'Xwedîderketina li nasname û ola êzidiyan girîng e' 2023-09-10 09:07:01     Mîdye Miqted   HELEB - Jinên êzidî yên têkildarî dayina ola êzdiyan a wekî ders a li dibistanan axivîn, wiha gotin:"Bi salan e li dijî nasname û ola êzdiyatiyê êrişeke mezin heye. Ji bo têkoşîna li dijî van êrişana xwedîderketina li nasname û ola êzidiyan girîng e. "   Cara yekemîne ku li Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ola êzîdiyan weke babetek fermî di dibistanên Xweseriya Demokratîk de wê were dayîn. 8 mamoste tevlî perwerdeya dayîna ola êzîdî bûn, perwerdeya wan bi sernavê dewreya Pakrewan Newroz Zerdeşt di 10 rojan de hat dayîn. Mamoste Rocîn Qerendel û mamosteya ola êzîdiyan a di Yekîtiya Êzdiyên Helebê, Rewşan Zerdeştî têkildarî mijarê axivîn.    Dixwazin di şexsê civaka êzîdî de civaka kurd qir bikin   Mamoste Rocîn Qerendel a yek ji mamosteyên ola êzîdî ye wiha got:"Ev bi salan e ferman bi ser civaka êzîdî ve tê kirin. Ev jî bi armanca qirkirin û tunekirina welatiyên êzidî ye. Daxwaz dikin di şexsê civaka êzidî de civaka kurd tevahî qir û tune bikin. Ev biryarek nû hat dayîn ku zarokên êzîdî û hemî zarokên ji hemî kêmnetewên di taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de fêrî ola êzdî bibin û bû weke oleke fermî ku wê di dibistanan de were dayîn. Ev gava dîrokî ya ku me daye avêtin, bi saya Xweseriya Demokratîk, fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan e. Bi vî awayî hat pêşxistin."   Ev ji bo me derfetek dîrokî bû    Mamoste Rocîn da zanîn ev yek ji bo wan derfeteke dîrokî bû û wiha axivî :" Em weke mamosteyên êzîdî ji bo me hêz û moralek bû ku em îro bikaribin ola xwe fêrî hemî kêmnetewan bikin. Di heman demê de bi vê gava xwe, em li hember hemû zihniyetên ku dixwazin ola êzîdiyan tune bikin dibin bersiv. Banga me ji hemî welatiyên Şengalê ew e ku zarokên xwe derbasî dibistanên Xweseriya Demokratîk bikin da ku fêrî zimanê dayikê û reseniya xwe, ola êzîdiyan bibin û jê bi dûr nekevin. "   Perwerdeya ji bo mamosteyan   Li ser heman mijarê mamosteya ola êzîdiyan a di Yekîtiya Êzdiyên Helebê de, Rewşan Zerdeştî wiha got:"Bi ser me de gelek ferman hatin.   Bi armanca qirkirina ol û civaka xwezayî, civaka êzîdiyan ev ferman bi ser me de hatin. Lê ji bo em jî bi çand û zimanê xwe li hember van fermanan, bibin bersiv me perwerdeyek ji mamosteyên xwe re da destpêkirin. Da ku ola me weke babeteke fermî di dibistanên Xweseriya Demokratîk de were dayîn û em hêvîdar in ku hemî welatiyên di taxê de fêrî vê olê bibin. Bi salan e li dijî nasname û ola êzdiyatiyê êrişeke mezin heye. Ji bo têkoşîna li dijî van êrişana xwedîderketina li nasname û ola êzidiyan girîng e. "