Ji Meryemê meheke tu agahî nayê girtin 2023-09-06 10:39:41     COLEMÊRG - Nehabat Kaya ya ku meheke tu agahî ji keça xwe Meryemê nagire, ji bo alîkariyê bang li raya giştî û saziyên jinan kir.    Nebahat Kaya dayika Meryemê ye û demek dirêjê li pey aqûbeta keça xwe ketiye. Nehabata ku meheke tu agahî ji keça xwe nagire, ji bo alîkariyê bang li raya giştî, parlamenter û saziyên jinan kir.    Nebahat ji ajansa me re wiha behsa serpêhatiya keça xwe kir.    Nebahat, destnîşan kir ku Meryem li Colemêrgê di dibistana navîn a pîşeyî ya keçikan de wek şevînî dixwend û wiha behsa rewşê kir: "Keça min wê rojê bi telefonê ji min re got 'Ez bi V.A.I re diçim'. Telefonê girt û êdî min nekarî ez xwe bighînim. Midûrê dibistanê êvarê saet 9'an de telefon vekir û pirsa keça min kir. Li gorî min li vir îhmalkariyek heye heke zûtir bang kiribana belkî me zûtir xwe bigihanda keça xwe. Min li mala wî zilamî zanî û çûme mala wî û min ji wan re got keça min bînin. Ji min re gotin 'Tu tevlî nebe tu jinî biçe mala xwe'. Min ji wan re got keça min hêj zaroke 17 salî ye û diçe dibistanê."   'Ez çûm qereqol, dozgerî û midûriyeta perwerdê ya mîlli'   Nebahat, wiha bal kişand ser hewldana xwe ya ji bo keça xwe: "Min çend hewl da jî min xwe negihand keça xwe. Ez çûm cem midûrê perwerdê ya millî. Midûr li şûna ku alîkariyê bide min malbata V.A.I pîroz kir û ji malbatê re got 'Vayê dayika keçikê li cem min e'. Ji ber ku midûr helwestek wisa nîşan da keça min di destê wan de ma. Ez çûm dozgeriyê, qereqolê, dibistanê û midûriyeta perwerdê ya mîllî lê belê tiştek nehat kirin."    Li stargeha jinan tê bicihkirin   Dayika Meryemê Nebalat, diyar kir ku dema agahî jê nagire ditirse û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku tu agahî jê tune bû ez gelekî ditirsiyam. Min xwe gihand zilamê ku keça min revandiye û tenê hiştin ez carekî pê re biaxifim. Min fêm kir ku rewşa keça min nebaş e û tirse tirs diaxife. Piştre nehiştin ku ez keça xwe re biaxifim. Keça min bi mehra olî bi zorê hat zewicandin. Ji bo keça min dawetek li dar xistin û min jî telefon ji emniyetê re vekir. Polîsan çûn bi ser dawetê de girt, lê dîsa keça min neanîn. Piştî demek min xwest ez biçim keça xwe bibînim lê ji min re gotin çûye Bûrsayê. Keça min revandin. Keça win firsendek dibîne û ji malê direve û dema tê otogarê li vir malbata V.A.I pêşiya wê digire. Vê demê Meryemê bang li polîsan dike. Polîsan Meryemê dibin li stargeha jinan a Bûrsayê bi cih dikin. Li vir telefonê li min kir û behsa reva xwe kir. Me berê xwe da Bûrsayê, lê keça min nexwest me bibîne."   Banga alîkariyê kir   Nebahat, da zanîn ku piştre vegeriyane Geverê, lê êdî tu agahî jê negirtine û wiha bi lêv kir: "Ji ber ku nasên V.A.I li stargehê hebû agahiya wan ji Meryemê çêdibû. Keça min dema bû 18 salî ji stargehê derket û midûrê stargehê bang li V.A.I kir. Keça min dema derketinê hat revandin. An keça min kuştin an jî dan yekî dinê. Min serî li qereqolê û emniyetê da lê tiştek nekirin. Tiştek bê serê keça min berpirs ev in. Çend tehdît dikin bila bikin ez ê pirsa aqûbeta keça xwe bikim."   Nebahat herî dawiyê bang li raya giştî, parlamenter û saziyên jinan kir û alîkarî xwest û got: "Ev bû mehek ez ji keça xwe agahî nagirim. Kesen xwedî bi wijdan guh bide min û alîkariyê bide min. Ez êdî nikarim li ber xwe bidim."