Hasîbe Yazdik: PDK yekitiya neteweyî asteng dike 2023-10-06 09:10:11     AMED - Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hasîbe Yazdik derbarê helwesta şer a PDK’ê û yekitiya neteweyî ya gelê Kurd de nirxandin kir û got ku ji ber PDK siyaseteke bikaribe pêşiya xwe bibîne ya berfireh nake tenê li berjewendiyên xwe difikire û li pêşiya yekitiya netweyî ya gelê Kurd dibe asteng.    Li Başûrê Kurdisanê bi destê dewleta Tirk di demên dawî de gelek êrîş û sûîqast tên kirin. Di êrîşa dawî ya çekdarî ya li ser Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya li Hewlêrê ku Deniz Cevdet Bulbun hat qetilkirin de jî hat nîşandan ku Başûr bûye navenda êrîş û sûîqastên dewleta Tirk.  Bêdengî û pêşînegirtina li van suîqatan a Partiya Demokr a Kurdistanê (PDK) jî wê dike hevkarên van êrîşan.  Di derbarê mijarê de Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Amedê Hasîbe Yazdik nirxandin kir.   ‘PDK naxwaze di nav yekitiya neteweyî de cih bigre’   Hasîbe Yazdik di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku berjewendiyên malbatî û tunebûna polîtîkayên ji bo pêşerojê çavên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) girtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ PDK derfetên ku hemû kurd dikarin li ser axa xwe bijîn  û bibin xwedîstatû nabîne. Berjewendiyên malbatî û heremî dijminantiya li hemberî gel derxisitne asta herî jor. PDK dibêje bila ya min be û bila biçûk be. Her kurdekî xwenas dizane ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ji bo yekitiya gelê Kurd dixebite. KNK’ê bi caran ji bo PDK di nav xebatên kongreya neteweyî de cih bigire pê re hevdîtin kiriye. Lê belê PDK bi israr, naxwaze di nav yekitiya neteweyî de cih bigre. Êrîşa li hember nûnertiya KNK’ê ya Hewlerê,  encama helwest û nêzîkatiya PDK’ê ye. Bi vê êrîşê dixwaze pêşî li xebatên KNK’ê yên ji bo yekitiya neteweyî bigire."   ‘Bêdengiya PDK’ê nişana hevkariyê ye’   Hasîbeyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di sedsala duyemîn a komarê de dewleta Tirkiyeyê dixwaze dîsa gelê Kurd bêstatû bihêle û da zanîn ku bi salane xebatên dewletê yên ji bo xapandina gelê Kurd berdewam dikin. Hesîbeyê daxuyand ku xebatên wan ên di vî warî de li Îmraliyê têk çûn û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk niha jî dixwazin bi destê PDK vê bêbextiyê li dijî gelê Kurd bidin kirin. Bêdengiya PDK ya li hemberî  êrîşa nûnertiya KNK’ê û qetilkirina Deniz Cevdet Bilbûn ji bo tarîkirina sûîqastê ye û ev helwest nîşan dide ku ev êrîş di encama hevkariya PDK’ê de pêk hatiye. Heta ku PDK di derbarê vê êrîşê de daxuyanîyekê nede û gelê Kurd qanîh neke wê di wîjdanê gelê Kurd de sûcdar bê dîtin."   ‘PDK dixwaze hewldanên yekitiya neteweyî  vala derxîne’   Hasîbeyê da xuyakirin ku bi salane bi pêşengiya KNK’ê xebatên yekitiya netweyî di nava kurdan tên meşandin û da zanîn ku PDK dixwaze wan hewldanên ji bo yekitiya neteweyî  vala derxîne. Hasîbeyê da nîşandan ku PDK bi vê helwesta xwe hem hêza gelê kurd a têkoşîna li hemberî dagirkeriyê dixe û, hem jî rê nîşanî dijmin dide û wiha pê de çû: “Gava pêwîstî pê hebe, bi awayên eşkere an jî veşartî li hemberî hêza ji bo azadiya gelê kurd rasterast şer dike. Bêguman armanca vê helwesta PDK’ê ku bi şewirmendiya Hakan Fîdan hatiye geşkirin, qelskirina hêviya yêkîtî û hevgirtina gelê Kurd û dê rê li ber hevkujiyê veke.”   ‘Divê ev sedsal bibe sedsala yekitiya gelê Kurd’   Hasîbeyê destnîşan kir ku dewleta Tirkiyeyê bi van êrîşan dixwaze tevgera azadiya gelê Kurd bêbandor bike û Rojava Û Başûrê Kurdistanê dagir bike. Hasîbeyê bilêvkir ku ji bo PDK hevkariya dagirkeriyê neke û  gelê kurd karibe destkeftiyên xwe yên 50 salan biparêze  pêwîsta PDK vê bêbextiyê biterikîne û di nava yekitiya neteweyî de cih bigre. Hasîbeyê wiha berdewam kir: “ Banga me ev e divê gelê me yê Başûr, hewldanên PDK şermezar bike û rabe ser piyan. Divê pêkanînên PDK protesto bike. Dawiya van pêkanînan bêbextî ye. Bi yekitî û tifaqa kurdistanî ev sedsal dê bibe sedsala gelê Kurd. Îro Kurdistan di nav dagirkeran de hatiye perçekirin. Lê belê di dilê me de yek perçe ye. Başûr, Bakûr, Rojava, Rojhilat yek e. Pêşengê tevgerên me nikarin bibêjin em ê tenê ji bo herema xwe têkoşîna xwe bidomînin û divê bi giştî ji bo azadiya Kurdistanê têkoşînê bidin. Bijî kurd û Kurdistan.”