Zeytîn Satici ya tahliye bû bi coşek mezin hat pêşwazîkirin 2023-09-06 20:37:04   COLEMÊRG - Girtiya bi navê Zeytîn Satici ya 7 salan şûnde ji girtîgeha Kandirayê hat tahliyekirin li Geverê bi dirûşmeyên ‘bijî berxwedana zindanan’ hat tahliyekirin.   Zeytîn Satici (42) ya li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar Yek a Kandira ya Kocaeliyê girtibû piştî 7 sal girtinê şûnde hat tahliyekirin. Zeytîn li Balafirgeha Ferît Melen a Wanê jia liyê malbat û hevalên wê ve di saetên sibehê de hat pêşwazîkirin û piştre derbasî Geverê bûn. Dayikên Aştiyê, rêveberên Komeleya Piştevaniya Bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan, Parlamenterên Partiya Çep a Kesk Vezîr Parlak û Onur Duşunmez pêşwazî kirin.   Zeytîn û heyeta ligel wê li mala wê ya li Şemzînanê bi girseyî hat pêşwazîkirin.