'Qebûlkirina perwerdeya bi zimanê kurdî qebûlkirina kurdan e' 2023-09-12 09:02:23     Rozerîn Gultekin   STENBOL - Parlamentera Partiya Çep a Kesk Çiçek Otlu diyar kir ku ji ber polîtîkaya yekperest a îktidarê perwerdeya bi zimanê dayikê tê astengkirin û hebûna gelê kurd bi vî rengî nayê qebûlkirin û got:"Ewqas butçe ji şer tê veqedantin. Dewsa şer ev butçe divê ji perwerde, kedkar, tendirustiyê bê veqetandin. Çareserî bi têkoşînê pêkan e."   Di 21'emîn sala îktidara AKP'ê de bi polîtîkayên sepandinê sala perwerdeyê ya nû ya 2023-2024'an, di 11'ê Îlona 2023'yan de dest pê kir. Sîstemek perwerdeyê ya yekperest, asîmîlasyonê pêk tîne dest pê kir. Di vê sîstema perwerdeyê de rêz ji bo çand, dîrok, ziman, hunerên cuda nayê girtin. Ji aliyekî mafê perwerdeyê ya zimanê kurdî tê astengkirin ji aliyekî jî dersa olê ya bi zorê li Elewiyan tê ferzkirin. Parlamentera Partiya Çep a Kesk Çiçek Otlu têkildarî mijarê axivî. Çiçekê got: "Qebûlkirina perwerdeya bi zimanê kurdî qebûlkirina kurdan e."   'Sîstemeke devşîrme'   Çiçekê da zanîn sîstema perwerdeyê ya heyî yekperest e û wiha got:"Bila her kes bibin yek û li dijî vê sîstema yekperest derkevin. AKP dixwaze ciwantiyeke îslamî ya polîtîk ava bike. Bi vî rengî dixwaze birdoziya xwe li girseyan belav bike. Loma jî îktidarê perwerde veguheriye texteyê pazilê. Sîstemeke devşîrme ya wekî Osmaniyan e. Dibêjen ger hûn vê sîstema devşîrme qebûl bikin hûn dikarin di nava vê sîstema perwerdeyê de perwerdeya xwe bibînin. Her wiha daxwazên ji bo perwerdeya bi hev re bi dawî bibe hatin kirin. Bi sîstema perwerdeyê ya 4+4+4 xwendina zarokên keç hat astengkirin. Niha jî bi sîstemên wekî ÇEDES'ê dixwazin perwerdeyê têxin destên tarîkatan. Loma jî divê em li dijî sîstema yekperest derkevin. Divê kurd bi zimanê xwe yê kurdî perwerdeyê bibînin. Dema Elewî nexwazin dersa olê ya bi zorê bigirin divê îktidar vê yekê qebûl bike. Divê herkes li gor çand û baweriya xwe li dibistanan bixwînin."   'Nirx û çanda me jî tên tunekirin'   Çiçekê bi lêv kir ku bi Peymana Lozanê re gelê kurd hatiye înkarkirin û wiha pê de çû:"Qebûlkirina perwerdeya bi zimanê kurdî qebûlkirina gelê kurd e. Bi taybet li dibistanên razanê yên li Kurdistanê tê xwestin zarokên kurdan bên bişavtin. Polîtîkaya jibîrkirina nasnameya gelê kurd tê sepandin. Gelê kurd hebûna xwe di parastina zimanê xwe de dibîne. Zimanekî gelê kurd nizane bi zorê hînî gelê kurd dikin. Dixwazin vî zimanî xweş biaxivin. Polîtîkayên şerê taybet li ciwanan tên sepandin. Ne tenê zimanê me, nirx û çanda me jî tên tunekirin."   'Dewsa şer bila ji perwerdeyê butçeyê veqetînin'   Çiçekê bi lêv kir ku wan wekî partî di nava salê de xebatên ji bo çareseriya perwerdeyê kirine û wiha lê zêde kir:"Ji bo polîtîkayeke wekhev di perwerdeyê de bê sepandin em ê bixebitin. Em perwerdeyeke bê pere, zanistî, demokratîk dixwazin. Niha vê îktidarê perwerde veguheriye tîcaretxaneyê. Ji ber butçe ji Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî nayê veqetandin loma jî aîdaet ji malbatan tên girtin. Ewqas butçe ji şer tê veqedantin. Dewsa şer ev butçe divê ji perwerde, kedkar, tendirustiyê bê veqetandin. Çareserî bi têkoşînê pêkan e."   'Çareserî têkoşîneke hevpar e'   Çiçekê diyar kir ku polîtîkayên li dijî zarokên keç, destkeftiyên jinan jî tune dikin û wiha bi dawî kir:"Divê ne perwerdeyeke ku zarokên keç jê mehrûm tên hiştin, perwerdeyeke wekheviya zayendî esas digire bikeve meriyetê. Rejîma mêrane ya AKP'ê ya dixwaze destkeftiyên jinan tune bike demeke dirêj e li ser kar û vê yekê dixwaze di perwerdeyê de jî pêk bîne. Mesela ÇEDES ne tenê asîmîlasyona azadiya baweriyê ye, di heman demê de polîtayeke li ser neçûyina dibistanê ya zarokên keç hatiye avakirin. Divê em van polîtîkayana qebûl nekin. Çareserî têkoşîneke hevpar e."