Li dijî êrişên dewletê her li berxwe daye 2023-09-05 09:03:36     AMED - Pinar Memîş a ji zaroktiya xwe heta niha gelek caran ji ber zext û zilma dewletê bi koçberiyê re rû bi rû maye diyar kir dewleta tirk bi êrîşên xwe di destpêkê de jinên Kurd hedef digire.   Dewleta tirk di salên 1980’ê de bi polîtîkayên hovane êrîş li gund û gundiyên Kurdistanê kir û bi hezaran jin, zarok, extiyar hatin qetilkirin. Di bîr û derûniya zarokan de ew êrîş, qetilkirin û gundê wan ên şewitî bi salan cih girtin. Di heman demê de dîtin ku bi êrîş û qetilkirinê nikarin Kurdan xilas bikin, bi polîtîkayên şerên taybet re cerdevan derxistin holê û xwestin Kurd bila bi destê Kurdan bên qetilkirin. Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Pinar Memîş jî yek ji wan zarokên şahida qetilkirinê û şewitandina gundan bûye. Pinarê behsa zaroktiya xwe ya hatiye perçekirin kir û wiha got: " Ez şeş salî bûm, agir bi gundê me xistin. Piştre em 4 mal ketin zikê xaniyekî. Bi ketober şer dikirin, qet nedigotin ew zarok in.”   ‘Bi teştikeke sor koçî li gundêkî din kirine’   Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Pinar Memîş di sala 1991’ê de, ji Pasûrê hatiyê dinê. Pinarê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di zaroktiya wê de gelek caran di gundê wan de şer derketiye û zilm û zexteke mezin di gund de hatiye meşandin. Pinarê anî ziman ku ji ber zext û zilma dewleta tirk zaroktiya xwe nejiyaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di zaroktiya xwe de bûn şahidê zext û zilma ku li Kurdistanê dihat meşandin. Ez şeş salî bûm, şer li nêzîkî gundê me derket û cenazeyê hevalên ku şehîd ketin di bin germa meha tebaxê de li erdê hiştin û agir bi gundê me xistin. Piştre em 4 mal ketin zikê xaniyekî. Bi ketober şer dikirin, qet nedigotin ew zarok in. Me nêrî ku dû diket hundir, em derketin û me ew wehşet dîtin. Şeveqê em rabûn ku mêrên gund tune ne û wan birine ku îşkenceyê li wan bikin. Mêr dixistin çemê nêzî me û bi dar û copan li wan didan. Jin jî tazî dikirin û ji şeveqê heta êvarê din bin tavê de dihiştin. Dema ku me dît cenazeyên hevalan werimîn û teqiyan, me fêm kir dijminekî dîn û har li hemberî me ye. Me ji gund derxistin û gundê me tev şewitandin. Tu tiştekî me nemabû. Tenê teştika sor a diya min mabû, wê hilda ser milê xwe û em derbasî gundekî din bûn.”   ‘Piştî her êrîşê tu tişt di destê wan de nema ye’   Pinarê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku 20 rojan tu agahî ji bavê xwe nestandiye. Pinarê daxuyand dema ku derbasî gundekî din bûne, li malbata wê cerdevantî ferz kirine. Pinarê da nîşandan ku li wî gundî 3 mehan mane û wiha got: “ Me nikaribû debara xwe bikira, ji ber ku dewleta tirk aborî û hemu tiştên gund hildabû bin destê xwe. Piştre em derbasî gundekî din bûn, me li wê derê dest bi xebata titûnê kir. Titûna  me hê li erdê bû, dîsa di gund de şer derket. Dîsa gundê me hat şewitandin, li wî gundî jî em bêhal û bêmal man û tiştekî me nema. Em ji wî gundî jî derketin û çûn gundekî din, li wê derê jî cerdevan hebûn. Gundê me li hêla Çiyayê Sor bû, dîsa teklîfa cerdevantiyê ji malbata min re kirin û malbata min qebûl nekir. Piştre li Çiyayê Sor şer derket, girtin ser 5 gundan û şewitandin. Piştî şewitandinê, gundiyan meş li dar xist û leşkeran bi ketoberî çek berdan ser gel. Em neçar man û dîsa bûn koçber.”   Derûniya êrîşê dev ji wan bernedaye   Pinara ku di zaroktiya xwe de zext û zilma dewletê nas kiriye bi lê vkir ku zeviyên titûnê wan jî dişewitandin. Pinarê destnîşan kir ku ji bo gundiya bêçare bihêlin û bikin perçeyek ji xwe êrîşî karê wan jî dikirin û wiha axivî: “ Lê belê gel bi îradeya xwe nedibû cerdevan. Em diçûn li ku derê dewlet bi zilm û zexta xwe dihat ser me. Em heta sala 2002’yan bi vî awayî jiyan û piştî sala 2002’yan em hatin navenda Farqînê. Dema ku em hatin ew êrîş di hişê me de mabû û me digot gelo li vê derê jî heman êrîşê çêbibin. “   ‘Jinên Kurd xwedî bîrdoziya serokatî ne’   Pinarê balkişand têkoşîna jinan a li dijî êrişên dewleta tirk û da zanîn dema ku dewleta tirk êrîş li gundan dikir, di destpêkê de jin hedef digirt. Pinarê da zanîn ku hebûna têkoşîna kurdan, jin in û di dawiya gotinên xwe de wiha got: “ Di cîhanê de tunebûnê, bindestiyê jin dikşîne. Dewleta tirk dizane ku jinên Kurd xwedîbawerî û xwedîbirdoziya serokatî ne, ji ber vê yekê bi qirkirinê bi ser jinên Kurd de tên. Lê belê jina Kurd tu carî paş de naçe, ne tenê li dijî dewleta tirk, li dijî neheqiyên hemû cîhanê serî bilind dike.”