Li Taksîmê li dijî êrişên PDK'ê çalakiya protestoyê 2023-09-17 15:16:37   STENBOL - Aktîvîstên TJA'yê, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, ANYAKAYDER, MATUHAYDER û DBP, li dijî êrişên PDK'ê ya li hemberî başûrê Kurdistanê li Tunela Taksîmê daxuyaniyek dan û gotin: "Gelê Kurd bi salan bi berxwedana xwe heta wan rojan hatin. Em ê teqes aştiyê bînin vî welatî."     Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re ya Marmarayê (MATUHAYDER) û Partiya Herêmên Demokratîk a Gelan (DBP), li dijî êrişên PDK'ê ya li hemberî başûrê Kurdistanê bi dirûşma “Peywîra me parastina destkeftiyan û astengkirina birakujiyê ye" xwestin daxuyaniyê bidin.    Beriya daxuyaniyê Hevseroka ANYAKAYDER'ê Evîn Genç û 3 kesên din hatin binçakirin.    Her wiha Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, parlamenterên Partiya Çep a Kesk li ber avahiya Navenda Giştî ya HDK'ê kom bûn û ber bi Tunelê ve meşiyan. Dema gihaştin Tunelê dora girseyê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin.    Di dorpêçê de dirûşmên wekî "Li dijî polîtîkayên şer wekheviya gelan" û "Bijî biratiya gelan" hat berzkirin. Girseya ku kom bûyî bi êrişeke tund hatin binçavkirin.    Di dema binçavkirinan de parlamenterê Stenbolê Cengîz Çîçek axivî û got: "Gelê Kurd bi berxwedana bi salan hat heta wan rojan. Dê teqes aştî bê vî welatî." Girseya ku di bin dopêçê de bû dirûşma “Ne ji şer e ji gel re bûdçe" berzkirin.