'Bi çalakiya Arîn Mîrkan dîroka nû ya jinan hat nivîsandin' 2023-10-05 09:11:44     Mîdye Miqted   HELEB - Dayika Arîn Mîrkan Wehîde Hiso Henan û Endama Koordînasyona Kongra Star a Taxa Şêxmeqsûdê, Fehîme Hemo têkildarî 9'emîn salvegera Arîn Mîrkan de bal kişandin ser berxwedana Arînê û wiha gotin:"Bi çalakiya Arîn Mîrkan dîroka nû ya jinan hat nivîsandin. Em çalakiya Arînê serbild in."   Di 15'ê Îlona 2014'an de çeteyên DAIŞ êrîşên xwe birin ser kantona Kobanê. Di van êrîşan de Yekîneyên Parastian Jinê (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo parastina axa Kobanê ya ji dagirkeran û êrîşan ketin tevgerê. Di berxwedana Kobanê de şervanan berxwedan û têkoşînek mezin dan. Arîn Mîrkan şervana YPJ'ê di 5 'ê Cotmeha 2014'an de li dijî êrişan çalakiya fedayî pêk anî. Çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan ji cîhanê re îsbat kir ku jin dikare parastina welat û nirxên xwe bike. Navê nasnameyê ya Arîn Mîrkan Dilara Kênc e û li gundê Mîrkan a navçeya Mobeta ya kantona Efrînê ji dayik bûye. Arîn bi derketina çirûska şoreşa Rojava tevî şoreşê bû û bi armanca parastina rûmeta gelê kurd di nav refên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) de cih girt.    Dayika Arîn Mîrkan Wehîde Hiso Henan û Endama Koordînasyona Kongra Star a Taxa Şêxmeqsûdê, Fehîme Hemo, di salvegera 9'emîn a şehadeta pakrewan Arîn Mîrkan de ji ajansa me re axivîn.    'Bi dilnizmiya xwe dihat nasîn'   Wehîde Hiso Henan da zanîn ew ê her tim li ser şopa cangoriyên xwe bin û wiha got:"Arîn Mîrkan bi dilnizmiya xwe di nava hevalên xwe de dihat nasîn. Jêhatî bû û li hember hemî pirsgirêkan çare didît. Ez çiqas li ser çelengiya wê biaxivim dawî lê nayê. Berxwedana ku Şehîd Arîn Mîrkan kir, li ser milê me barekî pir giran e. Em jî xwîna pakrewanên xwe li erdê nahêlin, ji ber ew di di dil û giyanê me de dijîn. Em ê her li pey şopa wan bin, heta ku em vedigerin Efrîna xwe. "   'Bi riya telefona cîranan, min dengê Arîna xwe bihîst'   Wehîdeyê bal kişand ser tevlîbûna Arîn Mîrkan a nava YPJ'ê û wiha got:"Keça min dema tevlî refên YPJ'ê bû 15 salî bû. Bi riya hevalek ji gundê Mezin tevlî bû. Min digot li mala apê xwe ye û xwendina xwe didomîne lê piştî du rojan me zanî ku Arînê bi daxwaza xwe tevlî refên YPJ'ê bûye. Di destpêkê de min bawer nekir û her min li riya hatina wê meyze dikir, piştî demek kûr bi riya telefona cîranan, min dengê Arîna xwe bihîst. Ji min re got dayê em ê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Ji wê demê de piştî 7 salan nameyê wê ji me re hatin. Em hîn bûn ew li Garê dimîne. Min pir hewl da ez biçim wê bibînim lê ji ber wê hevalên wê têketa xetereyê, ez neçûm. Min got bila ew û hevalên xwe sax bimînin, ya girîng ji bo min ev e."   'Ez bi çalakiya keça xwe gelekî serbilind bûm'   Wehîdeyê bi lêv kir ku ew bi çalakiya keça xwe serbilind e û wiha pê de çû:"Di sala 2014'an Cejna Qurbanê de, mala me tije mêvan bûn. Li ser taştê li ser televizyonê me nûçeya çalakiya fedayî ya pakrewan Arînê bihîst. Ez pir xemgîn bûm, dibe ku min pir hêsir barand lê ji xemgîniya min bêhtir ez serbilind bûm. Ji ber ku keça min ew hêz di xwe de dît û xwe di nava çeteyan de teqand da ku Kobanê rizgar bibe. Piştî ku Kobanê rizgar bû, min ew hesret bi xwe re nehişt û min serdana Girê Miştenûrê kir. "   Wasiyeta Arîn Mîrkan   Dayika Wehîdeyê da zanîn ku Arînê di wasiyeta xwe de gotiye bila dayika wê di şehadeta wê de bilîrîne û Dayika Wehîdeyê jî bi lîrandinê dawî li axaftina xwe anî.    