'Ji ber ambargoyê em nikarin amadekariyên zivistanê bikin' 2023-09-07 09:04:02       Mîdye Miqted   HELEB - Demsala zivistanê nêz dibe û ji ber ambargoya Hikumeta Şamê ya li ser Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewam dikin welatiyên li van taxan nikarin amadekariyên xwe yên zivistanê bikin. Jinên li van taxan bertek nîşanî ambargoyê dan û gotin:"Ji ber ambargoyê em zehmetiyê dibînin. Sala borî ji ber vê rewşê du zarokî jiyana xwe ji dest dan. Tevî derfetên kêm meclîsa me ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo pêdiviyên welatiyên taxê, xebatên xwe didomînin."    Ev nêzî du sal in ku ambargo li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê "Tîma çaran" a girêdayî Hikumeta Şamê berdewam e. Di encama vê ambargoyê de qedexe kirin ku derman û madeyên sotemeniyê derbasî taxê bibin. Her wiha sala borî ji ber tunebûna mazotê û kêmbûna derman du zarokan di heman demê de ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. Tevî vê bûyera nemirovî dîsa Hikumeta Şamê ambargoya xwe heta roja îro li ser herdû taxan dide dewamkirin.   Hevseroka Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêyman derbarê nederbasbûna mazotê ya nava taxê wiha nirxandin kir:"Ji ber ambargoya Hikumeta Şamê ya li ser me em gelekî zehmetiyan dibînin û em bi rêk û pêk nikarin amadekariyên xwe yên zivistanê jî bikin. "   Siyaseta qirêj a Hikumeta Şamê   Hêvînê di berdewamiya axaftina xwe de qala qirêjiya siyaseta Hikumeta Şamê kir û got:"Îro siyasetek qirêj li ser welatiyên van herdu taxan a ji aliyê Hikumeta Şamê ve tê meşandin û herdu zarokên ku sala borî ji ber nederbasbûna madeyên sotemeniyê ya li nava taxê jiyana xwe ji ber sermayê ji dest dane, mînaka herî berbiçav e. Ev mînak dikare rastiya faşîzma vê dewletê bide eşkerekirin. Di heman demê de jî ew madeyên sotemeniyê, xwarin û derman heya ku derbasî taxê dibin, em gelekî zehmetiyan dibînin û ji bo vê yekê jî pereyekî zêde digirin."   'Ji bo em pêdiviyên welatiyan bînin cih em dixebitin'   Hêvînê da zanîn xebatên wan ên ji bo derbaskirina mazotê ya ji bo taxan didomin û wiha pê de çû:" Îsal jî hêviya me ji Hikumeta Şamê  tune ye ku mazotê derbasî taxê bike. Ji bo vê jî em weke meclîsa van herdû taxan xebatên xwe didin dewamkirin da ku em bikaribin hemî pêdiviyên welatiyan pêk bînin. Ji bo em pêdiviyên welatiyan bînin cih em dixebitin. Di heman demê de jî welatiyên taxê jî hewl didin tedbîrên xwe bigirin da ku dîsa zivstanek asteng ya wekî sala borî derbas nekin."   'Ger îsal jî wisa bibe wê karesatên mirovî bi xwe re bîne'   Hêvînê têkildarî kêmbûna madeyên sotemeniyê û bandorên wê wiha got:" Di sala borî de ji ber nebûna madeyên sotemeniyê dibistanên taxê hatin girtin, ji ber zarokan nikaribûn di sermayê de fêr bibana. Ger îsal jî wisa bibe wê karesatên mirovî bi xwe re bîne. Wê di encamê de jî sobeyên nan, kargehên dirûtinê werin sekinandin. Di encamê de bêkarî û belengazî wê di taxê de rû bide, lê em bi têkiliyên xwe yên siyasî hewl didin van pirsgirêkan bidin çareserkirin û pêşî li ber ambargoyê bigirin."   Dixwazin welatî koç bibin   Hêvînê di axaftina xwe de armanca Hikumeta Şamê ya dewamkirina ambargoya li ser taxê da eşkerekirin û got:"Bi siyaseta îro Hikumeta Şamê ambargoya xwe li ser taxê dide dewamkirin. Di encamê de dixwaze zirar bigihêje projeya Xweseriya Demokratîk. Dixwazin vê peyamê bidin; ji welatiyan re bêjin 'îro sîstema we nikare pêdiviyên we pêk bîne'. Di heman demê de jî dixwazin welatiyên taxê koçî dervî taxê bikin. Lê îro herêmên ku herî zêde astengiyê di hemî milên jiyanê de dikşînin ew herêmên ku di bin kontrola Hikumeta Şamê de ne. Îro bi hezaran welatiyên Sûriyeyê li dijî rêjîma Sûriyeyê derdikevin."   'Wê her berxwedana me dewam bike'   Di dawiya axaftina xwe de Hêvînê berteka welatiyên taxê ya li hember ambargoya dawî anî ziman û got:"Tevî vê siyaseta ku bi destê gelek dewletan li ser taxê tê meşandin em weke welatiyên van taxan li berxwe didin. Ji roja aloziya li Sûriyeyê rû daye heta niha me li berxwe daye û em ê li hember vê siyaset û aloziyan her tim têkoşîna xwe bidomînin."