Rojeva sereke tecrîd: Li dijî tecrîdê dê rêzeçalakî bên lidarxistin 2023-09-11 10:00:02     Dîlan Babat - Melek Avci    ENQERE - Di konferansa Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk de siyasetmedarên jin bal kişandin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin: "Di serdema nû de dê li dijî tecrîdê çalakiyan li dar bixin û li her qadê dê rêxistinbûna jinê xurt bikin."    Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk li Enqerê bi tevlîbûna 400 delegeyan konferansa navendî bi dirûşma "Bi serhildan û rexistinê em azadiyê diparêzin" di 8 û 9'ê îlonê de li Navenda Çand û Perwerdehiyê ya Odeya Endezyarên Makîneyê (TMMOB) pêk anî. Di civîna ku du rojan berdewam kir de encamname jî hat aşkerakirin. du rojan berdewam kir û encamname hat weşandin. Di konferansa jinan bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, reşwa girtiyên nexweş, kedxwariya li hemberî jinê û mexduriyeta jinan a herêma erdhejê.    Jinên ku tevlî konferansê bûn ji ajansa me re behsa naveroka konferansê kirin û bal kişandin ser tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan.    ‘Bi tecrîdê re jin û civak nikarin nefesê bigirin'    Hevşaredara Silopiya ya Şirnexê Adalet Fîdan, tevlî konferansê bû û diyar kir ku li herêman civînên jinan hatin lidarxistin û jinan di civînan de serdema nû diyar kirin. Adalet, wiha axivî: "Di konferansê de hem biryarên ku kêm mayî û nîqaşên ku kêm mayî hatin nirxandin. Di konferansê de bi taybetî nirxandin li ser tecrîdê hat kirin û her wiha hat diyarkirin ku divê jin pêşengiya vê pêvajoyê bikin derket pêş. Niha tecrîd belavî hemû girtîgehan bûye û belavî li tevahiya civakî bûye. Bi tecrîdê re civak û di serî de jî jin nikarin nefesê bigirin."    Xurtkirina rêxistinbûna jinê    Adalet, daxuyand ku di konferansê de sernavê ku derket pêş jî xurtkirina rêxistinbûna xweser a jinê bû û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji xwe berê jî xebatên rêxistinbûnê a jinê hebû û di nîqaşan de derket holê ku divê bêtir ev rêxistinbûn derkeve asta herî jor. Ji xwe hilbijartinên herêmî nêz dibin. Di demên borî de hem di hilbijartinên herêmî de û hem jî di hilbijartinên giştî de Pergala Hevserokatiyê hat nîqaşkirin. Hevserokatî tê wateya temsîliyeta wekheviyê û divê derbarê vê de jî xebateke xurt bê kirin."   Li dijî tecrîdê çalakî...   Adalet, destnîşan kir ku di konferansê de bi taybetî mijara tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan hat ziman û gelek nirxandin li ser mijarê hat kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di şexsê Birêz Ocalan de civak hemû di bin tecrîdê de. Di konferansê de li dijî tecrîdê nirxandinên berdewamkirina çalakiyan hat kirin û hat diyar kirin ku dê plansaziya çalakiyan derbixin. Her wiha hat destnîşan kirin ku ev çalakiyên ku bên lidarxistin ne tenê li Kurdistanê û her wiha bi tevlîbûna pêkhateyên partiyê bên lidarxistin. Kesên ku parêzvaniya demokrasiyê dikin divê têkoşînê mezin bikin."    'Qelsî di pratîkê de derketin holê'    Endama Komîsyona Bawerî û Gelan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Songul Tunçdemîr, diyar kir ku piştî hilbijartinên 14'ê Gulanê li herêman civînên gel hatin lidarxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me di civînên xwe de bal kişand ser rêxistinbûna jinê û li ser kêmasiyên xwe. Bi taybetî di nirxandinan de derket holê ku têkilî bi xwecihê re qelsbûye û dê li dijî vê divê çi bê kirin. Di paradîgmaya partiya me de qelsî nîne qelsî di pratîkê de ye. Me di civîn û konferansê de xeta têkoşînê ya serdema nû diyar kir. Her wiha di konferansa me ya jinan de mijara sereke tecrîd bû û hat diyar kirin ku tecrîda ku li Îmraliyê destpê kir niha li tevahiya civakê belavbûye. Bandora tecrîdê li ser çaresernekirina pirsgirêka kurd de bandor e û li ser jinan bi bandor e. Di serdema nû de li dijî tecrîdê plansaziyên nû dê bên derxistin."