Zeynep Oduncu: Abdullah Ocalan navnîşana çareseriyê ye 2023-10-10 09:05:45     ÊLIH - Parlamentera Partiya Çep a Kesk Zeynep Oduncu, komploya navneteweyî û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku Abdullah Ocalan navnîşana çareseriya hemû pirsgirêk, krîz û şerên li Tirkiyeyê ye.   Di ser Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji neçarî ji Sûriyeyê derket û di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Tirkiyeyê re 25 sal derbas bûn. Komplo îro jî bi tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan didome. Li Kurdistan, Tirkiye û gelek deverên cîhanê hêrs û bertekên li dijî komplo û tecrîda girankirî 25 sal in bênavber berdewam dikin.   Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Êlihê Zeynep Oduncu di derbarê komployê de nirxandinên xwe  bi ajansa me re parve kir. ‘Komplo li dijî kurd û Kurdistanê hat kirin’   Zeynep Oduncu di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an bi destê dewletên emparyalîs ên navneteveyî, li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat û daxuyand ku ev komplo li hemberî Kurd û Kurdistanê hat kirin. Zeynebê wiha pê de çû: “ Ev komplo, li ser xaka kurdistanê ji bo vê xakê bê kurd bihêlin hat kirin. Ji  bo dengê Kurdan qut bikin li dijî  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployek mezin hat kirin. Lê vê komployê li cîhanê jî deng veda. Ji ber ku ev komplo ne tenê ji bo kurdan ji bo tevahiya cîhanê pirsgirêk e û îro dewletên tevahiya cîhanê jî dibinin tiştên ku heta niha nehatibû kirin piştî komployê hat kirin. Ji ber girtina Rêber Apo, kesan bedena xwe da ber agir. Hezkirin û hişmendiyek wisa hebû. Ji ber vê jî komplo giran kirin.   Dewletên ku komplo pek anîn gotin dema ku em Abdullah Ocalan bixin zindanê dê fikr û raanên wî jî ji holê bên rakirin. Lê ji dema destpêka komployê û heta niha çalaki xilas nabin. Ji ber ku gelê Kurd vê qebûl nake dewlet jî vê dibîne.  Ev 30 meh e qet agahî ji Ocalan nayê,"   ‘Ji fikr û ramanên Abdullah Ocalan ditirsin’   Zeynebê balkişand ser israra nenaskirina gelê Kurd û da xuyakirin ku bi hevdîtin û mutabaqatan ev maf dikare bê naskirin, şer dikare bê xilaskirin lê belê nayê xwestin ku çareserî pêk bê û ji ber vê yekê jî astengiyên mezin derdikevin. Zeynebê da nişandan ku ji bo hevdîtina bi Ocalan re astengiyên cûr bi cûr derdixin û ev bû 30 meh e jî ne parêzer, ne jî malbata brêz Abdullah Ocalan nikarin pê re hevdîtinê bikin. Zeynebê wiha dom kir: “ Em dibinin ku ev jî ji bo mirovahiyê pirsgirêkên herî mezin derdixe. Ji ber ku gotin û fikrên Ocalan bi tenê ne li ser Kurdistanê û Tirkiyeyê, li tevahiya cîhanê deng vedane. Ji fikr û ramanên wê ditirsin. Dewletên kapîtalîst ji ber tirsê naxwazin aşitî pêk bê û gel jiyaneke wekhev bijîn. Ji ber ku dema aştî çêbibe, dewletên xwe li ser xwînê heyî dikin, nikarin hebûna xwe bidomînin. Piştî ku brêz Abdullah Ocalan xistin Girava Îmraliyê jî li wê derê gelek pirtûk nivîsand û fikrên xwe belavî gel kirin. Li ser fikrên wî gelek niqaş tên kirin û konferans tên kirin. Ji ber ku gotin û fikrên wê ji bo cîhanê girîngin. Ev nêhîştina hevdîtinê ji bo Tirkiyeyê gelekî giran e. Tirkiye gelek pirsgirêkan derdixe.”   ‘Pêwîste ku pêvajoya aşitiyê dîsa bê destpêkirin’   Zeynebê bine bandora komployê û girêdana wê bi Peymana Lozanê re xêz kir û destnîşan kir ku ji aboriyê, tendirûstiyê heta perwedehiyê, di her qadê de rizîbûn heye û ji bo çareserkirinê jî divê bi rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin çê bibe û gava ku 2014-15’ê de ji bo aşitiyê hatibû avêtin dîsa bê destpêkirin. Zeynebê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di heman demê de sedsala Lozanê xilas bû, ket e sedsaleke nû. Di vê sedsalê de jî Kurdan Lozan qebûl nekir. Ji ber ku dîrok, nasname, ziman çanda Kurd û Kurdistanê heye û li ser kaxizêkê tu nikarî van tunê bikî. Ev sedsal ji bo kurd û Kurdistanê ne sedsaleke qenc bû. Gelê Kurd di kumkujiyan re derbas kirin û nas nedikirin. Roj heye û tu carî ronahiya wê nayê astenkirin. Kurd û Kurdistan jî bi vî rengî ne. Em ê li taxa bigrin heta meclîsê û Ewropayê jî, dengê me bigihîje ku derê em ê van gotinan dîsa bejin. Îro bi sedema Lozanê Kurdistan bûye çar perçe û nenaskirina gele Kurd û rêberê wî hebe, di Rojhilata Navîn de şerê giran dê berdewam bike. Pêwîste ku  ji bo xilasbûna şer û çareseriyê azadiya fizikî ya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan divê pêk bê.”   ‘Jin xwedî li nirxên xwe derdikevin’   Zeynebê da zanîn ku fikr û armanca rêberê PKK’ ê Abdullah Ocalan ji bo jinê jiyaneke nû derxist hol û destnîşan kir ku jinê xwe naskiriye. Zeynebê da xuyakirin ku Kurdistan nedihat naskirin, lê belê jinên kurd du caran nedihatin naskirin û bilêv kir ku têkoşîna jinan sê qat zêdetir bû. Zeynebê gotinên xwe wiha bi dawî kirub: “Jin bi fikra ‘heta jin azad nebe, civak azad nabe’ re bi pêş ketin û xwedî li îradê û nirxên xwe derketin. Jinan her dem, bi çalaki, reng û dengên xwe, gotinên xwe gotin. Niha jî jin li dijî tecrîdê têkoşînê didin, ji ber ku jin xwe, fikr û jiyana xwe nas dikin. Ji vê pêşdetir jî kes nikare dengê wan qut bike. Jin li dijî tecrîdê wekheviyê diparêzin.”