Nagihan Akarsel li Mêrdînê hat bibîranîn 2023-10-04 14:41:05     MÊRDÎN - Endama Jineolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û rojnameger Nagîhan Akarsel di yekemîn salvegera qetilkirina xwe de bi kilaman hat bibîranîn.    Di 4’ê Cotmeha 2022'yan de Endama Jineolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û rojnameger Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin. Ji bo Nagîhanê li eywana konferansa Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê bernameya bibîranînê hat lidarxistin. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), bi tevlîbûna Dayikên Aştiyê û gelek jinan bername hat lidarxistin.    Li eywana wêneyên Nagîhanê lê hatibûn aliqandin ji bo Nagîhanê find hatin pêxistin. Ji bo bîranîna Nagîhanê deqeyek rêz hat girtin. Çalakiyê bi pêşandana sînevizyonê dewam kir. Bi sînevizyonê mijara têkoşîna jiyanê ya Nagîhanê hat pêşandan û jinan her tim dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin.    Piştî sînevizyonê Dayikên Aştiyê kilamên Kurdî gotin. Jinên di çalakiyê de hestiyar bûn dirûşmên "Jin jiyan azadî","Şehîd namirin" berz kirin.