Nîvê şevê ji bo testa DNA’yê ew birin ATK’ê 2023-10-05 09:05:33       AMED - Di çarçoveya şerê taybet de her roj li Kurdistanê rêbazek tê ceribandin. Ve carê jî nîvê şevê diçin li ber deriyê mala Hazal Bayram û dixwazin ji bo testa DNA'yê li ATK'ê xwîn bide. Hazal, diyar kir ku ev rêbaz ji bo afirandina tirs û fikaran e û vê yekê qebûl nakin.   Polîtîkayên taybet ên şer her roj bi rêbazeke cuda li Kurdistan û Tirkiyeyê tê meşandin. Rêbaza ku niha tê meşandin jî ji bo belavkirina tirs û fikaran a di nava malbatên kurd de ye. Gelek cenazeyên ku encamên DNA'yê derketibin radestî malbatan nakin. Nahêlin ku hinek malbat jî xwîn bidin cenazeyên xwe tespît bikin. Rêbazek din a cuda jî li Amedê hat jiyîn.    Kurê Hazal Bayram Azîz Bayram (Andok Amed), 9 sal beriya niha tevlî PKK'ê bûye. Nivê şevê polîsan li deriyê mala Hazalê dixin û dixwazin bibin Saziya Tip a Edlî (ATK) ji bo kurê xwe xwîn bide, lê dema diçe ATK'ê jî tiştek jê re nayê gotin. Hazal derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.    'Ji bo testê şev hatin ber derî'   Hazal, destnîşan kir ku şev di saet 02:00’yan de polîs hatin ber malê û wiha berdewam kir: "Şev hatin li deriyê me xistin. Min derî vekir. Gotin 'Divê tu bi me re bê û ji bo testa DNA’yê xwîn bidî'. Min ji wan re got mêvanên min hene, bila bimîne serê sibê. Lê belê gotin em ê te bibin û bînin. Min birin û xwîn ji min girtin. Gelo çima şev tên deriyê me dixin û zarokên li malê ditirsînin. Ev rêbaz nayê qebûlkirin."    'Li ATK'ê tiştek negotin min'   Hazal, di axaftina xwe de wiha behsa çûyîna xwe ya ATK'ê kir: "Dema ez çûm li wê derê tiştekî ji min re negotin. Her wiha keça tîyê min Ayşe Bayram bi nasnav Evrîm Amed di 2018’ê de li Şirnexê jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku dayik û bavê wê jiyana xwe ji dest dabûn, xwişk û birayên wê xwestin xwîn bidin. Lê ev 4 sal in ATK'ê serlêdanên wan qebûl nake û ew li goristana bêkesan hatiye definkirin. Niha çima ji bo me wisa dikin, ez fêm nakim. Dema ku di destê mirovan de agahiyek tunebe çima tên ber deriyê malê."    Dixwazin malbatan bitirsînin   Hazal, diyar kir ku armanc dikin ku tirs bixin dilê malbatan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her tişt anîn serê me. Me her tişt dît. Em ê êdî çima bitirsin? Em naxwazin zarokên me bitirsînin. Gelek caran hatin ber deriyê me û di dema pandemiyê de jî telefon vedikirin, tişt dipirsiyan. Me ji wan re got haya me tiştekî nîne. Em vê tiştê qebûl nakin. Em ê xwedî li gerîla û şehîdên xwe derkevin."