Banga têkoşîna li hemberî şîdeta bi unîforma 2023-10-04 09:18:54     Zelal Tunç    WAN - Endama Komeleya Jinan a STAR a Wanê Rojbîn Bor, bal kişand ser berteka gel a ku li Wanê li hemberî çawişên pispor hatî nîşandan û got: "Piştî ku gel bertek nîşan da bûyer derket holê, ji ber ku faîl bêceza tên hiştin gel bi xwe edaleta xwe pêk tîne."   Li Kolana Maraşê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hat diyarkirin ku 6 çawişên pispor du jin tacîz kirine.  Li gorî agahiyên ku ji esnafan hatin girtin, 6 çawîşên pispor ên serxweş ku li xwaringehekê xwarin dixwarin, di navbera xwe de nîqaş kirine û xwediyê xwaringehê jî ew çawişên pispor ji xwaringehê avêtine derve. Çawîşên ku xwediyê xwaringehê ew derxistine derve pişter jî du jin tacîz kirin û gel jî bertek nîşanî wan daye.  Çawîşên pispor ên ku heqaret li gel kirin gel jî bertek nîşan daye û êrişî wan kiriye.   Çawîşên pispor ên ku gel êrişî an kir, piştre li cihekî ku alkol lê dihat firotin xwe veşartin. Gel bertek nîşan da û dirûşmeyên “Kelepçe”, “Leşker ber bi Baregehê” û “Yuh” berz kirin. Li ser bûyera ku mezin bû gelek polîs, maşîneyên zirxî û ambûlans hatin cihê bûyerê. Ji ber bertekên gel ku mezin bûn polîs, çawişên pispor kirin binçavan.    Bertekên li hemberî bûyerê didomin. Komeleya Jinan a STAR a Wanê xwestin daxuyaniyê bidin lê ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Ligel astengiyan jî jinan daxuyanî da û bertekên xwe anîn ziman. Endama komeleyê Rojbîn Bor ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.    Polîtîkayên şerê taybet   Rojbîn, daxuyand ku li vî welatî şîdeta li hemberî jinê derketiye asta herî jor û got: "Niha şeklê şîdetê guherî ye. Polîtîkaya şerê taybet li qadên cemaweriyê, li kolanan tê meşandin. Herî dawiyê li bajêr bi taciza çawiyên pispor derket holê. Ne îro tenê em bûn şahîdê pratîkên çawişên pispor. Mirov dikare gelek mînakan bide. Du roj beriya niha li bajêr bûyereke tacizê pêk hat. Ji ber ku tiştek nayê kirin ev bi cesaret derdikevin kolanan."   Rojbîn, diyar kir ji sala 2015'an heta niha li Kurdistanê şîdet bi "unîformayê" tê kirin û wiha bi lêv kir: "Zewicandina jina ciwan a bi çawişê pispor re walîtî gotibû 'Têkoşîna me bi terorê re wiha ye'.  Ev tişt nîşan dide ku hewldan bi kijan niyetê tê kirin. Jinên kurd wek mevzî û wek ganîmet tê dîtin."   Parastina kiryaran    Rojbîn, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser bûyera ku li Wanê derket holê: "Di 1'ê Cotmehê de li Wanê 6 çawişên pispor li kolanê 2 jinan taciz kir û gel bertek nîşanî wan da. Piştî ku ev 6 kes gotin em çawişên pispor in çeka me heye gotinên nîjadî kirin gel bertek nîşan da. Em ne alîgirên lîncê ne. Lê ji ber ku edalet pêk nayê û kiryar tên parastin gel hewl dide ku edaleta xwe pêk bîne. Mûsa Orhan’a, Talîp Korhan’a, Alparslan Akbudaga heke bihatana darizandin îro ev tişt dernediket holê."   Daxuyanî hat astengkirin   Rojbîn, destnîşan kir ku li dijî bûyerê xwestine li ber komeleyê daxuyaniyê bidin lê polîsan ji ber pankartê astengî derxist. Rojbîn wiha dirêjî da axaftina xwe: "Walîtiya Wanê 6 û 7 sal in bi kêyfî çalakiyên ku pêk tên asteng dike. Çend agahiya wan ji daxuyaniyê hebû jî dora me dorpêç kirin û xwestin daxuyaniya me asteng bikin. Ev tişt tê wateya parastina kiryaran. Piştî bertek û hewldana me ya saetek nîv me daxuyaniya xwe da. Polîsan dest danî ser pankarta me. Ji ber ku bêceza tên hiştin îro bi rihetî li kolanan sûc dikin."   Rojbîn Bor, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi taybetî ez bang li jinên ciwan ên li Kurdistanê dikim. Li hemberî bûyerên bi vî rengî hişyar bin."