'Sedema tundiya zêde bûye, neçareseriya meseleya kurd e' 2023-09-12 09:04:57     AMED - Parêzer Esra Saçaklidir, têkildarî îşkence û tundiya li ser gelê kurd a di raporan de jî derdikeve pêş wiha got:"Sedema zêdebûna tundiya li Kurdistanê neçareseriya meseleya kurd e."   Ji ber polîtîkayên şerê taybet ên îktidarê tundî û îşkence her diçe zêde dibe. Di sala 2022'yan de serlêdana ji bo Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) zêde bûye.    Endama Lijneya Şaxa Rêveberiya Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Parêzer Esra Saçaklidir, têkildarî tundiya zêde bûye nirxandin kir.    'Kurdistan bûye qada zextê'   Esrayê da zanîn sedema zêdebûna tundiyê neçareserkirina meseleya kurd e û wiha got:"Ji ber meseleya kurd nayê çareserkirin tundî û îşkence zêde dibin û ev tê rewakirin. Ji ber meseleya kurd tê krîmînalîzekirin tundî tê rewakirin. Loma jî Kurdistan bûye qada zextê."   'Tundî herî zêde li jin û zarokan tê kirin'   Esrayê da zanîn di mijara tundî û îşkenceyê de zarok di nava dezavantajê de ne û wiha pê de çû:"Piştî bi biryarnameya Serokkomariyê ji Peymana Stenbolê hat vekişandin tundî hîn zêde bû. Ev di îstatîstîkan de jî tê dîtin. Ji bo ev tundî û binpêkirin bi dawî bibin divê sepanên cidî hebin."   'Divê meseleya kurd bê çareserkirin'   Esrayê da zanîn heta bingeheke hiqûqî neyê avakirin wê pirsgirêkên tundî û îşkenceyê bi dawî nebin û wiha lê zêde kir:"Îktidara her tim xwe dispêre polîtîkayên ewlehiyê. Divê dev ji van polîtîkayana berdin. Ji ber teşhîseke rast ji bo meleseya kurd danînîn loma jî şer û pevçûn her tim çêdibe. Her wiha ew hestê dijminatiyê jî sor dibe. Loma jî divê meseleya kurd bê çareserkirin."   'Ji bo çareseriyê divê gav bên avêtin'   Esrayê bi lêv kir ku li Kurdistanê polîtîkayên bêcezahiştinê tên sepandin û wiha got:"Kî dibe sedema binpêkirina mafan divê derbarê wan de lêpirsînên bi bandor bên destpêkirin. Bi taybet dema em ji bo herêmê lê binêrin ji bo çareseriya meseleya kurd divê gavên demokratîk bên avêtin. Ji bo çareseriyê divê gav bên avêtin."