Li Amedê komploya navneteweyî tê şermezarkirin 2023-10-09 12:10:08     AMED - Bi pêşengiya KCD, TJA, DBP û MED TUHAD-FED’ê, li Amedê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK Abdullah Ocalan tê şermezarkirin.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di encama komployek navneteweyî de 9’ê Cotmeha 1998’an ji Sûriyeyê hat derxistin. Komployê 25 sal li pey xwe hişt. Di 15’ê Sibata 1999’an de jî di encama vê komployê de hat dîlgirtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Abdullah Ocalan ji sala 99’an vir ve di Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F’yê de tê ragirtin. 31 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan û sê girtiyên cem wî nayê girtin.    Li Amedê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) bi dirûşma “Ji birêz Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” daxuyanî tê dayîn.   Ji bajarên wek Şirnex, Sêrt, Mêrdîn, Êlih, Wan, Riha, Erzirom, Colemêrgê siyasetmedar û welatî tev li çalakiya protestoyê bûn.   Girseya ku li Dortyola navçeya Rezanê kom bû, di nav girseyê de parlamenterên Partiya Çepên Kesk Adalet Kaya, Serhat Eren û Halîde Turkoglû jî hene. Girseyê xwest ber bi Parka Koşûyolû ve bimeşe, lê polîsan pêşiya girseyê girt.   Di navbera polîs û parlamenteran de hevdîtin berdewam dike. Girse di nava dorpêça polîsan de sekinî ye.     Gelek welatî li Parka Koşûyolû jî kom bû û polîsan li vir girseyê dorpêç kiriye. Parlamenter û rêveberên Partiya Çepên Kesk jî di nav girseyê de ne. Polîsan diyar kir ku ew ê destûrê nedin çalakiyê. Polîsan biryara qedexekirina çalakiyan a walîtiyê nîşanî girseyê da. Girseya li Koşûyolû kom bûye cih bi cih hatine dorpêçkirin. Girse di nav dorpêça polîsan de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz dike.     Welatî li nav kuçeyên navçeya Rezanê belav bûn û dirûşmên dilsoziya bi Abdullah Ocalan re berz dikin. Polîsan êrişî çalakiyên nava kuçeyan kirin. Polîsan bi hinceta ku jinek extiyar dirûşm berz kiriye kirin binçavan.     Li aliyê din girseya ku xwest ji navçeya Bismilê were Parka Koşûyolû li ser rêya Bismilê ji aliyê polîsan ve hat sekinandin. Polîsan biryara qedexekirina çalakiyan a walîtiyê nîşan da û destûr nade ku girse ji Bismilê bê Amedê.