Jinên Amedê: Em Amedek paqij dixwazin 2023-09-08 09:01:48     AMED - Jin der barê hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an de axivîn û rexneyên xwe yên ji bo şaredariyên heyî kirin û bendewariyên xwe anîn ziman.    Li bajarên Kurd ji sala 2016’an heta niha pêkanînên tayînkirina qeyûman didomin û welatiyên li van bajaran dijîn bertekên xwe wek roja ewil nîşan didin. Yek ji bajarên ku qeyûm tayînê şaredariya wê bû jî Amed e. Jinên Amedê beriya hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an  bertekên xwe anîn ziman û daxwazên xwe ji bo partiyên dikevin hilbijartinê anîn ziman.   ‘Bila dewlet qeyûm tayînê şaredariyên me neke’   Jina bi navê Helma Kaplan destnîşan kir ku şaredarî peywira xwe nayne cih û li gund ji bo ku gelaşa xwe bavêjin demek dirêj dimeşin û balkişand ser tayînkirina qeyûman: “Şaredariyên qeyûm paqijiyê nakin. Em qeyûman qebûl nakin.”   ‘Em rêveberiya şaredariyê qebûl nakin’   Pakîze Tamer jî diyar kir ku  şaredariyên qeyûm tu xebatekê nameşînin û got ew kesên niha li şaredariyê peywirdarin naxwazin. Pakîzeyê ev tişt bi lêv kir: “Şaredariyê tû tiştek ji me re nekiriye. Em li TOKÎ’yan mexdurin. Li ber deriyê me lambe jî tûne ye. Şaredarî lambeyekê pêve nake. Rawestgehên me tûne ne. Rawestgeh birine jor. Em bi vî temenî dikarin evqas bimeşin. Bazar tûne ye. Li kolanên navîn saleke ceyran tûne ye. Em telefon dikin kes bersiv nade. Av tê birîn. Her roj tê birîn. Bi şev em newirinn derkevin derve. Her der tije kuçikin. Me xêrek ji şaredariyê nedît. Her der bûye sergo.  Em vê rêveberiyê qebûl nakin.”   ‘Divê qeyûm neyên tayînkirin’   Seda Ayilmaz jî di nirxandina xwe de diyar kir ku divê di hilbijartinên nêz dibin de qeyûm neyên tayînkirin û der barê mijarê de wiha vegot: “Tenê bendewariyek me ji şarederiyê heye, em dixwazin derdor paqij be. Ji ber em li vir dijîn. Em dixwazin Amed paqij be. Divê qeyûm neyên tayînkirin. Kî qezenc bike bila ew bimîne.”   ‘Paqijî tûne ye’   Selma Yakut jî nêrînên xwe anîn ziman û wiha nirxand: “Bendewariya me ji hilbijartinên 2024’an hawirdorek paqij e.Paqijiya şaredariyê tûne ye. Navê rawestgehan tûne ye. Stargehên sewalan tûne ne. Av û xwarin ji bo sewalan tûne ye. Ev hewcedariyên giştî ne. Şaredarî di her mijarê de qels e. Em dixwazin Amedê paqij bibînin. Siyaset tiştekî cuda ye. Xizmeta şaredariyê a ji bo gel girîng e.”