Gulser Yildirim:Navnîşana çareseriyê Birêz Ocalan e 2023-09-16 09:07:05       ENQERE - Siyasetmedara Kurd Gulser Yildirim a ji doza Kobanê negirtî tê darizandin diyar kir ku pêvajoya çareseriyê tê darizandin û got: “Navnîşana çareseriyê Îmrali bû.  Me wê demê wisa got. Lê îro jî navnîşan ew dere. Em têkoşîna vê didin.”   Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin,  didome.   Siyasetmedara Kurd Gulser Yildirim ku ji doza Kobanê ya du sal e berdewam dike tê darizandin der barê dozê de axivî. Gulserê da zanîn ku bêyî maf û dijhiqûqî hevalên wan di bin doza kumpasê ya Kobanê de tên darizandin û wiha got: “Em dizanin ev doz çawa hatine vir. 6 sal şûnde dosya hatin vekirin û bi talimata qesrê re ev doz hat vekirin. Her tişt di xeta polîtîka desthilatdariyê de ye.”   Li dijî diyanetê bertek   Gulserê balkişand ser daxwaza Diyanetê ya ji bo tevlibûna Doza Kobanê û wiha vegot: “Tenê Diyanet mabû ku tevli vê dozê nebe. Divê li dadgehê bihata gotin lê ji ber pirsgirêka demê mirov nikarin bi berfirehê bîje. Diyanet saziya dawî ya tevli dozê bibû. Dibêje; rewşeke wekê ku hun zirarê didin feraseta ahlaq û nirxên civakî, hat jiyîn.  Lê diyaneta ku divê li dijî tecawiza zarokan têbikoşe mudaxale bike, tê tevli dozê dibe.”   ‘Navnîşana çareseriyê Birêz ocalan e’   Gulserê da zanîn ku di pêvajoya çareseriyê ku desthilatdariyê pesnê xwe dida, HDP wek hevkarê xwe nîşan da. Tevî ku qelsiyên pêvajoyê hebûn jî gavek rast bû.  Gulserê wiha dirêjî daye: “Her pirsgirêk divê di gavek rast, bi diyalogên demokratîk bên çareserkirin. Me ev her tim got. Lê li pişt deriyan çi bû nizanim, desthilatdariyê pêvajo bi destê xwe qulipand û hevalên me jî xistin vê riyê û niha jî pêvajoya çareseriyê wek sûcdarî tîne pêş me. Min li dadgehê got em niha jî li alî aştiyê ne. Em li alî diyalogê ne. Em li alî çareseriyê ne. Navnîşana çareseriyê duh diyar bû îro jî diyare û em heman navnîşanê nîşan didin. Em partiyeke ku siyaseta demokratîk dike ne. Muxatabê vê birêz Ocalan e. Navnîşana çareseriyê Îmraliye.”   ‘Doza Kobanê li dijî me bikaranîn’   Gulserê her wiha daxuyakirin ku merciyên darazê li Tirkiyeyê ne azad in û pergal hemû saziyan bi zextan dike bin kontrolê û hemû pêkanînan li ser saziyan pêk tînin. Her wiha Gulserê ev tişt anî ziman: “Em vê dozê tenê wek biryara ku dadger û daraz dide nabînin. Bi perspektîfa desthilatdarî qesrê rota tê xêzkirin. Ger ku berjewendiya deshtilatdariyê sibê di zemînek din de be wê ev biguhere. Doza Kobanê li dijî me hat bikaranîn.”   ‘Naverok valaye’   Gulserê wiha dawî lê anî: “AKP di amadekariya destura bingehîn a nû de ye. Serokomar dibêje em destura bingehîn a nû ava dikin. Lê ya ku destura bingehîn ya Kenan Evren  li ser piyan hiştiye desthilatdarî ye. Xwezî di gotinên xwe de samîmî bûna. Ev doz doza kumapasê ye û ji bo têkçûna siyasta demokratîk a Kurd e. Naveroka vê îdianameyê vala ye.”