Muzeyen Karakoç: Dewleta tirk pîvanên şer binpê dike 2023-10-03 09:03:18     ÊLIH -Dayika endamê HPG'ê Habîp Karakoç (Egîd Berxwedan) ku di operasyona li Licê de jiyana xwe ji dest da Muzeyyen Karakoç, bertek nîşanî helwesta dewleta Tirk a li hemberî cenazeyan da. Muzeyyena ku diyar kir cenazeyê kurê wêê hatiye parçekirin û ji xeynî lingên wî tiştekî din nemaye got: " Dewleta Tirk pîvanên şer binpê dike."   Dewleta Tirk li her çar perçeyên Kurdistanê êrîş û operasyonên xwe yên qirêj li dijî gelê Kurd bê navber didomîne. Herî dawî li Hewlêrê êrîşek li ser ofîsa KNK’ê pêk hat û di encamê de berpirsê ofîsê û endamê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de dîsa di encama operasyona li Licêya Amedê ku pêk hat 4 endamên HPG’ê û YJA’ STAR’ê jiyana xwe ji dest dan. Habîp Karakoç(Êgîd Berxedan) jî yek ji wan çar kesan bû. Her wiha êrîşên dewleta Tirk piştî şer jî naqedin û êrîşî cenazeyan jî dike. Cenazeyan dişewitîne, ji naskirinê dûr dixe û nahêle xizm û malbatên cenazeyan wan li gorî dilê xw gor jî bikin.    Dayîka Habîp Karakoç (Êgîd Berxwedan) Muzzeyen Karakoç berteka xwe li dijî  nezikatiya li hemberî cenazeyan anî ziman û got ku li gel vê hovîtiyê jî wê dest ji daxwaza xwe ya aştiyê bernedaye.    ‘Bave wî çû ser cenaze lê cenaze nas nekir’   Muzeyyenê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku laşê kurê wê hatiye parçekirin û nizane ku beriya kuştinê an jî piştî kuştinê çi bi kurê wê kirine. Muzeyyenê anî ziman ku ji xeynî lingên kurê wê tiştekî wî nemaye û wiha dirêjî da axaftina xwe : “ Bavê wî çû ser cenaze, lê nas nekir.cenaze tev şewitandibûn û ji ber bîhnê, mirov nikaribû li ser wan jî bisekiniya. Cenze neşûştî bûn û destûr nedidan ku biçûna Amedê jî ji ber ku ji xeynî bavê wî destûr ji tu kesî re nedihat. Dema ku me dê cenaze defin bikira panzerên xwe kirin rê û nehiştin ku em biçin goristanê. Panzerek li pêş bû û yek jî li paş bû. Leşkeran nedihîştin kes bê, yên ku hatibûn jî xwişk, bira, xaltî û metên wî bûn. Li ser goristanê jî kamereyên wan di destê wan da bûn. Em dibêjin ku çi dibe bila bibe divê hurmeta mirov li hemberî miriyan hebe. Lê tune ye. Kanî mirovahî? Di hemû şeran de Şerên de piştî şer ji bo girtina cenazeyan navber hatiye dayîn. Lê di vî şerê tê kirin de tiştekî wiha tune ye.”   Li gel hovîtiyê di daxwaza aştiyê de bi israr e   Muzeyyenê da zanîn ku  çekên giran û bi awayek hovane serdegirtin hatiye kirin û bilêv kir divê şer jî li gor şert û mercên exlaqê bê kirin. Muzeyyênê da nişandan ku vê nêzîkatiyê pêvanên şer jî derbas kiriye û bê ehleqiyeke mezin e.  Muzeyyenê daxuyand ku serê wê bi tevlîbûna kurê wê ya  nava PKK’ê bilind e û wiha pê de çû: “Em naxwazin ku tu kes bê kuştin û bila zarokên me jî neyên kuştin. Em aştiye dixwazin û bila ev xwîna tê rijandin êdî bê sekinandin.”   ‘Bila destê xwe ji jiyana zarokên me bikşînin’   Muzeyyenê di dawiya axaftina xwe de sersaxî ji malbatên din yên ku zarokên wan di heman operasyona li Licê de jiyana xwe ji dest dan re xwest û da xuyakirin ku hêviya xwe ji azadiyê qut nekiriye. Muzeyyenê wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Ev pirsgirêk helbet dê rojekê çareser bibe. Bila nebêjin em mezinê dine ne, ji wan mezintir Xweda heye. Zarokên me hêsîr in, li ser av û axa kesekî runeniştine. Nahêlin ku di cihekî de star bibin. Dest danîne ser warê me. Axa Kurdistana me zêr e, çima êrîş dikin? Bila destê xwe ji jiyana zarokên me bikişînin. Êdî bes e. Bila ne yên wan bê kuştinê, ne jî yên me bên kuştin. Em naxwazin tu kes bê kuştin. Em aştiyê dixwazin."