'Em ê li ser şopa Hevrîn Xelef pêşketina xwe bidomînin' 2023-10-12 10:24:52       Mîdye Miqted   HELEB - Hevseroka Partiya Sûriya Pêşeroj a Meclisa Helebê Xalîde Ebdo di salvegera 4'emîn a şehadeta Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef de wiha got:"Şehîd Hevrîn bi têkoşîna xwe daxwaza azadkirina tevahî jinên li Sûriyeyê kir. Her wiha ji bo jin cihê xwe di qadên siyasî de jî bigirin têkoşîna xwe da dewamkirin."    Gelo Hevrîn Xelef kî ye? Hevrîn Xelef di 12'ê Cotmeha 2019 'an de li ser rêya M4 ji aliyê komên girêdayî dewlata tirk ve bi hovane hate qetilkirin. Hevrîn Xelef Endama Desteya Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşeroj a Sûriyeyê bû. Hevrîn Xelef di sala 1983'yan de li bajarê Dêrikê di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê. Hevrîn Xelef 4 sal berê  ji aliyê çeteyên ‘Ehrar El Şerqiye’ ku Tirkiyeyê piştgirî didayê, ve hat qetilkirin. Di ser qetilkirina wê re 4 sal derbas bûn. Jinên li Rojava têkoşîna Hevrînê didomînin.   Hevseroka Partiya Sûriya Pêşeroj a Meclisa Helebê Xalîde Ebdo di salvegera 4'emîn a şehadeta Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef de hestên xwe anî ziman.    'Ji bo jin li dijî aloziyan bibin çare, hewl dida'   Derbarê jiyana pakrewan Hevrîn Xelef de, Xalîde Ebdo di destpêka axaftina xwe de wiha got:"Di kesayeta pakrewan Hevrîn de, em hemû pakrewanên doza azadiyê bi bîr tînin û dayika pakrewan Hevrîn silav dikin. Pakrewan Hevrîn piştî kongreya yekemîn a partiyê bû yek ji damezrînerên partiya Sûriya Pêşeroj. Di salên destpêka aloziya Sûriyeyê de, xwest bi erka xwe aloziya Sûriyeyê çareser bike. Ez gelek pê re mam, min moral ji hêza wê digirt. Wê daxwaz dikir ku jinên li Sûriyeyê di partiyên siyasî de jî cih bigirin da ku li hember aloziyê bibin çare. Her wiha her hezkirin di nava me de dida çandin û bi xurtbûnek mezin, erka xwe ya di partiyê de pêk dianî."    'Xwestin bi vê yekê vîna jina sîyasetmedar, bişkînin'   Di berdewamiya axaftina xwe de Xalîdeyê bal kişand ser hezkirin û tevlîbûna wê ya di nava partiyê de ya ku bi saya pakrewan Hevrîn Xelef pêk hat û got:"Her pakrewan Hevrîn daxwaz dikir ku jin di qada siyasetê de cihê xwe bigirin û çalak bin. Gelek jin pê bandor bûn. Jê yek ji wan jinan ez bûm. Ez gelekî bi xebata wê bi bandor bûm û min dest bi xebata di nava partiya Sûriya Pêşeroj kir. Em jî vê rojê ji xwe re mîrasa tekoşîna bêhempa dibînin. Lê belê dewletên dagirker ên mîna dewleta tirk hebûna jinan a di qadên siyasî, leşkerî de napejirîne û ji xwe re wekî projeyek tunekirinê dibîne. Lewma her jinên ku bi xebata xwe mijûl dibin dike hedefa xwe û yek ji wan jinan jî Hevrîn Xelef bû. Hevrînê bi destên çeteyên dewleta tirk bi awayekî hovane hat şehîdxistin. Xwestin bi vê yekê vîna jina sîyasetmedar, bişkînin."   'Pêşengên jin ên di qadên siyasî de, dike hedefa xwe'   Xalîdeyê da zanî ku partiya wan ji ber ku her bi pêş ket lewma dewletên mîna Tirkiyeyê xwestin derî li van pêşketinan bigirin û pakrewan Hevrîn kirin hedefa xwe û wiha pê de çû:"Tirsa dewleta tirk ji vê partiya siyasî heye. Dewleta tirk, îro pêşengên jin ên di nava qadên siyasî de, dike hedefa xwe lê  belê ez çiqas li ser wêrekiya Hevrînê biaxivim jî wê kêm bimîne."   'Em ê li ser şopa Hevrîn Xelef pêşketina xwe bidomînin'   Di dawiya axaftina xwe de Xalîdeyê wiha got :"Pakrewan Hevrîn her digot ku wê aloziya Sûriyeyê bi destên jinên ji hemî pêkhateyan çareser bibe û ev yek jî wê bibe sedem yekîtiyek di navbera hemî kêmnatewan de bê avakirin. Em jî îro bi saya têkoşîna Hevrînê îro, xebata xwe bi pêş dixin. Em ê li ser şopa wê bimeşin. Em ê li ser şopa Hevrîn Xelef pêşketina xwe bidomînin. Em ê partiya xwe li hemî deverên Sûriyeyê belav bikin da ku em Sûriyeke demokratîk ne navendî bidin avakirin:"