'Jin wê polîtîkayên şerê taybet têk bibin' 2023-09-14 10:13:11     Oznur Deger   MÊRDÎN - Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez, derbarê berdana cerdevan Yakup A. û 3 hevalên wî yên piştî destavêtina jinekê li Dêrikê hat berdan, wiha got: "Li Kurdistanê ev tişt bi sîstematîk li hemberî jin û ciwanan tê meşandin. Em ê li dijî zîhniyeta ku kiryaran serbest berdide têbikoşin."   Li Dêrika Mêrdînê cerdevanê bi navê Yakup A. û hevalên wî Çetîn T., Harûn Y. û Suud Ç., bi awayek sîstematîk destdirêjî jinek 22 salî kirin. Derbarê wan de gilî hatibû kirin. Piştî ku her sê faîl hatin binçavkirin ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrikê ve bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin û dû re jî hatin berdan. Dadgerî jî derbarê her sê faîlan de tenê biryara qedexeya derketina derveyî welat da.    Ji faîl Suud O., bi îfadeya “Li ser riza xwe” û Çetîn T., jî bi îfadeya “îftira” xwe parastin. Cerdevan Yakûp A. jî bi îfadeya “Min çûna wê ya serê çiya asteng kir” xwe parast û îdia kir ku jina ciwan “îftîra” lê kiriye.    Herwiha hat diyar kirin ku jina ciwan jî hildane bin parastinê. Jina ciwan di îfadeya xwe de got: "Suud O. bi sîstematîk destdirêjî lê kiriye. Cerdevan Yakup A. jî gotiye 'Tu ya 7'emînî ku ez destdirêjiyê dikim."    Bertekên li hemberî serbestberdanê didomin. Di 13'ê Îlonê an go duh li Mêrdînê Tevgera Jinên Azad (TJA) çalakiyeke girseyî pêk anî û bal kişand ser bûyere. Hevşaredara Dêrikê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Mulkiye Esmez derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.   Li herêmê pêşxistina polîtîkayên şer ên taybet   Mulkiye, daxuyad ku bûyerên bi vî rengî gelek caran pêk hatin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev sepandin bi destê pergalê ve tê kirin. Li Kurdistanê jî bi sîstematîk tê meşandin. Çawişên pispor ên şerê taybet bi taybetî jinên ciwan hedef digirin û li hemberî wan polîtîkayeke wisa bi rêvedibin. Lê em ê pêşa wan bernedin û em ê teşhîrkirina wan bidomînin. Bi taybetî di nav 5 salên dawiyê de tiryak, fihûş û destdirêjî li herêmê zêdetir bûye. Beriya niha li Dêrikê bûyerek bi vî rengî pêk hatibû.   'Li dijî polîtîkayên îktîdarê dê têkoşîn bidome'   Mulkiye, diyar kir ku, li diî polîtîkayên îktîdarê dê têkoşîna xwe bidomînin û çalakiyên cuda li dar bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Serbestberdana faîlan ne tiştek nû ye. Zîhniyeta ku faîlan serbest berdide di nava civakê de jî fihûş û tiryakê pêş dixe. Jin û ciwanan ji civakê dûr dixe. Lê em ê li dijî polîtîkayên îktîdarê têbikoşîn. Bi taybetî jî em ê li dijî polîtîkayên şer ên li hemberî jinê rawestin û têk bibin. Divê bê zanîn ku jinên kurd ne bi tenê ne û ne jî bêxwedî ne. Em jin dê li dijî polîtîkayên bişaftinê û polîtîkayên şer ên taybet têkoşîna xwe bidomînin."