'Bi çalakiya Arîn Mîrkan dîroka nû ya jinan hat nivîsandin' Endama Koordînasyona Kongra Star a Taxa Şêxmeqsûdê, Fehîme Hemo da zanîn jinên mîna Arîn Mîrkan li dijî faşîzmê şer kirine û wiha got:" Em beriya her tiştî hemî pakrewanên xwe yên ku di xeta parastina welat de canê xwe feda kirine bi rêzdarî bi bîr tînin. Em îro çiqas li ser lehengiya fermendar Arînê biaxivin jî em nikarin tam mafê wê bidin. Ev 9 sal in di ser şehadeta wê re derbas dibe. Di heman demê de 9 sal di ser dîroka jinan re derbas dibe, ji ber ku bi saya pakrewanên mîna Arînê dîroka nû ya jinan hat nivîsandin. Jinên mîna Arînê ji bo têkbirina desthilatdarî û faşîzimê canê xwe feda kirin. "   'Ji bo têkbirina hêza jinan êrişan dewam dikirin'   Fehîmeyê bal kişand ser girîngiya Xweseriya Demokratîk û wiha pê de çû:"Bi hezaran pakrewanên jin ji bo tevahî jinan bûn riya ronahiyê. Îro bi vê sayê, bi hezaran jinên kurd cihên xwe di qadên leşkerî de digirin û yekîtî dan avakirin. Ev yek jî li xweşiya dewleta tirk nehat û ji bo ku îradeya jinan û projeya Xweseriya Demokratîk ji holê rake êrişên xwe li ser herêmên Xweseriya Demokratîk dewam dikin. Xweseriya Demokratîk li ser bingeha wekheviya jin, mêr û hemî pêkhateyan hatiye avakirin. Bi êrişan xwestin projeya Xweseriya Demokratîk hilweşînin. Lê belê ev projeya ku li ser fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin wê qet neçewise. Ji ber her jinan xwe bi vê sayê, zêdetir bi rêxistin kirin. Jinan xwe di milê fikir û ramanê de pêş xistin. Cihê xwe bi awayekî baş di qadên siyasî de girtin û li hember zihniyeta mêr a desthilatdar bêdeng neman. "    'Bi çalakiya Arîn Mîrkan Kobanê gihaşt rizgariya xwe'   Fehîmeyê da zanîn bi planên dewletan êriş li ser Kobanê dihat kirin û wiha lê zêde kir:"Di wê demê de şerekî pir giran ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê yên girêdayî dewleta tirk a dagirker ve dest pê kir. Bi çekên giran bi ser welatiyên Kobanê ve dihatin. Bi wan çekan êrişî YPJ û YPG'ê dikirin. Bi planên dewletan êriş li ser Kobanê dihat kirin. Lê belê bi çalakiya Arîn Mîrkan û bi têkoşîna Gelê Kurd, Kobanê gihaşt rizgariya xwe."   'Me hêza xwe ji çalakiya Arîn Mîrkan girt'   Fehîmeyê qala lehengiya pakrewan Arîn Mîrkan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Arîn Mîrkan ji bo planên çeteyan û yên dewleta tirk vala derxe li Girê Miştenûrê canê xwe feda kir û Kobanê rizgar kir. Me jî hêza xwe ji çalakiya Arîn Mîrkan girt. Me xwe zêdetir bi rêxistin kir û me xwe gihand jinan. Em soz didin ku em ê li ser riya Pakrewanên xwe bin. Heta ku em tevahî jinan ji bin desthilatdarî û tundiyê rizgar bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Di heman demê de jî ji bo em azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîsoger bikin, em ê li berxwe bidin."