Dîmenên dawî yên Jîna dihat veşartin, hatin weşandin 2023-09-16 12:54:22   WAN - Dîmenên Jîna Emînî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" dihat oxirkirin hatin weşandin.    Ji ser qetilkirina Jîna Emînî salek derbas bû. Dîmenên derbarê veşartina Jîna Emînî ya bi dirûşma "Jin jiyan azadî" hatin weşandin. Dema Jînayê tê veşartin dayika wê Mojgan Eftexari dike nalîn û li vir girse dirûşma "Jin jiyan azadî" berz dike. Dîmenên dawî yên definkirinê ji aliyê Mojgan Eftexari û Îrfan Mortezaei ve hatin weşandin.    Di dîmenan de Mojgan digirî û dibêje:"Jîna can tu nemirî ! Jîna can ez li hemberî te mehcûb im." Girseya kom bûye jî dirûşma "Jin jiyan azadî" berz dike.