Hevseroka KCKD-E Zubeyde Zumrut: Îmrali êdî alarma sor e 2023-09-09 09:05:18     Melek Avci   ENQERE - Hevseroka KCKD-E’yê Zubeyde Zumrut diyar kir ku wê li dijî tecrîdê xebatên wan bidomin û got: “Îmrali êdî ji bo me alarma sor e. Ger agahî neyê girtin ev alarma sor e, mijarek cidî ye. Dewlet hewl dide me fêrî vê rewşê bike lê em fêr nabin.”   Bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi banga hevpar a KCDK-E, TJK-E, TCŞ û Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Ewropayê (ADGB) li bajarê Strasbourg a Fransayê ku avahiyên Konseya Ewropa (KE) û CPT lêbûn, mîtîng û meş pêk hatin. Hevseroka KCDK-E’yê, Zubeyde Zumrut der barê tecrîda giran û têkoşînê de axivî.   *Bi salane li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîd tê meşandin û niha tu agahî jê nayê girtin. Di vê mijarê de hûn çi dibêjin?    25 sal berê Abdullah Ocalan bi komployê anîn Tirkiyeyê. Hedefa wan ev bû tevgera siyasî ya Kurd û rêbertiya wan bê tasfiyekirin. Hewl dan bi şer Kurdan tune bikin. Ji ber vê bi komploya navneteweyî  Abdullah Ocalan teslîmê Tirkiyeyê kirin. 25 sal in li Îmraliyê girtiye. Peywira gardiyaniyê jî dan Tirkiyeyê. Bi salan e li hember Kurdan, li hember serokatiya wan û tevgera Kurd ev hiqûqa dijminahiyê tê meşandin. Tecrîd ne hiqûqî ye, îdeolojîk û polîtîk e. Di vir de tiştê dixwazin bike ev e têkiliya gel ji rêberê wan qut bikin. Ne tenê Kurdan, dixwazin ciwanan, jinan jî jê qut bikin. Divê tecrîd wisa bê xwendin.   *Bi wesîleya 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Fransayê meş û mîtîng pêk hat. Di vir de peyama esas çi bû?  Kî tevli bû, mîtîng çawa derbas bû?   Li Ewropayê berê jî gava ji bo azadiya serokatiyê ya ‘dem dema azadiya Ewopayê’ hebû. Ev bi pêşengiya dostan hatibû destpêkirin. Dostên Kurdan, hiqûqnas, nivîskar, siyasetmedarên li ser mijara Kurd hewl didin, yên paradîgma serokatiyê esas digirin ev kampanya dabûn destpêkirin. Bi pêşengiya wan hatibû destpêkirin. Lê tecrîd her çû giran bû. Me ji bo azadiya serokatiyê gavek nû da destpêkirin. Em ê ji bo azadiya serokatiyê xeta têkoşînê û civakî ya nû bihûnin. Em ê ji du aliyan rêxistinê bikin û dakevin qadan. A lingê yek dîplomasî yê din jî bi aliyên ku bi çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk bawer in re wê xebatên me hebin. Me ev da destpêkirin. Ev me jî yek ji parçeyên vê ne. Di dema pêş de wê hîn bêtir tije derbas bibe. Her kes dizane ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Ji bo vê me di 1’ê îlonê de li gelek welatan meş pêk anîn. Eleqeyek mezin ji bo meşan hebû. Her kes di vê mijarê de hemfikir e, mîmarê aştiyê nikare bê tecrîdkirin. Di meşê de ev peyam hatin dayîn.   