Tahsîskirina Mala Dengbêjan tê wateya tunekirina çandê 2023-10-05 09:04:17     Nazlican Nûjîn Yildiz   WAN - Şaredariya Cizîrê Mala Dengbêjan tahsîsê Midûriyeta Perwerdê ya Mîllî kir, dengbêj Sîsê Şaybak diyar kir ku bi vê yeke dixwazin Gelê Kurd û çanda kurd tune bikin.   Qeyûmên ku di navbera 2016-2019’an de tayînê şaredariyên Partiya Demokratîk a Gel (HDP) hatin kirin xespkirina mafan didomînin. Qeyûmê ku tayînê şaredariya Cizîr a Şirnexê bû, Mala Denbêjan ya dîrokî ji bo Lîseya Hunerên Xweşik bê bikaranîn tahasîsê Midûriyeta Perwerda Mîllî hatibû kirin. Mala Dengbêjan berê jî bi tayînkirina qeyûm re hatibû cemawerîkirin. Di biryara derbarê tahsîskirinê de hinceta ‘Nirxên hunerê li gorî hawirê pêk anîn’ nîşan dan.   Dengbêj Sîsê Şaybak derbarê rewşê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku li hember saziyên kurd êriş heye û tevî her tiştî kurd li ser piyan e. Dengbêj Sîsê da zanîn ku dengbêjî hêza mirovahiyê ye û çanda kurd e û got: “Dengbêjî di heman demê de ji hezkirin û mereqê tê. Kesekî mereq neke nikare bibe dengbêj. Ji bo min dengbêjî wisa ye. Çanda dengbêjiyê gelek girîng e.”   ‘Em li benda hilbijartinên şaredariyê ne’   Sîsê daxuyakirin ku hewl tê dayîn çanda kurd bê tûnekirin û tevî vê Gelê Kurd nikare bê tunekirin û wiha daxuyand: “Bi salane li hember destkeftî, çand, ziman û jiyana kurdan êriş hene. Lê dîsa jî Gelê Kurd li ser piyane. Ez dixwazim Gelê Kurd ligel hev cih bigirin û li dijî tûnekirinê têbikoşin. Qeyûm dibêje ‘Ez mala dengbêjan nedim perwerda mîllî wê dîsa bên li vir mala dengbêjan vekin’. Naxwazin kurd cih ji xwe re vekin. Lê em li ser piyan e. Em li benda hilbijartinên şaredariyê ne. Em ê dîsa bi ser kevin.”   ‘Çand kurd hedef tê girtin'    Sîsê bi lêv kir ku piştî tayînkirina qeyûman gelek cih hatine girtin û wiha berdewam kir: “Dema jin tên gel hev derbarê çanda xwe de diaxivin. Derbarê derdên xwe de diaxivin. Lê ew naxwazin kes bên gel hev.  Ew dixwazin li gorî xwe kurd ava bikin. Dixwazin ku kurd hevdu tune bikin. Bi tahsîskirina Mala Dengbêjan hedefgirtina çanda kurd e."