Jinên kurd bi salane dibêjin ‘Hûn ê hesabê bidin’ 2023-09-14 09:04:39     Nazlican Nûjîn Yildiz    WAN - Der barê hevseroka KCD’ê Leyla Guven de ji ber îfadeyên "AKP-MHP wê hesab bide" û "Ji bo hesab bidin em ê berxwe bidin" bi îdiaya "Gel tahrîkê dijminahî û kînê dike" doz hat vekirin. Siyasetmedaran bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku di şexsê Leylayê de dixwazin tolê ji jinan bigirin.    Li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li girtîgeha Jinan a Elezîzê girtiye, bi îdiaya "Gel tahrîkê kîn û dijminahiyê kiriye" doz hat vekirin. Ji ber axaftina di 18’ê Kanûna 2020’an de li Sîlopiya ya Şirnexê serdozgeriya Komarê ya Sîlopiyê îdianame amade kir û jia liyê 3’yemîn Dadgeha ceza a Aliyê ya Sîlopiyê hat qebûlkirin. Jinên siyasetmedar der barê rewşê de nirxandin kirin û got AKP-MHP ji sekna jinên kurd ditirse.    Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê Şengul Polat da zanîn ku lêpirsîna li Leyla Guven hatiye destpêkirin ji ber polîtîka û zextên li hember têkoşîna azadiya jinên Kurd pêk hatiye û got: “Ev lêpirsîn şexsê hemû jinên Tirkiyeyê de pêk hatiye. Dixwazin jinan bi her alî tune bikin. Cezayê di şexsê Leyla Guven de hatiye dayîn li hemû jinên kurd hatiye birîn. Leyla Guven keseke ku têkoşîna azaidya jinan temsîl dike ye. Em daraza heyî dibînin.  Hemû polîtîkayên li hember jinan girêdayê hevin.”   ‘Li dijî tecrîdê gava ewil jin davêjin’   Şengulê her wiha destnîşan kir ku yên ewil dengê xwe li dijî tecrîdê bilind dikin jinên kurd in û wiha dirêjî daye: “Têkoşîneke jinan ya ku van polîtîkayên tecrîdê qebûl nake heye. Leyla Guven di 2019’an de ket greva birçîbûnê û hedef hat girtin. Di greve de bi dehan kes ji canê xwe bû. Îro hîna jî polîtîkayên tecrîdê didomin û yên ewil gavê davêjin jinên girtin. Ji ber tecrîd tenê li ser Birêz Ocalan nayê meşandin. Niha di şexsê Leyla Guven de dixwazin hemû jinan, hemû siyasetmedarên jin yên kurd ceza bikin. Bi vê lêpirsînê dixwazin vê bikin û tolê ji jinan bigirin. Lê jinan tû carî serî netewandiye. Jinên jiyanê heyî dikin nikarin bavêjin derveyê jiyanê.”   ‘Sekna jinan AKP-MHP tirsandiye’   Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Wanê Gonul Uzunay jî destnîşan kir ku têkoşîna Gelê Kurd têkoşînek mezin û bi heybet e. Gonulê di berdewamiyê de diyar kir ku di vê têkoşînê de ewil têkoşîna jinan cih digire û wiha anî ziman: “ Sekna Leyla Guven bû sekn û sembola hemû jinên siyasetmedar yên kurd. Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan ketibû girevê û 200 rojî di grevê de ma. Vê deng da. Vê têkoşînê kêm be jî tecrîd şikand û diyalog pêk hat.  Lê sekna jinên Kurd AKP-MHP’ê ditirsîne. Ji ber vê jî zextan pêk tînin. Daxuyaniyên siyasetmedarên kurd sûc tên qebûlkirin. Her çiqas dadgeh bêjin ev gotin ne sûc in jî biryar nayên naskirin û dosya tên vekirin.”   ‘Dixwazin krîmînalîze bikin’   Gonulê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku faşîzm bi girtin û mirinan li ser piyan disekine û her roj siyastmedarên kurd tên girtin û dixwazin demokrasî û rêxistibûna kurdan krîmînalîze bikin. Gonulê her wiha diyar kir ku ew tû carê bi ser neketine û wiha vegot: “Ji ber sekna jinan bi ser neketine, jinan her tim faşîzm tirsandiye. Parlamenteriya Leyla Guven xistin. Ew girtin. Lê Leylayê got ez li virim. Ev sekn seknek pîroze. Ez dikarim bêjim ku Leyla Guven yek ji siyasetmedaran herî girîng a sedsala 21’ê ye."