine.   Li Amedê der barê 9’ê cotmehê komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiyên protestoyî pêk hatibûn û di çalakiyan de gelek kes hatibûn binçavkirin. Yek ji van jî  Cigira serokatiya giştî ya DBP’ê Zekiye Îlbasan bû. Zekiye di 10’ê cotmehê de bi îdiaya ‘bersiv daye polîsan’ hat girtin. Hat hînbûn ku Zekiye ji aliyê polîsan ve hatiye tacîzkirin û tûndî lê hatiye kirin.   Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk  (DBP) Aynur Sarica der barê mijarê de axivî.   Aynurê da zanîn ku bi pêşengiya KCD, TJA û DBP’ê di 8’ê cotmehê de li Stenbolê, di 9’ê cotmehê de li Amedê li dijî tecrîdê daketine kolanan û bi hêza faşîzmê re ku tecrîdê giran dike re hatine rû hev. Aynurê wiha got: “Zîhniyeta serdest a dixwaze tecrîdê giran bike, xwe wek barikat û hêz derxist pêş. Li Amed û Stenbolê bi êrîşan xwe dan xuyakirin. Lê em bi biryarin ku têkoşîna xwe mezin bikin.”   Hevalên me bi tacîzê re hatin rû hev’   Aynurê wiha dirêjî daye: “Di 9’ê cotmehê de em li Amedê hatin gel hev. Lê qad hatibû dorpêçkirin. Dest bi binçavkirinan kirin. Hevalên me dorpêç kirin.  Gotin belav bin. Piştî vê jî hevalên me bi derbkirinê binçavkirin.Polîsên mêr bi ser jinan de hatin. Hêza fîzîkî bikaranîn. Polîsên mêr hevalên me yên jin binçavkirin û tacîz kirin.”   Li Emniyetê jî tacîz û tûndî   Aynurê wiha balikşand ser tacîza li Zekiye Îlbasan hatiye kirin: “Hevala me Zekiye dibin wesayîta binçavkirinê. Hevala me hewl dide pêşî li binçavkirina kesekî kal bigire. Wê navberê ji aliyê polîsê mêr ve tê tacîzkirin. Hevala me Zekiye dibêje ku ew hatiye tacîzkirin û li ser vê tê derbkirin. Seransrê binçavkirinê zext lê tên kirin. Hevala me ji ber berçavka wê tûne ye naxwaze girtekê îmze bike. Li ser vê îda tê îmzekirin. Seranserê binçavkirinê tê derbkirin. Sewqî dadgerya ceza sulh tê kirin. Biryara girtinê tê dayîn. Lê koxuşa edliyan lê tê ferzkirin. Hevala me îtîrazê vê dike û bi tenê wê dikin hucreyê. Ewlehiya girtiyên siyasî li koxuşa edlî tûne ye. Em vê zelal dibêjin. Hevala me Aynur dema dibin girtîgehê lêgerîna tazî lê ferz dikin. Ev lêgerîna tazî dijmirovahiye û em qbûl nakin.  Em ê van pêkanînan bidin teşhîrkirin û her tim teşhir bikin. Divê hevalên me demildest bên berdan."