'Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji bo gelan girîng e' 2023-10-07 09:20:09     Marta Somek   STENBOL - Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk der barê komploya navneteweyî de axivî û got Abdullah Ocalan bi paradîgmaya pêş xistiye komplo vala derxistiye û got: “Azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan ji bo gelan girîng e. Em çiqas vê paradîgmayê bikin jiyanê wê şikandina tecrîd û îşkenceyê jî pêkan be. Azadiya Kurdan girêdayî vê paradîgmayê ye.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha 1998’an de bi piştgiriya hêzên navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de jî bi komployê radestê Tirkiyeyê kirin. Di ser komployê re 25 sal derbas bûn. Abddullah Ocalan ku ji roja hatiye girtin tê tecrîdkirin ev 31 meh in tecrîd hatiye girankirin û ne parêzer ne jî malbat nikarin hevdîtinê bikin û tû agahî jê nayê girtin.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji roja hatiye girtin bi xebat û perspektîfên xwe pêşniyarên çareseriyê datîne holê. Fikir û nêrînên wî ji aliyê hemû gelan ve wek çareseriya pirsgirêkan tê dîtin. Îro ji Afrîkayê heta Kurdistanê ji Avustralyayê heta Misirê gel li dora ‘paradîgma demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê’ tên gel hev.   Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk di sala 25’an a komployê de hewldanên hiqûqî ji JINNEWS’ê re nirxand.   *Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 1999’an de bi komployekê hat girtin. Hûn dikarin behsa pêvajoya daraza wê demê bikin?   Ji serî de diyar e ku wê darizandinek ne adîlane be. Di pêvajoyê de derket holê ku ev ji xwe prosedur e, teatral e. Îmrali di pêvajoya anîna Birêz Ocalan de hat avakirin. Rêveberiya vê  girêdayê Navenda Serokatiya Krîzê bû. Vê jî neçar bû xwe bispêre qanûnê. Ev spartin rêziknameyê. Pêvajoyên der barê birêz Ocalan de hemû li ser amadekirin û navendekê hatin meşandin.   Bi rê û rêbazên dijhiqûqî tê girtin!   Li şûna Birêz Ocalan bikin girtîgehek girêdayê wezareta dadê xistin girtîgehek li ser navenda krîzê hatiye avakirin. Li ser vir rewşa darizandinê hat pêşxistin. Hîna jî birêz Ocalan bi rêbazên dijhiqûqî li wir tê girtin. Ewil di hevdîtinên parêzeran de pirsgirêkên cidî hebûn. Parêzer rastî tûndiyê hatin hawira lînçê hebû. Nehiştin bi hezara klasor bigihêjin Birêz Ocalan. Ji ber vê birêz Ocalan nikaribû wek spesifik bersiv bide. Tenê li ser aştî û demorkasiyê parastinek wî hebû. Ji bilî vê di pêvajoyek teatral, darizandinek dirêj ne mijara gotinê bû. Piştre ji parastinên ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dan me, me dikaribû parastin bixwenda.    DMME’ê darizandina Tirkiyeyê têr dît!   Piştre jî cezayê darvekirinê hat dayîn. DMME’ê piştre rewşa revandina bi korsanî ya Birêz Ocalan qebûl kir. Bû mijara ku dozê bibin DMME’ê. Lê DMME’ê biryarek karesat da. Di biryarê de hat gotin ku bi korsanî hatiye revandin, lê di vê şîroveyê de hat gotin ku Birêz Ocalan ‘kesekî bi xetere’ û di esasê de ev revandin jî dihat erêkirin. DMME’ê biryara xwe bi giştî li ser berjewendiyên navneteweyî da. Ev biryarek polîtîk bû. Ji bo darizandinek adîlane Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê helwestek pasif nîşan da û darizandina li Tirkiyeyê têr dît. DMME’ê wê demê di alî Tirkiyeyê de bandora xwe winda kir. Ji ber dijberê mafê mirovan biryarek dabû.   *Tevî hemû dijhiqûqiyan Abdullah Ocalan got ‘min komplo vala derxistiye’. Hûn vê hevokê çawa şîrove dikin?   