‘Cenazeyên me parçe nekin û di qutiyan de neşînin’ 2023-09-09 09:04:17     Rabia Onver   COLEMÊRG - Li Kurdistanê di demên dawî de cenazeyên HPG’yiyan bi kargoyan, di qutiyan de tên şandin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê  bertek nîşanê rewşê dan û gotin: “Bi vî awayî dixwazin êşa malbatan teze bikin. Em êdî naxwaze cenazeyên parçekirî di qutiyan de bi kargoyan bên şandin.”   Li Kurdistanê di demên dawî de cenazeyên HPG’yiyan tevî mînakên DNA’yê hatine dayîn jî piştî salan şûnde tên dayîn. Cenazeyên ku bi salan şûnde tên dayîn di qutiyan de bi kargoyê tên şandin. Desthilatdarî bi vê pêkanînê êşa malbatan girantir dike. Cenazeyê Yilmaz Uzun (Tolhildan Tekman) ku di 2020’î de li Sêrtê di êrîşa hewayî de bi 5 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabû, di qutiyê de bi korgoyê şandin ji malbatê re. Malbatê 3 sal berê mînaka DNA’yê dabû û piştî sê salan bi kargoyê cenaze şandin.   Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku bi vê yekê hewl didin êşa malbatan zêdetir û bikin.   ‘Di encama têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest didin’    Gulçîn Karabuk diyar kir ku zarokên wan di encama têkoşîna ji bo aştiyê de jiyana xwe ji dest didin û got divê cenaze di kargoyan de radestê malbatê neyên kirin û wiha vegot: “Malbat hem mînakên xwînê didin hem jî tevî vê bi salan tên payîn. Sedema vê em jî nizanin. Yekane tiştê em dizanin dixwazin êşê bidin kişandin. Di şertên normal de divê di 3-4 mehan de cenazeyan bidin malbatê. Lê bi salan li goristana bêkesan didin sekinandin. Bi kargoyan di qutiyan de cenaze tên şandin. Tu wijdana wan tune ye.  Em vê pêkanînê qebûl nakin.”   ‘Ev îşkenceyeke li dayikan tê kirine’   Saadet Dogma jî bi lêv kir ku ew zarokên xwe di şertên giran de mezin dikin û li Kurdistanê mirina zarokan pir hêsan e û got: “Em bang li dewletê dikin. Yekane tiştê dikin canê malbatê bişewitînin. Ev îşkence li dayika tê kirine. Ew jî zarokên malbatane, gûneh e. Dewlet cenazeyên wan parçe parçe dikin û dişînin. Dê û bavê wan jî hene. Êdî bes e. Bila ev îşkence bi dawî be.”   ‘Em  şermezar dikin’   Emîne Atak jî diyar kir ku ew şandina cenazeyan a bi kargoyan şermezar dike û got divê li malbatan ev îşkence neyê kirin û wiha dawî lê anî: “Yekane tiştê dewlet dike îşkence ye. Tevî malbat mînakên DNA’yê dişîne wan bi salan didin sekinandin. Piştre cenazeyan bi kargoyê dişînin. Em vê nêzîkatiyê şermezar dikin. Ev şerm û gûneh e.”