Dê ji bo Jîna Emînî bimeşin 2023-09-15 09:04:33     Rojda Aydin - Nazlican Nûjîn Yildiz   WAN - Bi minasebeta salvegera qetilkirina Jîna Emînî, TJA dê di 16’ê Îlonê de li Wanê meşek li dar bixe. Aktîvîstên TJA’yê ji bo tevlîbûnê bang li jinan kir.    Di 16’ê Îlona 2022’yan de bi hinceta porê wê xûya dike Jîna Emînî ji aliyê “polîsên exlaqê” ve bi îşkenceyê hat qetilkirin. Bi ser qetilkirina Jîna yê de salek derbas bû. Bi minasebeta qetilkirina Jîna Emînî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê dê li Qada Beşyolê ya Parka Dabbaoglu yê bên ligel hevdû û meş bê lidarxistin.   Aktîvîstên TJA’yê, anîn ziman ku pêwîste ev têkoşîn bê mezinkirin û bang hemû jinan kirin ku tevlî meşê bibin.   ‘Li Kurdistanê kiryar tên parastin’   Ayşe Mînaz, di destpêka axaftina xwe de bîr xist ku di 16’ê Îlona 2022’yan de Jîna Emînî ku bi hinceta porê wê xuya dike aliyê polîsên exlaqê ve hat qetilkirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Tundiyek li dijî mirovahiyê pêk anîn û em bûn şahidê vê tundiyê. Bi ser bûyerê de salek derbas bû jî ew dîmen û hêst hîn jî zindî ye. Kiryarên tacîz û tecawizê yên leşker, polîs û cerdevan li Kurdistanê tên parastin. Pêwîste em li dijî komkujiya jinan bêjin bes e divê em li cem hevdû bin. Wek jin em li qadan e, dikarin xwe li dijî muameleya lidij mirovî xwe bi rêxistin bikin.”   ‘Em ê li Qada Beşyolê bin'    Ayşe, bi lêv kir ku Wan ji ber bajareke sînorê ye xwedî cihek stratejîk e û got li sînor gelek jinên ku derbas dibin bi destdirêjiya polîs û leşkeran re rûbirû dimînin. Ayşe, diyar kir ku dem dema piştevaniya jinê ye û wiha pê de çû: “Ji bo ku em piştevaniyê mezin bikin çi pêwîst be em ê wê bikin. Her roj jin tên qetilkirin. Her roj bedena jinê û porê wê wek tehlûke tê dîtin. 16’ê Îlonê de dê li Wanê meş bê lidarxistin. Em wek jinên TJA’yê 16’ê Îlonê de saet 13.00’an de li Qada Beşyolê komkujiya li dijî beden, por û rihê me bidin sekinandin bên li cem hevdû. Jin jiyan azadî.”    Banga ji bo meşê   Gurbet Oktay jî bi lêv kir ku li Kurdistanê bi salan e kurd tên qetilkirin û destnîşan kir ku li dijî komkujî, îşkence û pergalê divê jinên kurd bêjin êdî bes e wiha got: “Li Îranê Jîna Emînî ji ber porê wê xûya dikir hat qetilkirin. Divê ev wisa nebe. Ji bo ku vê îşkence, şer û komkujiyê bidin sekinandin em bang li jin û gelê xwe dikin ku 16’ê Îlonê de li Beşyolê bên li cem hevdû. Em gelê xwe vedixwînin. Jinên kurd gelek bi hêz in. Em hêza xwe nîşanê pergalê didin û ew ji me ditirsin. Ji bo komkujî û îşkenceyê bidin sekinandin ev meş girîng e. Em dixwazin bibin dengê jinên ku hatine qetilkirin. Ji ber vê yekê em bang li hemû jinan dikin ku tevlî vê meşê bibin.”   ‘Em têkoşîna xwe mezin bikin’   Nurcan Kayar jî daxuyakirin ku ji bo komkujiya li dijî jinan bê sekinandin pêwîste jin têkoşînek mezin bidin û got her çiqasî jin têkoşîna xwe mezin bikin dikarin pêşiya vê komkujiyê bigirin. Nurcan, da zanîn ku divê jin zêdetir dakevin qadan û hêza xwe bikin yek û wiha domand: “Divê hemû jin li dora xebatan kom bibin. Wekî din tu rê tuneye. Li Wanê jî komkujiya jinan, tundî, mirin û mirinên bi gûman gelek zêde bûne. Em jî li vir ji bo pêşiya vê yekê bigirin hewl didin.”   ‘Ev meş ji bo me girîng e’   Nurcan, bal kişand ser giringiya meşa 16’ê Îlonê û wiha dawî li axaftinga xwe anî: “Ji bo komkujiya jinan bidin sekinandin roja şemiyê saet 13.00’an de li Parka Dabbaoglu em ê bi civîn. Em banga tevlîbûnê li jinan dikin. Ev meş ji bo jinan girîng e.”