Birêz Ocalan ji bo gelê Kurd di alî felsefîk û îdeolojîk de gelek girîng e. Birêz Ocalan di seranserê jiyana xwe de ji bo azadiya gelê Kurd têkoşîn da. Têkoşînên cidî meşand. Netewdewlet lêkolîn kir, dîrok lêkolîn kir. Projeyên xwe danî holê. Birêz Ocalan bi pêşengiya xwe xwedî hişmendiyek cidî bû. Bêguman armanca hêzên navneteweyî ya di komployê de hebû. Yek ji van valaderxistina çareseriya demokratîk bû. Ya din jî guhertina projeya Rojhilata Navîn a Birêz Ocalan bû. Birêz Ocalan ev dizanibû. Ji ber vê bi tedbîr tevgeriya. Birêz Ocalan ji Tirkiyeyê hat revandin. Lê piştî anîn Tirkiyeyê di hevdîtina ewil a parêzeran de got agirbesta di 1’ê îlona 98’an de îlan kiriye didome. Birêz Ocalan bi vê pêşî li pevçûn û giranbûna şer girt. Valaderxistina ewil bi vê bû. Birêz Ocalan di şertên giran û bi sînor de armanca pêşxistina çareseriya demokratîk jî pêş xist. Guherînek kir û paradîgma ava kir. Ev bersivek mezin a li dijî komployê bû.   *Birêz Ocala 24 sal in di bin tecrîdê de ye û 31 meh in tu agahî jê nayê girtin. Hûn vê çawa dinirxînin?   Tecrîda li Îmraliyê bi rê û rêbazên cuda hat guhertin. Mînak ji 99’an heta 2005’an tenê hat hiştin. Di cihekî wek tabut de dihat girtin. Ji 2005’an heta 2015’an gav bi gav tecrîd hat mayîndekirin. Ji 2015’an heta 2021’ê çend hevdîtin hatin kirin. Di 2019’an de çend hevdîtinên malbat û parêzeran hat kirin. Ji bilî vê nehat kirin. Piştî 2021’ê jî bi tu awayî ku em jê re dibêjin ‘încommunîcado’ mijara gotinê ye.   Ya divê bê kirin azadiya fizikî ye   Li tu devera cîhanê tecrîdek wisa tune ye. Ev demek dirêj e agahî jê nayê girtin. Parêzer û malbat nikarin hevdîtinê bikin. Serlêdan bê encam tên hiştin. Ev jî bêguman me dike fikaran. Ji bo çareseriya demokratîk divê Birêz Ocalan rola xwe bilîze û ji bo vê jî azadiya fîzîkî şert e.   *We heta niha çend serlêdan kirine? Pêvajoyên DDB û DMME’ê çawa hat meşandin?   Dosyayên me yên li ber Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê hene. Serlêdanên me yên ji bo hevdîtinan li ber Dadgeha Destûra Bingehîn in. Dosyayên me yên ji sala 2015’an heta niha dipên hene û hîna li Dadgeha Destûra Bingehîn didome. Em ji bo CPT jî dikarin wisa bêjin. Ji 99’an heta niha 9 serdan pêk hatin. Lê CPT polîtîk û prosedurel tevdigere. Divê CPT tedbîran demildest bike jiyanê. Daxwaza me ev e ku CPT rapora 2002’yan jî bi rayagiştî re parve bike.   *Salvegera komployê nêz dibe? Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çi girîng e? Banga we çiye?   Birêz Ocalan ji bo gelê Kurd cihekî pir girîng digire. Pêşengekî di alî felsefîk û îdeolojîk de cihê wî pir mezin e. Ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelan wisa ye. Gelê Ereb jî wisa dibêje. Misirî jî wisa dibêjin. Birêz Ocalan li Îmraliyê tevî şert û mercên giran paradîgmaya xwe ava kir. Paradîgma azadiya gelên Rojhilata Navîn û Kurdan ava kir. Hemû gelên cîhanê ava kir. Hewldana wî ev e ku ev gel bi hev re ji bo aştî û demokrasiyê têbikoşin. Li dijî vê jî tecrîd tê giran kirin. Ji bo gelan azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pir girîng e. Ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo hemû Rojhilata Navîn ev girîng e.  Birêz Ocalan xwedî bandoreke ku krîza cîhanê çareser bike ye. Bandora wî ya çareserkirinê gelek mezin e. Tecrîda Îmraliyê bandor li her alî kiriye. Hemû kaos û krîzên tên jiyîn girêdayê tecrîdê ne. Azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan ji bo gelan girîng e. Em çiqas vê paradîgmayê bikin jiyanê wê şikandina tecrîd û îşkenceyê jî pêkan be. Azadiya Kurdan girêdayê vê paradîgmayê ye.