Bêyî encama DNA'yê bibînin li goristana bêkesan defin kirin 2023-09-13 11:01:23   Şehrîban Aslan   AMED - Ayten Gulcu diyar kir ku cenazeyê keça wê li goristana bêkesan defin kirine û got, "Li gel ku me ji bo testa DNA'yê xwîn dabû jî bêyî li benda encamê bimînin defin kirine."     Cenazeyê şervana YJA STAR'ê Leyla Gulcu (Dîcle Eylem) a ku di 4'ê Tebxê de li Çiyayê Bagokê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da nadin malbata wê. Malbatê di 17'ê Tebaxê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê daye û mînaka DNA'yê jî daye. Lê gel ku di ser serlêdanê re gek roj derbas bûne jî encama DNA'yê nehatiye eşkerekirin.  Piştî vê malbat d7'ê Îlonê de careke din çûye Mêrdînê û ji bo ku cenazeyê keça xwe bigire serlêdan kiriye. Lê serdozgeriyê ji malbatê re re gotiye ku wan mînaka xwînê hîna nû şandine testê. Dayika Leylayê Ayten Gulcu bertek nîşanî rewşê da.    'Keça min pir dihat hezkirin'   Ayten a ku cenazeyê keça xwe xwest, bi vegotina Leylayê dest bi axaftina xwe kir. Ayten got, “Ez ne ji ber ku keça mine dibêjim, Leyla mirovek pir û pir baş bû. Bi mezinan re mezin bi biçûkan re jî biçûk bû.  Ew keseke pir rast bû. Ez nizanim çawa başbûna keça xwe ji we re vebêjim."   'Piştî 12 salan agahiya wê ji min re hat'   Ayten, anî ziman ku zextên dewletê yên li ser wan giran in û diyar kir ku Leyla li dijî van zextan tevlî PKK'ê bûye. Aytenê diyar kir ku 12 sal berê keça wê tevli tevgerê bûye û ev tişt got: “Beriya ku ez agahiya wê bigirim min xewn dît ku wê sibeha roja ku wê şehîd bibe jiyana xwe ji dest daye. Ez bêzar bûm û timî bêhnteng bûm. Di heman rojê de agahiya wê hat ku jiyana xwe ji dest daye. Kesê bi telefonê axivî got, 'Min li şopa  tiliyên wê mêze kiriye, ji sedî 90 îhtîmal heye ku ew keça we be.' Em çûn Mêrdînê û me serî li serdozgeriyê da. Ji me re gotin herin nexweşxaneyê û teşhîs bikin. Em çûn nexweşxaneyê û me cenaze teşhîs kir. Ji me re gotin ji bo testa DNA'yê xwînê bidin. "Me got ku berê bi şopa tiliyan hatiye dîtin û pêwîstî bi nimûneya xwînê nîne, lê wan ji me re gotin ku gelek tevlihevî heye."   'Bila dengê me bê bihîstin'   Aytenê, anî ziman ku 3 hefte piştî dayîna xwînê careke din çûne Mêrdînê û diyar kir ku dozgeriyê ji wan re gotiye, "Nexweşxaneyê numûneyên xwînê nû şandine testê." Aytenê, anî ziman ku cenazeyê keça wê beriya ku encama DNA'yê bê girtin li goristana bêkesan hatiye definkirin û wiha dewam kir “Ji bo vê bêhiqûqiyê me serî li ÎHD'ê da. Wan got ku ew ê li ser mijarê bisekin. Ger me tu carî serî li dozgeriyê nedaba, me nedigot ku çima li goristana bêkesan hatiye definkirin. Lê belê em çûn me xwîn da û me ew nas kir, lê tevî vê yekê jî bêyî ku li benda encama DNA'yê bimînin keça min li goristana bêkesan defin kirine. Me ji ber vê rewşê xwe tenê hîs kir, em dixwazin her kes li hemberî vê rewşê bertek nîşan bide. “Ez bang li sazî û raydaran dikim ku dengê me bibihîzin."   'Tiştê ku kirin bêwijdanî ye'   Aytenê got ku ev bêwicdanî ye cenaze tên îşkencekirin û bi kargoyê tên şandin ev nayê qebûlkirin. Aytenê wiha dirêjî da axaftina xwe, " Ev bêwicdanî ye.  Armanc ew e ku malbatan mexdûr bikin û bi wan gavan paşde bavêjin. Heta kengî ewê vê zilmê bikin? Ev rewş wê heta ku derê biçe? Em kurd û dayîkên kurd naxwazin zarokê tu kesî bimirin, ne tenê yên me. Em çiqasî diêşin jî em dibêjin aştî. Ji ber ku ji bilî aştiyê tu çareserî nîne. Bila ev zilm bi dawî bibe."