Parêzer Senem Doganoglu: Delîl hatine jibîrkirin! 2023-10-09 09:05:17     ENQERE - Parêzer Senem Doganoglu der barê dosya komkujiya Enqereyê de nirxandin kir û  da zanîn ku di 8’emîn salvegera komkujiyê de jî hîna der barê gumanbaran de delîl nehatine komkirin û delîlên heyî jî di odeyên hatine terkirin de ne.   Di 10’ê cotmeha 2015’an de Hêzên Ked, Aştî û Demorkasiyê xwestin li ber Gara Trînê ya Enqereyê mîtîngê pêk bînin. DAIŞ’ê li dijî mîtîngê êrîş pêk anî. Di êrîşê de 103 kesî jiyana xwe ji dest da û ji 500’î zêdetir kes birîndar bûn. Tevî hemû xelata binpêkirinan di 8’emîn salvgera komkujiyê de gumanbarên fîrarî tên darizandin.   Yek ji parêzera dozê Senem Doganoglu der barê mijarê de nirxandin kir.   ‘Pêvajo ji malbatê re hat girtin’   Senemê diyar kir ku di van 8 salan de hewl hatiye dayîn ku her tişt di tariyê de bimîne û got: “Meha hezîranê de îdianameyek hat ber me. Îdianameyeke ku tê gotin 9 kes ji bo komkujiya 10’ê cotmehê hatine û 10 kesî plan kiriye, dan ber me.  Pêvajoya lêpirsînê ji parêzer û malbatan re girtin. Daxwazên me li ber çavan negirtin. Di îdianameyê de dihat gotin ku her tişt lêkolîn kirine û girteka lêkolînê amade kirine.  Dihat gotin ku dosya demek dirêj hatiye lêkolînkirin.”   ‘Dibêjin ku Îlhamî Bali bi salan e di bin şopandina bi kontrol de ye’   Senemê da zanîn ku heta 3’ê tebaxa 2018’an de ji dozê girtî hebûn û gelek delîl hatine nîqaşkirin û wiha domand: “Tevî di emniyete de der barê gumanbaran de hîna şemayek tûne ye dibêjin ‘me ji pêlava spî komkujî çareser kiriye’. Ev îdia hîna jî didome.  Du salan hedefa me ev bû ku peywirdarên cemawerî yên berpirs derkevin hlê. Ev kî bûn; dadger, dozger, emniyet, îstîxbara, cenderme û sînor.  Axaftinên sînor derketin holê. Di dosyayê de yê herî zêde hat nîqaşkirin Îlhamî Balii bû. Hesabekî cuda yê dewletê bi Îlhamî Bal re hebû.  Ev ji ser dosyayan tê meşandin ku Îlhamî Bali endamekê DAIŞ’ê ye.  Lê di hemû dosyan de dibêjin rêvebere. Piştre derket holê,  bi keyayan re diaxive, li sînor bi leşkeran re diaxive. Bi dehan mirovaî digire û dibe.  Di faliyetên mezin de ye û ev hemû derketin holê.”   ‘Rê dan komkujiyê’   Senemê got ku doza Garê veguheriye doza sereke ya DAIŞ’ê û got: “Gumanbar li her derê Tirkiyeyê xwe rêxistin dikin. Hemû îstîxbaratê jî ev dîtin û rê dan vê komkujiyê.  Me her tim pirsî ku ev ne tenê îhmale, me got hun çi di tarîtiyê de dihêlin û hun çi diparêzin? Di pêvajoya darazê de me her tim ev pirsî. Me pêvajoyek darazê ya wisa di tarîtiyê de tê hiştin jiya.”   Senemê di berdewamiyê de destnîşan kir ku gumanbarên herî girîng yên komkujiyê Yunus Durmaz, Mehmet Kadîr Cebel û Halîl Îbhraîm Dugun bi operasyonên bi şaibe, bêyî di dozê de gotinê bêjin hatine qeitlkirin û got: “ Me girtekên otopsiye yên Yunus Durmaz, Mehmet Kadîr û Halîl Îbrahîm Durgun negirt. Operasyona der barê Halîl Îbrahîm Durgun ku bombeyên zindî biribû Enqereyê, pir bi şaîbe bû.  Ya Yusus Durmaz jî wisa bû.  Me serlêdan kir ku delîl neyên reşkirin. Walîtiya Dîlokê biryar aneşopandinê da.”   'Delîl di odeyek vala ya hatiye terkirin de bûn'   Senemê destnîşan kir ku di pêvajoya dosya fîrarî de pir daxwaz kirine lê nekirine dosyayê bi dest bixin û di 9’ê cotmeha 2019’an de di koridora buroya destura bingehîn de klasorên ku hatine derxistin hatine dîtin û ev klasor aydê Komkujiya Garê bûne.  Senemê da zanîn ku delîlên der barê komkujiyê de di odeyek vala ya hatiye terkirin de bûn.