Wê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê vebe 2023-10-04 09:09:34   AMED - Damezrînera MKG'ê Roza Metîna diyar kir ku wê MKG di 7’ê Cotmehê roja ku Gurbetelli Ersoz jiyana xwe ji dest daye de bê vekirin. Rozayê bang li jinên rojnameger kir û got: “Ji bo piştevaniya jinên rojnameger bêtir pêdivî bi xwedîderketina MKG’yê heye.”   7’ê Cotmehê ji bo jinên rojnamegerên kurd cihekî taybet digire. Gurbetelli Ersoz a ku heta dawiya jiyana xwe li dijî ziman û pênûsa mêrsalar, zayendperest li berxwe da di 7’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Ew çû lê belê hevalên wê pênûsa wê tu carî li erdê nehîştin. Her çiqas bi zext û zordestiyan êrîş li heqîqetê hat kirin jî  jinên rojnameger tu carî ji rêya heqîqetê venegeriyan. Wê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi vê armancê di 7’ê Cotmehê de vekirina xwe îlan bike. Damezrînera MKG'ê Roza Metîna ji bo vêkirina komeleyê bang li jinan kir.   ‘Jinên rojnameger ên kurd bi sekna xwe li cîhanê dibin mînak’   Roza Metîna di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ji dîrokê heta niha her tim, jinên rojnameger ên kurd bi zext û zordestiyê re rû bi rû mane. Rozayê anî ziman ku ji ber ku kevneşopiyeke giranbiha ya qada çapemeniya azad şopandine, berdewam kirine û di rêya Gurbetellî Ersoz, Denîz Firat û Şîlan Aras de meşîyane, lewma jî bûne hedef. Rozayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Desthilatdarî çi dibe bila bibe, di nav pergala heyî de dema ku guheriye jî zext û zordestiya ku li dijî jinên rojnameger tu carî neguheriye. Ji ber vê yekê jî jinên rojnameger her tim li berxwe dane. Jinên rojnameger bi heqaret, gotinên zayendperest re rû bi rû dimînin û kamerayên wan tên şikandin. Herwiha tên binçavkirin, girtin û di heman demê de jî di girtîgehan de bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Hem tundiyeke derûnî hem jî fîzîkî li jinan tê kirin. Di 3’yê Gulanê Roja Çapemeniya Azad a Cîhanê de jî jin bi tundî û îşkenceyan re rû bi rû mane. Lê belê ya girîng a pişta me xurt dike bibiryariya jinên rojnameger e. Tevî zilm û zordestiya tê kirin jî jinên rojnameger tu carî gav paş de navêjin. Bi vê sekna xwe jî jinên rojnameger ên kurd li cîhanê bûye mînak. Ez bawer im îro Gurbetellî Ersoz sax bûya wê jî bigota tu carî serê xwe netewînin û gavê paş de neavêjin. Lewma jî jinên rojnameger ên kurd vê kevneşopiyê esas digirin û rêya xwe didomînin."   Daxwaza Şîlan Aras pêk tînin   Roza Metîna destnîşan kir ku jinên kurd ên rojnameger bi rêxistinbûyîneke mezin têkoşîna xwe berdewam dikin û ji bo ku vê têkoşîn û rêxistinbûyînê mezintir bikin wê di 7’ê Cotmehê de vekirina Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê îlan bikin. Rozayê daxuyand ku daxwaza Şîlan Aras toreke çapemeniya jinê bê avakirin bûye û wiha bi lêv kir: “Ez bawer im îro Şîlan Aras sax bûya wê ji bo vekirina Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê gelek serbilind û bextewar bûya. Ji ber vê yekê jinên rojnameger ji bo li dijî zimanê zayendperest û hişmendiya yekperest rêxistînbûyina xwe zêdetir mezin bike wê di bin banê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê dê bên gel hev.”   ‘7’ê Cotmehê ji bo me tê wateya mezinkirina serhildanê’   Rozayê di berdewamiya axaftina xwe de da xuyakirin ku ji ber ku Gurbetellî Ersoz di 7’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da wê vêkirina Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê jî wê rojê îlan bikin. Rozayê da nîşandan ku ev dîrok ji bo jinên rojnameger ên kurd tê wateya mezinkirina serhildanê. Rozayê wiha berdewam kir: “Em vê rojê wiha pênase dikin. Lewma jî em ê serhildan û têkoşîna xwe ya di qada rojnamegeriyê de bêtir mezin bikin. Em ê di 7’ê Cotmehê de Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê vebikin. Em ê bi vê komeleyê re gelek kar û xebatan jî bikin û bi van xebatên xwe jî xwe bigihêjin gelek rojnamegeran. Em ne tenê dixwazin bibin dengê jinên kurd, em dixwazin bibin dengê jinên cîhanê jî. Em dixwazin bibin aliyên ku tên çewisandin û mafên ragihandina nûçeyan a civakê biparêzin."   ‘AKP-MHP bi medyayê zimanê tundiyê belav dike’   Rozayê balkişand ser medyaya alîgir û da zanîn AKP-MHP bi rêya çapemeniyê dixwaze civakê li gor birdoziya xwe bi teşe bike û bixapîne. Rozayê destnîşan kir ku yek ji armanca vekirina Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê rawestandina medyaya alîgir e û wiha dom kir: “Em ê nehêlin ku desthilatdariya yekperest bigihêje armanca xwe û medyayê wekî alavek hişmendiya baviksalarî bi kar bînin. Pergala AKP-MHP’ê bi rêya medyaya alîgir zimanê tundiyê belav dike û dibe sedema kuştin, qetilkirina jinan. Lewma jî ev tadeyeke mezin li jinan dike. Di heman demê de em ê bi vî rengî jî bibin dengê jinan. Em ê bi têkoşîn û pênûsa xwe bibin dengê jinan.”   ‘Ji bo piştevaniya jinên rojnameger bila jin xwedî li MKG'ê derkevin’   Rozayê destnîşan kir ku ji bo mezinkirina rêxistin û têkoşîna jinên rojnameger divê di bin Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê bên gel hev. Rozayê binê mezinkirina rêxistinbûyinê xêz kir û daxuyand ku rêxistinbûyîn çiqas mezin bibe ewqas jî li dijî zimanê zayendperest dê, bê sekinandin. Rozayê di dawiya axaftina xwe de wiha bangewazî li jinên rojnameger kir: “ Banga me ev e ku jin xwedî li Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê derbikevin. Ji bo piştevaniya jinên rojnameger bêtir pêdivî ji vê yekê heye.”