‘Bêcezahiştin bidawî be wê mirin jî bidawî bin’ 2023-09-15 09:05:18     AMED - Seroka Navenda Mafê Zarokan a Baroya Mêrdînê Berîcan Çelîk der barê zarokên li Kurdistanê di encama lêketina wesayîtên zirxî de tên qetikirin de axivî û da zanîn ku heta bêcezahiştin ji holê rabe wê ev mirin jî bidawî bin.   Li gorî Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê di 15 salên dawî de 21 zarok bi giştî 44 kes di encama lêgerîna wesayîtên zirxî de jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî li Şirnexê zarokek wesayîta zirxî li zarokekî qelibî, zarok bi giranî birîndar bû. Seroka Navenda Mafê Zarokan a Baroya Mêrdînê Berîcan Çelîk mijar nirxand.   Berîvanê da zanîn ku li Kurdistanê di encama lêketina wesayîtên zirxî de gelek zarok birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane û ev pêkanîn wek polîtîka dewletê nirxand. Berîvanê wiha berdewam kir: “Di bin navê ewlehiyê de ewlehiyan zêde dikin û ji ber vê gelek kes bi canê xwe belel didin. Di 5 salên dawî de ev zêde bûne. Ji 2015’an heta niha li bajarên herêmê ji ber OHAL’ê di bin navê ewlehiyê de ev bûyer zêde bûne.”   ‘Qada jiyana zarokan sînor dikin’   Berîvanê bi lêv kir ku li Kurdistanê qada civakî û lîstikê ya zarokan kolanin û wiha dirêjî daye: “Ji ber bajarvaniyê kolan teng û ne li gorî trafîkê ne. Divê qadên jiyan û civakî ne kolan bin. Lê ji ber parq û qadên lîstikê tunene zarok neçarin li kolanan bilîzin. Qada lîstikê ya zarokan bi sînore. Ji ber vê jî jiyana wan di bin tehdîdê ne. gera wesayîtên zirxî ya li kolanan jî jiyana zarokan dike xetereyê.”   Polîtîka bê cezahiştinê   Berîvanê wiha dawî lê anî: “Di sûcên li hember Kurdan de ger peywirdarên cemawerî hebin polîtîka bêcezahiştinê pêk tê. Bi vê polîtîkayê wan xelat dikin. Bûyerên bi wesayîtên zirxî pêk tên de bi gumanbaran re rêbaz nayên nasîn. Bûyerên bêcezahiştinê van bûyeran zêde dike. Ev tiştên tên jiyîn li dijî mafê jiyanê ye. Divê ev li ber çavan bê girtin û gavên cidî bên avêtin. Heta bêcezahiştin bidawî nebe wê mirin jî zêde bibin.”