Li dijî komeqanûnê bertek: Kî kujer û tecawizkaran diparêze 2023-09-04 09:01:25     Nazlican Nujîn Yildiz   WAN - Aktîvîsta TJA’yê Zeynep Kaya da zanîn ku bi Komeqanûna hatiye derxistin hewl didin bi civakê re hişmendiyek cuda biafirînin û got bi qanûnan kujer û kesên tecawiz dikin tên parastin.   Di Komîsyona Butçe û Planê ya TBMM’ê ya ku pêşnûmeqanûna tûrik hat nîqaşkirin de,  hatibû gotin ku ji bo kesên ji ber sedema Covîdê bi destur ji girtîgehan hatibûn derxistin, wê efûyek nû bê.  Li gorî pêşnûmeya hatiye qebûlkirin girtiyên ji ber covîd 19 bi destur bûn  ji 31’ê Tîrmeha 2023’an şûnde  ij 5 salan zûtir wê bi şertê kontrola edlî bên berdan di berdan. Cezayê wan yên maye wê di bin tedbîra berdana bi kontrol de bê înfazkirin. Li gorî vê rewşê nêzî ji  120 hezar girtiyî 70-80 hezar wê cezayên xwe li derve temam bikin. Di nav van girtiyên ku bên berdan de girtiyên ku sûcên kuştin, birîndarkirin, destdirêjî, îstîsmar, xapandin, dizî, talankirin, hişbir û bertîlê jî kirine hene.   Li gorî pêşnûme qanûna di Komîsyona Butçe û Planê ya TBMM’ê de hatiye qebûlkirin;   “*Ji  31/7/2023 şûnde ji girtiyên di destura Covîd-19 de ku ji derkteina wan ya serbestiya bi kontrol re 5 sal an jî hîn kêmtir dem mabe, wê êdî venegerin girtîgehan û dema maye wê di bin berdana bi kontrol de înfaz bikin.    *ji 31/7/2023  şûnde girtiyên di saziyên înfaza giran de ne û girtiyên demeke girtina xwe li van saziyan derbas kirine, bi şerta rewşê baş wê sê sal zûtir ji saziya înfaza ceza a vekirî derkevin.   *Her wiha ev girtî di pêvajoya girtina xwe de dê bi şertê herî kêm sê mehan di saziya înfaza ceza de bimînin, wê sê salan zûtir bikartin ji serbestiya bi kontrol bên berdan.”   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zeynep Kaya der barê rewşê de ji ajansa me re axivî û bang li jinan kir ku li dijî vê bêedaletiyê têbikoşin.   ‘Ji polîtîka bêcezahiştinê cesaretê digirin’   Zeynebê diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi salan e ji du sê salan carekê Komeqanûnê derdixe û divê raygitşî û civak vê baş bifikirin û wiha vegot: “Biryarên ji Komeqanûnê derdikevin gumanbarên destdirêjî, tûndî û kujerên jinan didin tahliyekirin. Dema ev tevli civakê dibin wê sûc bidomin. B ialene em van tiştan dijîn. Gumanbar cesarete ji bêcezahiştinê digirin.”   Mînaka gumanbarê destdirêjiyê Musa Orhan   Zeynebê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser mînaka Musa Orhan ê ku tecawizî Îpek Eer kir û bû sedema mirina wê daxuyand ku jinên ku gotine Musa Orhan gumanbarê tecawizê ye hatine darizandin û ev tişt anî ziman: “Musa Orhan piştî girtina hefteyekê ji deriyê pêş ket hundir ji yê dawî hat derxistin. Ev ne tenê ji bo Musa Orhan ji bo hemû leşker, polîs û cerdevanan derbasdare. Me ev mînak pir dîtin.”   ‘Dewlet, qanûn li ku ye?’   Zeynebê nirxandina xwe wiha domand: “Em her roj bi nûçeyên wekê ‘ev jin hat qetilkirin, destdirêjî li zarokê hat kirin, destdirêjî li jinê hat kirin’ şiyar dibin. Em her roj bi van nûçeyan radibin. Gelo dewlet, qanûn li ku ne, çi dikin, li ku derê vê mijarê ne, li ku derê mudaxale dikin? Tişta em dizanin ku eve ku divê destura bingehîn mudxaleyê vê bike, lê em dibînin ku mudaxaleyê kesên ku fikrên xwe dibêjin tên girtin. Lê gumanbarên destdirêjî, îstîsmarê û kujer tên berdan. Bi vê Komeqanûnê dixwazin hişmendiya cuda bi civakê re biafirînin. Bi vê peyama wê kujerên destdirêjiyê bên berdan, didin. Ez bang li hemû jin û civakê dikim. Yên vê civakê biguherin jinin. Ez banga têkoşînê li hemû jinan dikim. Li dijî êrîşan têbikoşin û li kolanan bin. Divê em civakê, ciwanan û mirovan bikin xwedî hişmendî. Em civakê ji bêedaletiyê xilas bikin.”