Polîsan êriş bir ser çalakiya protestokirina binçavkirinan 2023-10-02 16:42:50     STENBOL - Polîsan êrişî çalakiya protestokirina binçavkirinan kir û gelek kes binçav kirin.    Rêveber û endamên Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de herî kêm 20 kes îro di danê sibehê de hatin binçavkirin. Endam û rêveberên partiyan xwestin li pêşiya HDP’a Stenbolê binçavkirinan protesto bikin. Lê belê polîsan taxa ku avahiya partiyê lê ye dorpêç kirin û nehiştin daxuyanî were dayîn.    Polîsan piştre jî êrişî girseyê kir û gelek kes binçav kirin.