Li dijî polîtîkayên tecrîdê bi hêza Zîlan û Bêrîtanê têdikoşin 2023-09-06 09:08:12     AMED - Evîn Şahîn 8 salan di Girtigeha Tarsûsê û Şakiranê de ma û piştî 8 salan hat tehliyekirin. Evînê behsa polîtîkayên tecrîdê yên li girtigeha tê meşandin kir û wiha got: “Her tiştên me hêdî hêdî ji destê me digirtin. Lê belê li dijî polîtîkayên tecrîdê bi hêza Zîlan û Bêrîtanê em têdikoşin.”   Tecrîda ku ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin li girtîgehan belav dibe û bi polîtîkayên tecrîdê girtî bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hezar û 517 girtiyên nexweş hene ku 651 jê nexweşên giran in û girtiyên nexweş bi raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) nayên berdan. Her wiha girtiyên ku cezayên wan xilas dibin jî bi sedemên cezayên dîsîplînê înfazên wan tên şewitandin. Evîn Şahîn a ku piştî 8 salan ji girtigehê derket derbarê rewşa girtigehan û binpêkirinên mafan de nirxandin kir.   ‘Îşkenceyên fîzîkî hatiye kirin’   Evîn Şahîn di destpêka axaftina xwe de behsa pêvajoya girtina xwe kir û diyar kir di çalakiyên ciwanan de cih girtiye û di 2015’an de derbasî Edeneyê bûye. Evînê anî ziman ku ew di 2016’an de li Edeneyê hatiye girtin û destnîşan kir ku di destpêkê de wê birine Girtîgeha Karataşê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Piştre Girtîgeha Karataşê hat girtin û me derbasî Girtîgeha Tarsûsê kirin. Girtîgeha Tarsûsê jî girtigehek kevn bû ji ber vê yekê şert û mercên li wê derê pir xirab bûn. Rêvebira girtigehê û gardiyan pir bi ser me de dihatin. Li Girtigeha Tarsûsê êrîşên fîzîkî hebûn, ji ber vê yekê jî di warê tiştê ku me dixwest em ava bikin, me gelek zehmetî dikişand. Piştî çend mehan 20 deqeyan li dûrê bajêr kampusek hat avakirin, me derbasî wê derê kirin. Di rê de êrîş û îşkenceyên fîzîkî bi me hat kirin. Ji ber vê yekê hinek heval birîndar bûn. Heqaret li me, şehîdên me û serokatiyê kirin. Bi vî awayî êrîşî me kirin. Piştre me yek bi yek xistin lêgerîna tazî û me tu carî ev tiştê qebûl nedikir. Me gelek zehmetî kişand.”   ‘Dixwazin vegerin pêvajoya 80’an’   Evînê di berdawamiyê de bal kişand ser rewşa girtîgehan û bi lêv kir ku rewşa li wê derê girêdayiyê rewşa gel e. Evînê daxuyand nêzîkbûna girtigehê rojeveya Tirkiyeyê nîşan dide. Evînê wiha bi lêv kir: “Tundiya gardiyanan diyar dike ku li derve tevgerek heye. Ez salek û heft mehî li Girtigeha Tarsûsê mam û min mişextî Girtîgeha Şakranê kirin. Li Şakranê îşkenceya fîzîkî tune bû lê belê ya herî xirab îşkenceya derûnî bû. Gerînendeyên taybet Girtîgeha Şakranê bi rê ve dibirin. Her tiştên me hêdî hêdî ji destê me de digirtin. Ji bo serokatî pêvajoya grevê di girtigehan de dest pê kir. Piştî greva birçîbûnê rewşa girtîgehan hat asteke cuda. Hem gel hem jî hevalên girtigehê berxwedanek mezin dan. Wê demê xwestin ku kameraya bixin hundir û hewadarkirinê têl bikin. Lê belê me tu carî rê neda van tiştan. Di hemû girtîgehan de operasyonên mezin dan destpêkirin. Dixwazin vegerin pêvajoya salên 80’ê. Her tiştê te sînordar dikin.”   ‘Piştî pandemiyê û tecrîdê îzolasyonek mezin çê bû’   Evînê bine tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de tê meşandin xêz kir û da nîşandan tê xwestin ku vê tecrîdê ser hemû girtîgehan û Kurdistanê belav bikin. Evînê da xuyakirin jiyana li derve jî wek zindanê ye û armanc ev e ku girtiya têxin bin bandora derûniya tenêbûnê. Evînê wiha dom kir: “ Dema ku me ji rêbertiyê re û ji hevalên xwe re name dişand, nedihiştin bigihêje cihê xwe. Dixwestin ku tekiliyê xera bikin û rêhevaltiyê ji holê rabikin. Piştî tecrîdê û pandemiyê îzolasyonek pir mezin çê bû. Têkiliya me ya gel û malbatên me qut dikin. Di girtîgehan de ji bo protesto, dirûşm û daxwazname û neqebûlkirina tecrîdê ya derbarê serokatiyê de, cezayên dîsîplînê dihat birîn. Ji bo dirûşmekê mehek cezayê hevdîtinê didan. Hem têkiliya te û reberê te qut dikin û hem jî ya gelê te qut dikin. Pirtûk qedexe dikirin. Me pirtûk dixwest, digotin ev qedexe ye. Rewşa girtîgehan gihiştiye asteke wisa ku tu bihnê bistînî jî ceza tê birîn. Ev derûniyek pir dijwar e.”   ‘Bijîşk ji leşkeran zêdetir me girtî dibînin’   Evînê di axaftina xwe de cih da girtiyên nexweş û yên ku înfazên wan tê şewitandin û diyar kir ku nexweşan nabin nexweşxaneyan. Evînê destnîşan kir dema ku nexweşan dibin nexweşxaneyan jî bi îşkenceyê dibin û tînin. Evînê wiha axivî: “Leşker heqaret û êrîş dikin. Bijîşk ji leşkeran zêdetir te wek girtî dibînin, dema ku nasnameya te dibihîsin heqaretê li te dikin. Ji ber vê yekê jî derman nakin, yan dibêjîn tu derewa dikî yan jî dibêjin tiştekî te tune ye. Nexweşên me yên bi pençeşêrê hene û dermanên wan naynin. Heta em dermanên wan distînin, em pir zehmetiya dikşînin. Gardiyan bi bîrdozî nêzîkê me dibûn. Bi zagona 2020’î înfaza nêzîkî 15 hevalan hat şewitandin. Dibêjin an tê poşman bibî an jî tiştên ku te kiriye tê wek sûc pênase bikî. Dibêjin tu poşmantiyê qebûl bikî û ji vê qawişê derkevî em ê te berdin. Ji me re pirsa ku em PKK’ê çawa dibînin, dipirsin. Dema ku em dibêjin em PKK’ê wek tevgerek kurdan dibînin, înfaza me dişewitînin.”   Zîlan û Berîtanê ji xwe re mînak digirin   Evînê di axaftina xwe de da nîşandan pergala ku tê avakirin bi taybetî li ser jinê tê meşandin. Evînê daxuyand ku di qetilkirina jinan de jî yên ku tên sûcdarkirin jî dîsa jin in. Evînê di dirêjiya axaftina xwe de nîşan da dema ku jin xwedî li nasnameya xwe ya jinê dernekeve, civak tune dibe. Evînê wiha berdewam kir: “ Civak bi keda jinê re tê avakirin û azadî bi jinê re tê. Serhildanên di dîrokê de û tevgerê de jî em dibînin ku jin bûne pêşeng. Çalakiya heval Zîlanê bi berxwedanek ramanî deng da û gihîşt armanca xwe. Em heval Zîlan û Bêrîtan ji xwe re mînak digirin. Hebûna jinê bi PKK’ê hat avakirin û nasîn. Pêwîst e em xwedî li vê derbikevin. Em xwedî lê dernekevin, em ê tune bibin. Pergala baviksalarî ji hêza jinê ditirse, niha tu berê xwe bidî ku derê hêza berxwedana jinên kurd, jinên PKK’ê heye. Pêwîst e hemû jinên kurd û şoreşger wisa tev bigerin û neyên lîstokên dewleta dagirker.”   Li ser rêya rêhevalên xwe têdikoşin   Evînê di dawiya axaftina xwe de behsa polîtîkayên şerên taybet ên li Kurdistanê tê avakirin kir û bi lêv kir tê xwestin ku jinên kurd ji ziman û kurdbûnê sar bibin. Evînê wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Hewce ye hemû jin xwedî li nasnameya xwe ya jinbûnê derkevin. Di dîrokê de berxwedan hemû, bi jinên têkoşer û pêşeng re hatine avakirin. Pêwîst e em xwedî li vê têkoşînê derkevin û bibin mîrasên heval Berîtan û Zîlanan.”