'Li konteyniran jiyan tune ye' 2023-09-18 09:03:38     SEMSÛR - Li Semsûrê ji ber di konteynir û konan de hîjyen tune ye bi jinan re gelek pirsgirêkên tenduristiyê rû didin. Ligel pirsgirêkên tenduristiyê pirsgirêkên nav malbatê jî dertên holê.   Di ser erdhêja ku 6’ê Sibatê de navenda wê Mereş bû pêk hat re û bandor li ser gelek bajaran kir de 7 meh derbas bûn. Tevî vê hîna pirsgirêkên erdhejzedeyan didomin. Li Semsûrê di kon û konteyniaran de pirsgirêk tên jiyîn û di konteyniran de 4-5 malbat bi hev re têkoşîna jiyanê didin. Jinên Semsûrê diyar kirin ku nexweşî zêde bûne û ew jiyanek baş dixwazin.   ‘Serê me tevli hev e’   Jina bi navê Sultan Dalmiş diyar kir ku dema regle ji ber stresa wê zêde bû zehmet derbas dikir û wiha got: “Di qadek biçûk de zarok, hevjîn. Em qelebalx û bi tirs û fikar bûn. Serê me tevlihev bû.  Ji ber vê di demên regle de stresa me pir zêde dibe. Em enfeksiyonê digrin.  Paqijî tûnebû. Serşo tûnebû. Lavabo tunebû. Av tûnebû. Bêguman vê pirsgirêkên nav malbatî jî bixwe re anî. Em 5-6 malan bi malbatê re jiyan. Bêguman bi hevjînê min re jî pirsgirêk dihatin jiyîn.”   ‘7 meh derbas bûn em hîna jî ditirsin’     Sultan Akdag jî  diyar kir ku di dema erdhêjê de li Semsûrê bûye û saleke li vir dimîne û got: “Zarok û jin perîşan bûn. Di konteyniran de jiyan tûne ye. Du meh piştî erdhêjê lehî rabû. Em di bin çiravê de man. Her malbatek ji 10 kesî pêk tê. Dê bav, zarok û hevjîn em hemû di konteynerekê de dimînin.  Ji ber konteynir tüne ne. Li konteyniran xwarin bi rêk û pêk nayê dayîn. 7 meh derbas bû lê hîna mirov ditirse. Lavabo, serşo tûne ne. Em erdhejzede jiyanek baş dixwazin. Jin enfeksiyonê digirin. Nexweş dikevin.”   Jina bi navê Şehnaz Çelîk jî diyar kir ku wek jin pir ji erdhêjê bi bandor  bûne û wiha domand: “Em 2 mehan di kon de man. Av tûne bû. Ceyran tûne bû.  Me bi dorê cilên xwe dişûştin. Spî ketin zaorkan. Demên ewil qet paqijî tûne bû. Hîna jî di vê mijarê de pirsgirêk tên jiyîn. Di navbera jin û mêran de pirsgirêk hatin jiyîn û piranî ji ber pirsgirêkan hatin asta hevberdanê.”   ‘Kesî nehat li rewşa me nepirsî’   Zeycan Ozdogan jî destnîşan kir ku demên ewil 15-20 rojan av nehatiye dayîn û ji ber nikaribûn serê xwe bişon enfeksiyon li wan peyda bûye û wiha domand: “Pirsgirêka avê hebû.  Zarokên biçûk hebûn. Ew nexweş ketin em nexweş ketin. Lê nexweşxane jî tûne bû. Cihekî em dermanan bigirin jî tûne bû. Tenê dihatin kolanan derman didan. Me nizanibû nexweşiya me çi ye. Zaroka min ya 7 salî enfeksiyon girt. Keçên me yên ciwan hebûn, kesên nû zewicîbûn hebûn. Em hemû dikon de bi hev re diman. Demên reglê de jinan enfeksiyon girt. Kesî  li rewşa me nepirsî. Hîna jî em pirsgirêkan dijîn.”   ‘Hîjyen tûne bû’   Emîne Zaşîn jî bi lêv kir ku ji ber hijyen tûne bû nexweşî zêde bûne û ev nirxandin kir: “Xwarin tûne bû. Em neçar man hemû di îskanekê de avê vexwin. Me hemûyan tuwaletek bi kar dianî. Hevalek min heye rojê 8 antîdepresanan digire. Dibêje ew jî têr nake. Dibêje hevjîn, zarok, keça wê hemû çûn ew tenê maye. Ji bo tuwaletê çal vedan. Her kesî ew bi kar dianî. Jinan mîkrop girt. Hemû nexweş ketin.”   Zeynep Comert jî destnîşan kir ku 7 meh e di konteyniran de têkoşîna jiyanê dide û li cihên cuda bi malbatên qelebalix re maye û got: “Ji ber enfeksiyonê hemû bedena me diêşe. Miriyên me hene.  cihê em biçinê tûne bû. Em di bin baranê de man. Ji Amedê ji me re kon şandin. Lê ji ber ez tenê  bûm kon nedan min. Ez li cem Sûriyeyiyan mam. Em nexweş ketin. Derman tûnebû. Ez tenê me. Ne xaniyê me heye ne tiştekî me.”