Welatiyan bertek nîşanê qeyûm dan 2023-09-04 09:05:03     AMED - Qeyûmên tayînê şaredariyên HDP’ê hatin kirin bi nêzîkbûna hilbijartinan re dest bi çêkirina peyarêyan kirin. Welatiyan diyar kirin ku bi salane tû xizmet tûne ye. Hevşaredarên ku qeyûm tayînê şûna wan bûne jî diyar kirin ku qeyûman ji bo gel tû tiştek nekirine.    Yek ji parçeyê polîtîkayên şer ku di çarçoveya ‘plana têkbirinê’ de xistin dewrê tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyan bû. Bi qeyûman îradeya gelê Kurd hat xespkirin û li Amed û bajarên din yên Kurdistanê bandora qeyûman hat dîtin. Lê niha bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re qeyûman dest bi çêkirina parq û peyarêyan kir. Welatiyên Amedê bertek nîşanê pratîkên qeyûm dan û hevşaredrên ku qeyûm tayînê şûna wan bibûn texrîbat û armanca qeyûman nirxand.   ‘Xebatkar zêde ne lê xebat tûne ye’   Bîrgul Yakut da zanîn ku ew ji şaredariya qeyûm ne razi ye û balkişand ser qirêjiya derdorê. Bîrgulê wiha vegot: “Tevî xebatkarên şaredariyê zêde ne xebat tûne ne. Her der gelaş e. Ez dixwazim parq û baxçeyên me hebin her der dar bin û av hebe. Bila rawestgehên wesayîtan hîn baştir bin. Rawestgeh ji rawestgehê wêdetir wek her tişt tên bikaranîn. HDP’ê şaredarî girtibû lê qeyûm hatibûn tayînkirin.”   ‘Em qeyûman naxwazin’   Îrem Aydin jî daxuyakirin ku Amed bajarekî xweş e û got tenê nêzî hilbijartinan paqijî tê kirin û wiha domand: “Rê pir qirêjin. Mirov neheret dibin. Lê dema hilbijartinan dest bi paqijiyê dikin. Ev ne rast e.Gelek xebatkarên şaredariyê hene lê xebat tûne ne. Em vê qebûl nakin. Em qeyûman naxwazin. Bila dawî li vê pêakînê bê.”   ‘Rawestgeh tûne ne’   Ezo Balta ya li taxa Fîskaya rûdine, bertekên xwe yên li hember şaredariyê anî ziman û bi lêv kir ku şaredarî tê rê çêdike, rawestgehên otobusan tune ne û di bin germa rojê de otobusan dipên û zivistanê jî di bin berf û baranê de dipên.   Şaredarî dibêjin ‘deng nekin’   Welatiyek din jî ev tişt anî ziman: “Em li parqê rûdinin qurfên xwe bi me dikin. Karê dikin tenê ji bo denga ye. Dema hilbijartin diqedin wê li gorî xwe tevbigerin. Dema em deng derdixin dibêjin ‘deng nekin’.Ez û hevalên xwe nikarin li parqan rûnin. Parqan av didin ku em rûnenin.  ger ku em li vir rûnenin biçi ku?”   ‘Cihên ber çavan paqij dikin’   Amara Gul jî destnîşan kir ku taxên Ben û Sen û Fîskaya tên piştûhkirin û wiha anî ziman: “Derdor pir qirêje. gelaş heye. Xebatkarên şaredariyê tenê cihên ber çavan paqij dikin. Avahiyên divê bên hilweşandin hene lê tiştek nayê kirin.”   Bi destê qeyûm talan   Hevşaredara Sûrê  Fîlîz Buluttekîn diyar kir ku sê caran qeyûm tayînê şaredariya Sûrê hatiye kirin û wiha dirêjî dayê: “Kesê di serî de çi bin  wê dawî jî ew bin. Desthilatdarî bi çêkirin rê û firotina cihan, aboriya Tirkiyeyê li ser piyan digirin. Di rayeya dane qeyûman de jî bi firotin, îhale û talankirinê xwe li ser piyan digirin. Qeyûmên hatine tayînkirin hewcedariyên gel çareser nakin. Bajar baş nakin. Peyarêyên du sal berê hatine çêkirin niha ji cih tên rakirin û dîsa tên çêkirin. Qeyûm der barê jiyanê de tu karan nakin.”   ‘Zîhniyetek ku îradeya gel tûne dike heye’   Hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken jî destnîşan kir ku bi qeyûmên di 2016’an de tayînê şaredariyan hatine kirin re, hevşaredar hatine girtin û hîna jî yên girtî hene. Belgînê wiha dawî lê anî: “Dema qeyûm nû hatin midûriyeta jinan, yekine û saziyên jinan girtin, dewrê alîgirên xwe kirin. Xebatên xwe di wan qadan de meşandin. Me li dijî zîhniyeteke ku îradeya gel tûne dihesibîne têkoşîn da. Niha ji bo gel tû xebat tûne ye. Biryareke bi gel re tê girtin tûne ye. Li gorî daxwazên gel li taxan xebat nayên meşandin.”