Pirsgirêkên li taxên Wanê naqedin 2023-09-18 09:04:39     Rojda Aydin   WAN - Jinên ku li taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê dijîn, destnîşan kirin ku ew gelek pirsgirêkan dijîn, lê qeyûm guh naye pirsgirêkên wan. Jinan, di heman demê de got dema hilbijartin nêz dibe tên soza didin, lê piştî pirê derbas dikin sozên xwe bi cih naynin.   Di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku 65 şaredariyan bi dest xist, di 19’ê Tebaxa 2019’an de qeyûm tayînê 3 Şaredariyên Bajarên Mezin hatin kirin û ji van yek jî Wan bû. Di 9’ê Mijdara 2019’an de jî qeyûm tayînê Şaredariya Navçeya Rêya Armûşê hat kirin. Piştî tayînkirina qeyûmê li bajêr pirsgirêkên av, ceyran û gelek pirsgirêkên din zêdetir bûn. Her pêvajoya hilbijartinên herêmî ku nêz dibe AKP sozan dide, dema ku pirê derbas dikin sozên xwe pêk naynin. Bi taybetî jî piştî qeyûm tayînê şaredariyan hat kirin, daxwazên gel nayên guhdarkirin. Di heman demê de dema HDP şareyan bi dest dixe hêviyên gel mezintir dibe.   Li taxa Karşiyaka ya Rêya Armûşê welatiyên ku dijîn bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. Jinan bertek nîşanê qeyûm dan û gotin qeyûm sozên xwe pêk nayne.      ‘Vîna me tê xespkirin’   Kumru Kaya ya ku taxê de esnafe, destnîşan kir ku rojên derbasbûyî ji ber barana ku barî tax di bin lehiyê de maye û rê hemû di bin heriyê de mane û destnîşan kir ku xanî û dikan hemû di bin lehiyê de maye. Kumru, wiha pê de çû: “Me fêkî û zebzeyên dikanê hemû avêt. Me du rojan dikanê paqij kir heta ku heriya dikanê qediya. Ew şeva ku lehî rabû me gelek zehmetî kişand. Rewşa mala keça min xiraptir e. Şaredarî dereng hat, lê tu tiştekî jî nekir. Şaredarî ji bo lehiya ku kete hewşa malê derbixin deriyê hewşê şikandin. Di heman demê de li taxê gelek zêde toz heye. Lê baran barî rewş hinek baştire. Hilbijartin nêz dibe û em dixwazin kesên baş bên li ser rêvebiriyê. Divê carekedin qeyûm tayînê şaredariyê neyê kirin. Şaredarî ji xwe ya me ye. Em naxwazin qeyûm tayînê şaredariyên HDP’ê bê kirin. Îro vîna me tê xespkirin.”   ‘Sozên ku didin pêk naynin’   Bêrîvan Oztunç jî diyar kir ku li taxê pirsgirêka rê gelek zêde ye û hemû rêyan de kortik çêbûne û wiha axivî: “Dema ku baran dibare di van kortikan de ev kom dibe. Ji ber vê yekê em nikarin di taxê de bimeşin. Cihê ku tu bimeşî tuneye. Gelek zêde pirsgirêkên me hene û em van pirsgirêkan dikişînin. Ji bo rêyên me bên çêkirin em gelek caran çûn serî li şaredariyê da. Lê belê tu kesek bi vê pirsgirêkê re eleqeder nebû. Dema ku hilbijartinên herêmî nêz dibe tên taxê, piştî hilbijartinê dîsa zûka diçin. Soza didin lê belê sozên xwe pêk naynin. Hûn rêyan bimînin nikarin bimeşin. Em ji şaredariyê nerazîne. Ji ber ku daxwazên gel pêk naynin. Rewşa taxê gelek xirab e. Jin tên rêyan sererast dikin. Bi tu awayî alîkar nabin. Bila ji rêyên me re çareseriyekî bimînin. Zivistan jî hat û rewş xiraptir dibe. Em di rewşek zehmet de ne.”   Li taxê pirsgirêk naqedin   Fatma Çakar jî li taxê gelek pirsgirêkan dijîn û ji van pirsgirêkan yek jî pirsgirêka av û ceyranê ye. Fatma, da zanîn ku pirsgirêka avê û ceyranê gelek zêde dijîn û wiha pê de çû: “Çend roj berê ji ber barana ku barî lehî rabû û taxa me hemû di bin heriyê de ma. Me bang li şaredariyê kir, lê piştî 3-4 rojan şûnde hatin. Ji ber lehiyê em nikarin zarokên xwe derbixin. Dema ku derdixin di nav heriyê de dimînin. Şaredarî gelek dereng tê û her wiha aliyê çopê de jî gelek pirsgirêk çêdibin. Dema ku çop dimînin bêhnek li taxê belav dibe. Şaredarî ger ku hem bi tax û hem jî kolanan re eleqeder bibe dê gelek baş bibe. Divê vê pirsgirêka ceyranê çareser bikin. Havîn waye qediya, lê me avê nedît. Ava me serê sibehê 9’an de dihat, saet 12’yan şûnde dihat birîn. Pirsgirêka avê îsal gelek zêde jiyan.”   Sozên wan heta pirê derbas bibin...   Esma Aşan jî da zanîn ku tu kesek bi taxê re eleqeder nabe û li taxê bê xwedî hatine hîştin. Esma, wiha domand: “Herî, bê av û bê ceyran e. Wekî ku bê xwedî hatiye hîştin. Kesên rayedar tu carî eleqeder nabe û ew peywira xwe bi cih nayne. Em tu rayedarekî nabînin. Lehî radibe, tu kesek pê re eleqeder nabe. Em di nava heriyê de dimînin, lê kesek tuneye. Kolan piştî bi rojan hat paqijkirin û şûştin. Dema ku hilbijartin soza didin, lê dema ku pirê derbas dibin sozên xwe bi cih naynin. Dema hilbijartin derbas dibe em tu kesekî nabînin. Her wiha em naxwazin ku qeyûm tayînê şaredariyên bêkirin. Kî dixwaze tiştek wisa, em naxwazin.”   ‘Şaredarî nehat’   Hulya Kaya jî da zanîn ku ji ber lehiyê xanî, dar û zebzeyên wê zirarek mezin dîtine û ev tiştan got: “Em pêrîşan bûn, lê tu kesekî nehat. Erebe nehat heriyê paqij nekir. Têketina mala min, destşo û serşo hemû zirarê dît. Me du sê caran şaredariyê geriya lê kesek nehat deriyê me nexist. Em ji şaredariyê nerazîne. Em dixwazin rê û pêşiya xaniyên me paqij be. Heta êvarê em nikarin ji nav heriyê derbas bibin.”   Rêyên hatin xirapkirin nayên çêkirin   Pêrîhan a ku paşnavê xwe negot, wiha got: “Şaredarî nehat. Sala borî gaza xwezayî kişandin taxê, lê belê tu tişt nehat kirin. Hîn gaz jî nedane taxê. Ji ber dogalgazê rêyên ku hatin xirapkirin nehat çêkirin. Toz radibe û malên me hemû qirêj dibin. Her çixwasî paqij dikin jî nabe. Şaredarî dibêje ez ê bêm, lê nayê.”