Ji bo pergala perwerdeyê sûdê ji Îranê û Efganîstanê digirin 2023-09-08 09:08:19     Rojda Aydin - Nazlican Nûjîn Yildiz   WAN - Sekretera Jin a Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Funda Demîr Bozkurt, bal kişand ser helwesta guherîna pergala perwerdê û got: "Pergala perwerdê ji cemaat û tarîqatan re tê hîştin û bi vê awayî aliyê zanistî û laîk yê perwerdehiyê ji holê tê rakirin. Ev gavên biçûk ku tên avêtin me ber bi gumanan ve dibe. Em dikarin Rejîma Îranê û Efganîstanê wek mînak bidin."    Bi taybetî piştî hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê, pergala perwerdê bêtir tê nîqaşkirin. Wezareta Perwerdeya Mîllî (MEB), Wezareta Ciwan û Werzîşê û Serokatiya Karên Diyanetê bi hev re projeya bi navê “Ez li Hawirdora Xwe Baldar im, bi Nirxên Xwe Xwedî Derdikevim” (ÇEDES) dixwaze di bin navê “şêwirmendiya manevî” de mele, muezîn, waîz, pisporê xizmetên olî di dibistanan de pêş bixe. Hewldana cudakirina xwendekaran û bi dawî kirina perwerdeya tevlihev rê li ber guherîna pergala perwerdeyê vedike.    Sekretera Jin a Şaxa Egîtîm-Sen a Wanê Fûnda Demîr Bozkurt, der barê mijarê de axivî.   ‘Armanca yekem hedef girtina perwerdehiyê ye’   Funda, diyar kir ku perwerde pêngava herî bingehîn e ku guhertin û veguhertina civakan misoger dike û bi lêv kir ku bi perwerdehiyê di civakê de guhertinên pir cidî dikarin bên çêkirin. Funda, da zanîn ku îktîdar jî vê yekê dizane û wiha got: “Ev ji bo hemû dewletan derbasdar e. Armanc ew e ku li ser bingeha polîtîkayên perwerdehiyê veguherîna guhertina civakê çêbike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê û partiyên weke Partiya Yenîden Refahê û HUDA-PAR’ê ku bi wan re di meclîsê de cih girtin, bi axaftinên xwe jin û zarokan hedef digirin û hewl didin pergalekî xwerêveberiyê ava bikin. Di nava vê pergalê de di serî de perwerdehiya tevlîhev hedef girtin. Mijara sereke ya vê yekê ew e ku di civakê de guhertinek çêbibe. Di afirandina vê guherînê de armanc ew e ku perwerdeyê olî û kevneperestiyê xurttir bikin. Di vê wateyê de helbet armanca yekem hedef girtina perwerdehiyê ye.”   ‘Dixwazin civakê dîzayn bikin’   Funda, da zanîn ku armanca sereke ew e ku jin û zarokên keç ji qada giştî derbixin û wan bikin qadekî taybet, heps bikin û wiha pê de çû: “Agahiya me ji hemû polîtîkayên vê hikûmetê yên li dijî jinan heye. Betalkirina Peymana Stenbolê, qanûna jimare ya 6284'an a ku ji nîqaşan re hat vekirin, yek ji van tiştên ku di pratîkê de bêhemdî têne gotin û kirin nîn in. Li vir rêbaza astengkirina li pêşiya têkoşîna jinan, kêmkirina rêjeya xwendinê ya zarokên keç û bi vî rengî dixwazin civakê dîzayn dikin. Li vir mijara bingehîn a perwerdehiyê, daxwaza bingehîn a perwerdekaran, perwerdehiya laîk, zanistî, zimanê zikmakî, giştî, perwerdehiya derfetên wekhev e. Du lingên herî girîng jî zanistî û laîk e."   Rejîma Molla û Talîban   Funda, bal kişand ser wê yekê ku bi van pêkanînan perwerde ji referansên olî, gotinên olî ve ji cemaat û tarîqatan re tê hîştin û bi vê awayî aliyê zanistî û laîk yê perwerdehiyê jî ji holê hatiye rakirin. Funda, wiha domand: “Ev dikare berbi cihek tirsnak ve bibe û ji ber ku dibe ku veger tune be. Li pêşiya me gelek mînak hene. Em dikarin behsa Rejîma Mollayê ya Îranê bikin. Em dikarin behsa rejîma Talîban a li Efganîstanê bikin. Li wir çûyîna dibistanê ji zarokên keç re qedexe kirin. Hat qedexekirin ku jin bi tena serê xwe derbikevin kolanan, bikevin zanîngehan û li qadên giştî xuya bikin. Li vir jî ev gavên biçûk ku tên avêtin me dike nava gumanan. Ji ber ku hema bêje aliyê zanistî yê perwerdeyê nîne. Di vê wateyê de perwerdehiya tevlîhev perwerdehiyeke pir bi nirx e.”   ‘Ev mijar divê ji nîqaşê re girtî be’   Funda, da zanîn ku ev rewş di xala 15’emîn a Qanûna Bingehîn a Perwerdeya Netewî de bi awayekî zelal hatiye îfadekirin û got di qanûnê de îfadeya “Pêdivî ye ku zarokên keç û kur li dibistanan bi hev re perwerde bibin. Lê belê li gor cureyên xwendinê, derfet û pêdiviyan hin dibistan tenê ji bo zarokên keç û kur an dikarin bên veqetandin” cih digire. Funda, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hîn wezîr daxuyaniyan didin. Daxwaza malbatan wiha ye ku heke hewce bike ji zarokên keç û jinên ciwan re dibistan bên vekirin. Li vir divê ne ku li gorî daxwazên malbatan, divê em berjewendîyên herî baş ên zarokan biaxivin. Ji bo berjewendiyên zarokan perwerdeyeke zanistî, wekhevîxwaz, gelemperî, laîk bi zimanê dayikê heye. Li şûna ku em li ser van biaxivin, wekî ku hikûmet dixwaze em li ser vê diaxifin. Bi rastî ev mijareke ku divê ji nîqaşê re girtî be.”   ‘Tundî dê polan de dest pê bike’   Funda, anî ziman ku ji aliyê pedagojî ve ji bo zarokan fersendek pir girîng e ku zayenda dijber nas bikin û bi hev re mezin bibin û diyar kir ku eger zarok cinsê dijber nas neke, dibe ku di jiyana wê ya paşerojê de encamên ku nayên vegerandin rû bidin. Funda, destnîşan kir ku ger hevpariyek di navbera zayendan de nebe, dê ev rewş wekî şîdetê vegere û got: “Bi vê awayî em ê bingeha tundiya civakî, tundiya li ser jin û keçan ji polan ava bikin. Ji ber ku dema zarokên kur nizanibin çawa nêzî zarokên keç bibin wê di temenên pêş de tundiyê dayik, xwîşk û jina ku pê re bizewice bike.”   ‘Em nikarin li ser ilm û zanyaran nîqaşan bikin’   Funda, diyar kir ku hewldana wê ya ji bo teşekirina civakê bi referansên olî pir zelal e û got ev rewş di dibistanan de xûya dike. Funda, wiha dom kir: “Em ji protokolên ku bi Serokatiya Karên Diyanetê re li hev kirine jî dibînin. Perwerde pergalek e ku divê li şûna referansên kevneşopî li ber ronahiya zanistê were danîn. Di pergala me ya perwerdehiyê de xeletiya herî mezin ev e. Îro di polên xwe de jî êdî em nikarin li ser ilm û zanyaran nîqaşan bikin. Ev yek bi zanebûn tê kirin. Nayê wê wateyê ku rejîmeke Molla ya Îranê rasterast were vir, lê belê, diyar e ku dixwazin civakê, perwerdehiyê û zarokên me bi referansên olî zêdetir şekil bikin.”   Projeya ÇEDES’ê   Funda, bi lêv kir ku Egîtîm-Sen ne tenê sendîkayek e ku ji bo xebatkarên perwerdeyê polîtîkayan çêdike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev sendîka hemû kêmasiyan dibîne û li gor wê yekê nêz dibe. Em pêngavên xwe yên qanûnî li dijî her cûre protokol û projeyên ku berjewendiya zarokê ku di hawîrdora perwerdehiyê de ne zanistî ne li ber çavan nagirin, didin destpêkirin. ÇEDES bi Wezareta Perwerdehiya Neteweyî, Serokatiya Karên Diyanetê û Wezareta Ciwanî û Werzîşê projeyeke hevpar e. Di vê projeyê de şêwirmendên arişî tayînê li dibistanan têne kirin. Şarezayiya wan a pedagojîk têr nake.”   Pêvajoyên hiqûqî didin destpêkirin   Funda, bi bîr xist ku cara ewil li Îzmîr û Eskîşehîrê sepana pîlotê hatiye kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Îzmîrê li 842 dibistanan şêwirmendên arisî hatin tayînkirin. Der barê vê yekê de pêngavên me yên hiqûqî dest pê kirin. Me rewşa der barê betalkirina protokola ÇEDES’ê de rewşê ber bi darazê ve bir. Di heman demê de wê di 16'ê îlonê de bi pêşengiya şaxên me yên Îzmîrê li dijî projeya ÇEDES'ê dê mîtîngeke mezin a herêmê bê lidarxistin. Dîsa pirsgirêkên bi vî rengî yên ku em li herêmê rû bi rû dimînin de em dest dikevin nava hewldana û pêvajoya hiqûqî didin destpêkirin. Em girîngiya perwerdehiya zanistî û laîk, perwerdeya bi zimanê dayikê tînin ziman. Ev ji bo me prensîbên perwerdehiyê yên neçar in, dev ji berdana van prensîban tê wateya paşguhkirina berjewendiyên zarokên xwe. Bi referansên ku îktîdar dixwaze rê bide ku civak ji nû ve were guherandin. Lê em ne sendîkayek e ku van paştgûh bikin in.”