Dildara Mor Çati: Hewcedarî bi stargehan heye 2023-09-20 09:09:01       Elfazî Toral   STENBOL - Dildara Mor Çayi Leyla Soydîç da zanîn ku jin nikarin biçin stargehên dewletê, hewcedarî pir bi stargehan heye û got: “Polîtîkayên dewletê raste rast bandor li ser jiyana jinan dike. Mafên me yên wekhev nadin me. Em wek Mor Çati li dijî van polîtîkayan wê xeta têkoşînê bidomînin û mekanîzmayên dewletê bidin zorê.”   Polîtîkayên dijminê jinê yên AKP-MHP’ê zêde dibin û piştî serokomarê AKP’ê Peymana Stenbolê fesh kir şûnde tundî zêde bû. Wezîra Xizmetên Malbat û Civakî Mahînur Ozdemîr Goktaş di 26’ê Tîmrehê de diyar kiribû ku wê mafê nefeqeyê bê sînorkirin. Wezîrê dadê Yilmaz Tunc jî di 16’ê Tebaxê de got wê der barê nefeqeyê de sererastkirinek nû bikin.   Mor Çati ku di 1990’an de  ji aliyê femînîstan ve ji bo têkoşîna li dijî tundiyê hat avkairin 33 sale xebatan dimeşîne. Mor Çati ligel piştevaniya bi jinan re li dijî tundiyê jî têdikoşe, ji bo wekheviya zayenda civakî  hewl dide û peymanên navneteweyî û yên netewî yên div ê mijarê de dişopîne û xebatan dimeşîne. Dildara Mor Çati Leyla Soydiç der barê xebat û têkoşîna dimeşînin de ji JINNEWS’ê re axivî.   Piştgiriya hiqûqî, civakî û psikolojik   Leylayê daxuyakirin ku du navendên piştevaniyê û stargehek Mor Çati heye û got: “Ji ser van her du xebatan em bi jinan re piştevaniyê ava dikin. Dema jin ji tundiyê direvin tên Mor Çati, gelek hewcedariyên wan jî dertên holê. Piştgiriya hiqûqî, civakî, psikolojik. Ligel vê em tûndiya li jinê hatiye kirin diaxivin.Em bi wan re diaxivin û hewcedariyên wan derdixin holê. Em bi vî awayî piştgiriyê didin jinan.”   Esasa wan polîtîka femînîst e   Leylayê her wiha destnîşan kir ku polîtîka femînîst esas digirin û wiha pê de çû: “Em xebata ku gelek stargehan vebikin, navendan vebikin û xizmetê bidin nameşînin. Em xebata bi jinan re dimeşînin vediguherin polîtîka femînîst. Em der barê tûndiya mêr, mijarên jiyana jinan eleqeder dikin de polîtîka diafirînin. Projeyên me jî ji vê re xizmetê dikin.”   ‘Hewcedarî bi stargehan heye’   Leylayê balkişand ser stargehan û got stargeha wan ya 25 kapasîte heye û wiha daxuyand: “Stargehên din girêdayê wezaret û yên din e. di salê de ji sedî zêde jin û zarok di stargeha me de dimîne. Stargeha me serbixwe xebatan dimeşîne. Serlêdan pir zêdene. Jin xwe digihînin me. Em nirxandinê dikin. Ev wisa dibe, carna jin neçin stargehê jî dikarin ji tûndiyê dûr bên girtin. Formul û alternatîf dikarin hebin. Stargeh pir girîngin. Li Tirkiyeyê hewcedarî bi stargehan heye. Divê hîn zêdetir stargeh bên vekirin.”   Jin nikarin biçin stargehên dewletê   Leylayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Stargeha Mor Çati tenê li Stenbolê heye û kapasîteya wê diyare. Em piranî serlêdanan dinirxînin û neçar dimînin berê wan bidin mekanîzmayên din. Li Tirkiyeyê stargeh li gorî hewcedariya xebatan nameşîne. Ji ber vê hewcedariya jinan dikare derkeve holê. Der barê stargehên dewletê de pirsgirêk hene. Der barê veşariyê de binpêkirin hene. Her jin nikare biçe stargehên dewletê. Ev pirsgirêka mezine.  Jinên penaber yên ne qeydkirî nikarin biçin. Zarokên ji 12 salî zêdetir nagirin stargehan. Jinên 60 aslî nikarin biçin. Ev pirsgirêke.”   ‘Polîtîka bandor li jinan dike’   Leylayê bi lêv kir ku polîtîkayên dewletê raste rast bandor li jinan dike û got sedema vê jî polîtîkayên civakî di esasa malbatê de tên meşandinê û wiha bi lêv kir: “Polîtîkayên muhafazakar bandor li her qadê kirine. mafên jinan bi xetereyan re rû bi rûne. Piştî feshkirina Peymana Stenbolê mixabin zext jî zêde bûn. Wezîra dadê got ‘jin nefeqeyê naxwazin.’Jin ji xwe her tim mahkumê xizaniyê tên kirin. Ji perwerde û hemû mafan bêpar tên hiştin. Ev pergal mafên wekhev nadin me. Bêguman jin bi xizaniyê re tên rûhev. Hewce bi nefeqeyê dibînin. Lê yên li dijî mêr wek mexdur tên dîtin. Em behsa hezar û hezar û 500 TL dikin. Her wiha ev li gorî mûçeyê mehane tê diyarkirin. Lê piranî mêr ji xwe nefeqeyê nadin.”   Wê xeterek polîtîk bê meşandin   Leylayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi têkoşîna femînîst hêzê digirin û wiha dawî lê anî: “Em hemû jin in û bi tûndiya mêr re tên rû hev. Ji ber vê em girîngiyê didin piştevaniya jinê. Em wek Mor Çati li dijî van polîtîkayan wê xeta têkoşînê bidomînin û mekanîzmayên dewletê bidin zorê.”