Yekane rojev wê azadiya serokatiyê be   Di demên pêş de em bi vê sînor namînin. Dixwazin têkiliya Îmraliyê bi jin, ciwan û gelan re qut bikin. Lê em vê qebûl nakin. Kes jî qebûl nake. Kurdên dîasporayê wê dema pêş de planên cidî bikin jiyanê. Çima diaspora ji ber Ewropa navenda têkoşîna vê ye. Konseya Ewropayê, CTP. CPT saziyek serbixwe ye lê mixabin ev du sal û nîv in serbixwe tevnagere. Di dema pêş de wê gelek bang û hevdîtin bên kirin. Ji bo dema pêş yekane rojeva me wê azadiya serokatiyê be.   *Di çareseriya pirsgirêka Kurd e Abdullah Ocalan rola sereke dilîze. Parêzer û heyetên navneteweyî ev anîn ziman. Pirsa ‘Çi bi Abdullah Ocalan hatiye’ hat pirsîn. Hûn dipên ku saziyên navneteweyî bikevin nava tevgerê û wê bikevin nava tevgerê?   Bêguman Kurdistan çar parçe ye û parçeyê 5’an jî Ewropa ye. Ji her derê êrîş hene. Li hember Kurdan li her çar parçeyan êrîşên cidî hene. Rojava, Başûr, Bakur. Hewl didin ku wê Kurdan çawa tune bikin. Bi destê PDK’ê hewl tê dayîn Kurd bên tunekirin. Divê hemû pêvajo baş bê xwendin. Şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn girêdayî tecrîdê ye. Heta tecrîd neyê şikandin aştî ne pêkan e. Ji bo me Îmrali êdî alarma sor e. Mijar û pirsgirêkek cidî ye. Dewlet hewl dide me fêrî vê rewşê bike. Lê em fêr nabin. Em ê li dijî tecrîdê têkoşînek cidî bidin. Em li navenda kesên ku tecrîdê pêk tînin dimînin. Hemû sazî li Ewropayê ne. Îro bangek bê kirin wê Tirkiye hemû deriyên Îmraliyê veke. Lê saziyên Ewropayê bêdeng dimînin. Ji ber berjewendiyên siyasî, aborî û her wiha fikarên wan hene. Têkiliya berjendiyê ya van saziyan bi Tirkiyeyê re heye.   Saziyên Ewropa li dijî polîtîkayên Erdogan bêdeng e   Mînak gelek welatên Ewropayê ji ber vî şerî çekan difroşin. Ev tenê mînakek e. Çekan li dijî kê bi kar tînin. Li dijî Kurdan bi kar tînin. Derbarê bikaranîn çekên kîmyewî de her kes bêdeng ma. Ev du sal in bi dijwarî çekên kîmyewî tên bikaranîn. Li dijî tevgera azadiya Kurd û gel ev çek hatin bikaranîn. Kê ev çekên qedexekirî firotin. Dewletên Ewropayê firotin. Gelek sedemên wê hene. Polîtîkaya koçberiyê, mijara penaberan û peymanên hatine kirin. Ji ber van mijaran saziyên Ewropayê li dijî polîtîkayên Erdogan bêdeng dimînin. 25 sal in serokatî li Îmraliyê di bin tecrîda giran de dîl tê girtin. Her diçe tecrîd girantir dibe. Em bi fikar in. Niha tu hevdîtin nayên kirin. Tû agahî jê nayê girtin.    *Herî dawî CPT çû Îmraliyê û rapor ji Tirkiyeyê re şand lê rapor nehat weşandin. Hûn der barê vê mijarê de çi dibêjin?   Mixabin rêberê Kurdan ku gelê Kurd dibêje îradeya min e, 25 sal in dîl tê girtin. Em bi fikar in. Tecrîd her diçe giran dibe. CPT çû Tirkiyeyê, xwest tiştên li Îmraliyê vebêje lê ji hinek cîhan mudaxale hat kirin. Nehiştin CPT rastiyan bêje. CPT saziyek serbixwe ye lê rola xwe nikare bilîze. Serê daxuyaniyan girtin. Lê em vê qebûl nakin. Em ê gelê Kurd, jin û ciwan di vê mijarê de têkoşîna xwe bilind bikin û kampanyayan pêk bînin.