Mûsa Anter li Amedê hat bibîranîn 2023-09-20 13:32:05     AMED - Di merasîma bîranîna Apê Mûsa de kurê wî Dîcle Anter axivî û wiha got: “Bavo, rehet be. Generalên te yên biçûk pênûsa te li erdê nehiştin û ew darên çinarê mezin bûne.”    Rewşenbîr, rojnamevan û nivîskarê kurd Mûsa Anter di 20’ê îlona 1992’yan de ji hêla endamên JÎTEM'ê ve li Kolana 442’yan a Taxa Cumhuriyetê ya Semta Seyrantepe ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê hate qetilkirin. Mûsa Anter, bi pêşengiya Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û bi tevlibûna kurê Mûsa Anter Dîcle Anter, nivîskarê Yenî Yaşamê Huseyîn Aykol, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Hayrettîn Altûn, Hevserokê Partiya Çep a Kesk ê Amedê Abbas Şahîn, parlamenterên Partiya Çep a Kesk ên Amedê Ceylan Akça û Mehmet Kamaç, endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), nûnerên saziyên civaka sivîl ên Amedê û gelek rojnamegeran bi merasîmekê hate bibîranîn. Di bîranînê de wêneyê Mûsa Anter û rojnamegerên ku hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Polîsan destûr nedan ku wêneyên rojnameger Ferhat Tepe û Yilmaz Yakut ên hatin qetilkirin werin hilgirtin. Bîranîn bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.    Di daxuyaniyê de ji ewilî Berdevka MKGP'ê Roza Metîna axivî. Roza di serî de Mûsa Anter bi bîr anî û got: “Tevî hemû zextan jî Apê Mûsa dest ji rojnamegeriyê berneda. Apê Mûsa bi pênûsa xwe têkoşîneke mezin da. Em ê her tim pênûsa wî bigirin û dev jê bernedin. Em ê di her şert û mercan de mîrateya Apê Mûsa biparêzin. Li vê dewletê polîtîkayên bêcezakirinê hene. Bersûcên Apê Mûsa nehatin cezakirin.”   Piştre rojnameger Huseyîn Aykol axivî û ev tişt anî: “Apê Mûsa yê delal; min par li vir raporek pêşkêşî we kir û ji roja ku hûn hatin qetilkirin heta niha me rojname derdixist û televîzyonên me yên herêmî çêbûn. Yên ku hûn bi hovane qetil kirin digotin ku qey em ê dev jê berdin. Lê belê me alaya te bilind kir.”     Kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter jî wesiyeta bavê xwe bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Îro em dibînin generalên biçûk ên Apê Mûsa, pênûsa wî ya hatibû şikandin careke din temîr kirine, bi destê xwe girtine û rêya wî didomînin. Ew pênûs qet naşikê.”   Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç jî Mûsa Anter bi bîr anî û wiha got: “Apê Mûsa, apê Gelê Kurd e, tu carî nayê jibîrkirin û ew navê berxwedanê ye. Rêya wî rêya berxwedanê ye.”   Piştî axaftinan, girseyê dirûşmên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" û “Şehîd namirin” berz kirin û ber bi cihê Mûsa Anter lê hatiye qetilkirin ve meşiyan. Beşdaran, qurnefîl danîn cihê ku Mûsa Anter lê hatibû qetilkirin û merasîma bîranînê bi dawî bû.