Canan Çalagan bang li jinan kir: Tevlî danişînên Doza Kobanê bibin 2023-10-12 11:01:33   ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk Canan Çalagan, diyar kir ku dixwazin îradeya jinên ku di Doza Kobanê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine darizînin. Canan bang li jinan kir ku xwedî li dozê derkevin û tevlî danişînan bibin.    Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk, Canan Çalagan di civîna çapemeniyê ya li avahiya Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de li ser Doza Kobanê nirxandin kir.   Canan di axaftina xwe de bal kişand ser Doza Kobanê û got: "Bi îdiayên derev û îfadeyên şahidên nepen Doza Kobanê li dar xistin û ev doz hêj berdewam dike. Li ser 6 sal û 3 meh derbas bû, ji roja destpêka dozê heta niha kumpasek hebû. Doza ku bi destê daraza mêr ê serdest ve tê bi rêvebirin, bi hincetan guherîna şandeya dadgeh û dozger tê berdewamkirin. Bi talîmata îktîdarê û bi destê daraza mêr kumpasek hat organîzekirin û 108 hevalên me bêhiqûqî tên darizandin. Derbarê hevalên me yên jin de delîleke şênber tune ye. Doza Kumpasê ya Kobanê û ji bo girtina doza HDP'ê hincet tê nişandan."   Canan, daxuyand ku di Doza Kobanê de ne tenê 108 kes hedef hatin girtin vîna jinê ya ku li dijî DAIŞ'ê li ber xwe dane hedef hat girtin û wiha bi lêv kir: "Li Rojava bi pêşengiya jinan jiyaneke nû hat afirandin. Tişta ku tê darizandin destkeftiyên jin û Gelê Kurd e. Me bi dehan caran anî ziman û em ê binînin ziman jî. Li dijî DAIŞ'ê ku jinan dîl girt û li bazaran derxist firoteniyê berxwedanek pêk hat, piştevaniya vê berxwedanê ne sûc e. Bêdengiya li hemberî sûc sûc e. Hevalên me yên ku di girtîgehan de dîl hatine girtin emrê xwe ji bo têkoşîna azadiya jinan feda kirine. Ji têkoşîna li dijî şîdet û qetilkirina jinan de tu carî paşve gav neavêtine. Ji bo sûcdarkirina hevalê ne 3 hezar û 500 rûpelî îdîanameyek hat amadekirin. Her gotinên ku di îdîanameyê de cih girtiye li ser dijminatiya jinê hatiye afirandin. Hevalên me di parastina xwe de pergala serdest a mêr û şandeya dadgehê darizand."    Canan, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em carek din tînin ziman; Tu carî dest ji têkoşînê bernadin. Fîgen, Gultan, Sebahat, Ayla û hevalên me yên din bi vîna xwe û rêya têkoşîna azadiya jinê ronî dikin. Bi vê baweriyê dibêjin ji bo bibin dengê hevalên xwe, piştevaniyê mezin bikin û berxwedanê mezin bikin xwedî li dozê derkevin û tevlî danişînan bibibin."