Berteka li hemberî taciza li Wanê didome: Dê têkoşîna me bidome 2023-10-07 09:16:01       Rozerîn Gultekîn - Elfazî Toral   STENBOL - Li Wanê di 1’ê cotmehê de 6 çawîşên pispor 2 jin tacîz kiribûn. Li dijî vê bertek her diçin mezin dibin. Jinan diyar kirin ku wê têkoşîna xwe bi awayekî xurt bidomînin û got wê li dijî hemû zextan wek tevgera kurd dengê xwe bilind bikin.    Hat hînbûn ku li Rêya Armuşê ya Wanê li kolana Mereşê di 1’ê cotmehê de 6 çawîşên pispor 2 jin tacîz kirine. Gel bertekên mezin nîşan dan û çawîşên pispor derb kirin. Piştî vê ji li dijî bûyerê ji her derê Kurdistan û Tirkiyeyê bertek hat nîşandan. Bertekên li dijî bûyerê didomin.   Siyasetmedar û rêxistinên jinan der barê mijarê de bertek nîşandan û ji JINNES’ê re axivîn.   ‘Em li dijî tûndiyê têkoşînê dimeşînin’   Ji Kirkyamayê Tulay Korkutan, bertek nîşanê bûyerê da û daxuyakirin ku gumanbar ji polîtîka bêcezahiştinê hêzê digirin û wiha bi lêv kir: “1’ê Cotmehê de li Wanê 6 çawîşên pispor 2 tacîz kir. Li kolan, mal û her derê tûndiya mêr zêde dibe. Musa Orhan yê destdirêjî li Îpek Er kir û întîxar lê ferz kir, serbest tê darizandin. Jinên bertek nîşanê vê dan hatin cezakirin. Gumanbar ji vê cesarete digirin. Çawîşên pispor yên li Wanê jî cesaret ji vê digirin. Tûndî li her derê zêde bûye. Em jin wê li dijî vê têkoşîna xwe mezin bikin.”   ‘Em ji bo mafên xwe têdikoşin’   Tulayê da zanîn ku jinên 25’ê mijdar û 8’ê Adarê rêxistin dikin bi 30 salî tên darizandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li dijî têkoşîna jinan êrîşek meizn heye. Pergal dixwaze jin li malê runin li zarokan binêrin. Serî bitewînin. Lê em jin ji bo mafên xwe têdkoşin. Bêguman çareseriya vê têkoşîn û parastina jiyanê ye.”   ‘Em bi zîhniyeta desthilatdariyê re rû bi rû ne’   Hevberdevka Rêxistinbûnê ya Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) a Herêma 1'em a Stenbolê Besra Îşsever, jî berteka xwe wiha anî ziman: “Tacîza li Wanê girêdayê polîtîkayên şer yên li herêmê ne. Heta polîtîka bêcezahiştinê hebe wê ev jî bidomin.Hemû leşker û polîs li gorî daxwaza xwe tevdigerin. Em bi desthilatdariyeke ku bi salane têkoşîna me diçewisînin re rû bi rû ne. Li dijî van polîtîkayên şer divê em we rêxistin bikin, piştevanî û têkoşîna xwe bilind bikin. Li dijî hemû zext û polîtîkayên şerê tabet em wek tevgera Kurd wê dengê xwe bilind bikin.”   ‘Destkeftiyên me di bin êrişan de ne’   Endama Meclîsa Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Tanya Kara jî bi lêv kir ku tûndiya mêr her diçe zêde dibe û jin li her qada jiyanê bi tûndiyê re tên rû hev. Tanyayê ev tişt diyar kir: “Li dijî maf û destkeftiyên me êrîşek mezin heye. Li aliyê din jî polîtîkayek şer tê meşandin. Li Kurkditanê hîn girantir ev polîtîka tên meşandin. Ev jî bi sûcên polîs û çawîşên pispor yên li herêmê tên kirin tê dîtin. Leşker û polîs destdirêjiyê û tacîzê li jinên zanîngehê dikin. Lê ev tên veşartin. Gumanbar tên parastin.  Dewlet gumanbaran diparêze.em bi înat dibêjin. Çi bi Gulîstan Doku hat? Em ê vê her tim bipirsin. Em dizanin ku kî gumanbaran diparêze. Em dizanin kî Musa Orhan diparêze. Em wek jin ji bo vê wê têkoşîna xwe li her derê bidin.”   Ji Kolektîfa Femînîst a Zanîngehê Elîf Tutku Sari jî balkişand ser rewşa 2 jinên hatine tacîzkirin û got ev êriş êrîşeke li hember têkoşîna jinane û got tûndiya mêr xwe li her derê daye der û got: “Wê têkoşîna me bidome. Em ê şopdarê van bûyeran bin. Tûndiya mêr her tiçe zêde dibe.  Ji bo vê divê em bikevin piştevaniyê û mafên xwe bigirin.”