Wê li dijî xespkirina maf xwe rêxistin bikin 2023-10-11 09:03:29     Nazlican Nûjîn Yildiz   ÎZMÎR - Jinan bal kişandin ser êrîşên li hember destkeftiyên jinan ku bi vekirina meclîsê re zêde bûn û diyar kirin ku wê li dijî êrîşan rêxistinbûna jinan li meclîs û kolanê bidomînin. Jinan wiha got: “Em ê gotina xwe li her derê bikin yek. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Di 1’ê cotmehê de meclîs vebû û bi vekirinê re daxwaza destureke bingehîn ya nû ji aliyê AKP-MHP’ê ve hat rojevê. Serokomoar Tayyîp Edogan di axaftina vekirinê ya meclîsê de bnga piştgiriya ji bo destura bingehîn a nû li partiyan kir. Tayyîp Erdogan di axaftina xwe de got dixwazin destureke bingehîn a nû çêbikin. Piştî hilbijartinan, Huda Par û Yenîden Refah ku piştgirî dabûn tifaqa AKP-MHP’ê, êrîşê destkeftiyên jinan kiribûn û ev bîbû sedema bertekên jinan. Di sala nû ya melcîsê de xuyaye ku ev partî wê dîsa êrîşî destkeftiyên jinan bikin.   ‘Êrîş piştî hilbijartinan tûnd bûn’   Endama Piştevaniya Mor Dîdar Gul diyar kir ku demeke dirêje êrîşên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li dijî jinan nîqaş dikin û got: “Êrîş piştî hilbijartinan giran bûn. Desthilatdariyê bi tifaqa ku bi Huda Par û Yenîden Refah re kir, qanûna hejmar 6284 kir mijar bazarê û çav berdan destkeftiyên jinan. Bi salane li hember destkeftiyên jinan êrîş didomin. Me mînaka herî şênber bi feshkirina Peymana Stenbolê dît. Niha jî qanûna 6284 dikin mijara bazarê. Pêvajoya niha peywirên cuda didin ber tevgera jinan. Tevgera jinan divê niha li dijî êrîşan li kolan, qad û meclîsê xwe heyî bikin û rêxitsinbûna xwe bikin.”   Li meclîs û kolanê rêxistinbûn   Dîdarê diyar kir ku kampanyayek bi navê ‘Tu ne tenê yî piştevaniya mor heye’ rêxistin kirine û wiha domand: “Bi pêvajoya hilbijartinê re û êrîşên AKP-MHP’ê re  divê em ji bo destkeftiyên xwe têbikoşin û ji bo parastina maf, jiyan û destkeftiyan me banga têkoşînê li jinan kir. Em di rojên girîng re derbas dibin. Jin ji bo rêxistinê di rojên girîng re derbas dibin. Îro mijara rêxistinbûnê ji tercîhekê ji teşeyê jiyanê wêdetire. Îro rêxistinbûn ferze. Li pêş me mijara rêxistinbûnê ya gelê Kurd heye. Mîrateya têkoşînê ya ku jinan heta îro aniye heye. Divê em jin bi hev re bimeşin û xwe rêxistin bikin.”   ‘Qanûna 6284 ji nîqaşê re hat vekirin’   Ji Jinên Mala Gel Emîne Akbaba jî balkişand ser hedefgirtina destkeftiyên jinan û got di hilbijartinan de defkeftiyên jinan kirine mijara bazarê û wiha daxuyand: “Piştî hilbijartinan li hemberî, LGBTÎ’yan êrîş zêde bûn. Mafê nefeqeyê dîsa hat rojevê. Qanûna hejmar 6284 ji nîqaşê re hat vekirin.  Bi vê pêvajoyê re dibistanên zarokên keç dîsa hatin rojevê. Desthilatdariya AKP’ê dixwaze mafê jinan xesp bike. Lê li dijî vê jin têkoşînek cidî dimeşînin. Li dijî xespkirina destkeftiyan têkoşînek pir mezin heye. Em ê li dijî tûndiya mêr desthilatdariya AKP’ê têbikoşin. Ji ber vê hûn çi nîqaş dikin bikin em ê deriyên meclîsê li we teng bikin.”   ‘Parlamenterên jin dengê jinan dibin meclîsê’   Emîneyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di têkoşîna ku heta îro hatiye meşandin de parlametnerên jin yên hatine hilbijartin, denge jinan li meclîsê dane bihistin û wiha dawî lê anî: “ - Ji bo bo Peymana Stenbolê gotin em bi biryarin û dest ji peymanê bernadin. Em ji hev nabin. Em Em ê li dijî girtina parlamenterên jin jî têbikoşin û bibin yek.”