Gel bertek nîşanî çawîşên pispor ên ku jin tacîz kirin da 2023-10-01 15:53:36     WAN - Li Kolana Maraşê ya Rêya Armûşê gel bertek nîşanî 6 çawişên pispor ku du jin tacîz kirin da.   Li Kolana Maraşê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hat diyarkirin ku 6 çawişên pispor du jin tacîz kirine.  Li gorî agahiyên ku ji esnafan hatin girtin, 6 çawîşên pispor ên serxweş ku li xwaringehekê xwarin dixwarin, di navbera xwe de nîqaş kirine û xwediyê xwaringehê jî ew çawişên pispor ji xwaringehê avêtine derve. Çawîşên ku xwediyê xwaringehê ew derxistine derve pişter jî du jin tacîz kirin û  gel jî bertek nîşanî wan daye.  Çawîşên pispor ên ku heqaret li gel kirin gel jî bertek nîşan daye û êrîşî wan kiriye.   Çawîşên pispor ên ku gel êrîşî an kir, piştre li cihekî ku alkol lê dihat firotin xwe veşartin. Gel bertek nîşan da û dirûşmeyên “Kelepçe”, “Leşker ber bi Baregehê” û “Yuh” berz kirin. Li ser bûyera ku mezin bû gelek polîs, maşîneyên zirxî û ambûlans hatin cihê bûyerê. Ji ber bertekên gel ku mezin bûn polîs, çawişên pispor kirin binçavan.