Li dijî komployê 25 sal in têdikoşe: Ew rêberê wekhevî û mirovahiyê ye 2023-10-05 09:30:39     Oznur Deger   MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Besna Gunay ku 25 sal in li dijî komploya 9’ê Cotmehê ya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di çalakiyê de ye wiha got: “Abdullah Ocalan rêberê wekhevî û mirovahiyê ye. 25 sal berê gelek kes hatin girtin derketin çiya. Li hundir kes neman. Kes li mala xwe rûnenişt. Her kes di çalakiyê de bû.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi komploya navneteyî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de di bin organîzatoriya DYA’yê de bi piştgiriya Rûsya, Roma, Kenya, Yewnanîstan, Belarsê radestê Tirkiyeyê hat kirin.   Gelê Kurd ji 9’ê Cotmehê heta 25’ê Sibatê li dijî komployê di berxwedanê de bûn. Di 9’ê Cotmehê de girtî Halît Oral ê li girtîgeha Tîpa E ya Mereşê bi şîara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ agir berda bedena xwe. Piştre li pey hev çalakiyên li dijî komployê pêk hatin. Peyama berxwedanê hat dayîn.    Di 25 salan de di serî de li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn, Ewropa û hemû cîhanê çalakiyên girseyî pêk hatin. Her sal di 9’ê Cotmehê de li dijî komployê çalakiyên girseyî pêk tên.   Dayika Aştiyê Besna Gunay der barê pêvajoya 25 salan de, armanca komployê û çalakiyên pêk hatine de axivî.   Bandora komployê ya li ser malbatê   Besnayê diyar kir ku kurê wê Ziyadîn Gunay (Erdal Mardînî) 16 sal berê di bombebaranek li Qendîlê de winda kiriye û kurê wê yê din jî Abdullah Ocalan ji 1999’an de girtiye. Besnayê got ew wek dayikekê şer naxwaze û wiha got: “Em komployê qebûl nakin. Ji bo şer raweste em her tiştî dikin. Kurê min Abdullah Gunay bêyî sûc hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn.”   Besnayê bang li hemû jinan kirin ku li dijî tecrîdê bibin yek têbikoşin. Besnayê wiha domand: “Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê Kurdan ê hemû cîhanê ye. Em dayik ji bo xwîn nerêje têdikoşin. Bila zarokên kesî nemirin. Em şer naxwazin. 28 sal in ez têdikoşim. Komplo ket 25 saliyê. Me di vê 25 salî de her tişt dît. Kurekî  min 25 sal ingirtiye. Kurê min ê din tevli PKK’ê bû û di bombebaranekê de jiyana xwe ji dest da. Divê êdî ev şer raweste. Em jiyanek mirovane dixwazin.”   ‘Ew Rêberê mirovahî û wekheviyê ye’   Besnayê balkişand ser tecrîdê û wiha bertek nîşan da: “Abdullah Ocalan ji bo gelan girîng e. Ev du sal in tu agahî jê nayê girtin. Ew rêberê mirovahî û wekheviyê ye. Em ji ber rewşa wî bi fikar in. CPT çû hevdîtinê lê tiştek negot. Em di mereqê de ne. Heta tecrîda li ser ranebe em ê têbikoşin. Dema salên ewil ên komployê de her kes rabûn ser piyan. Her kes wê demê li kolanan bûn. Tevli çalakiyan dibûn. Mirov derketin çiyan, ketin zindanan. Bi hezaran li kolanan di çalakiyan de bûn. Kes li mala xwe nedima. Lê mixabin mirov êdî ne wek berê ne. Ditirsin.  Lê heta ku ev komplo bidome wê şer jî bidome. Sedema şer jî tecrîd e. Divê demildest ev komplo rabe û tecrîd bê şikandin.”