Dayika kurê wê girtiyê nexweş e: Divê herkes rabe ser piyan 2023-09-03 09:05:38     AMED - Dayika girtiyê nexweş Fatma Kaydû ji bo girtiyên nexweş û înfazên wan tê şewitandin re wiha got: “Nexweşên giran nayên berdan. Wekî kurê min bi hezaran hene. Jixwe di girtigehên li Tirkiyeyê de herî zêde Kurmanc hene.”   Li Kurdistan û Tirkiyeyê di girtigehan de polîtîkayên tecrîdê tên meşandin. Tecrîda ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de tê meşandin, li girtigehan jî roj bi roj belav dibe. Her wiha girtiyên nexweş nayên berdan, û înfazên wan jî tê şewitandin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hezar û 517 girtiyên nexweş hene ku 651 jê nexweşên giran in. Fatma Kaydû jî wek dayikek girtiyê nexweş di derbarê polîtîkayên tecrîdê yên di girtigehê de tê meşandin de nirxandin kir.   Zarok bûye, hatiye girtin   Fatma Kaydû di destpêka axaftina xwe de behsa girtina kurê xwe Bekir Kaydû kir û anî ziman ku di meha çileya 2010’an de hatiye girtin û 16 sal ceza lê hatiye birîn. Fatmayê diyar kir dema ku hatiye girtin hê 17 salî bûyê û ev 14 sal in jî girtiye. Fatmeyê desnîşan kir ku kurê wê gelek caran hatiye mişextkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Di serî de di Girtigeha Amedê de bû, piştre ew birin Girtiheha Edirneyê, piştî Edirneyê birin Girtîgeha Bandirmayê û ji Bandirmayê jî birin Girtigaha Mereşê. Ya herî dawî piştî erdhejê çêbû, ew birin Antalyayê. Rê dûr e û em gelek zehmetiyê dikşînin. Dema ku li Amedê bû ez bi rehetî diçûm û dihatim. Niha diçim, rê rojekê dikşîne. Ez şevekê jî li wê derê dimînim. Roja din vedigerim, ji ber ku rê dûr e. Înfaza wê 3 sal, 7 meh hate şewitandin û ji gurçikên xwe nexweş e. Beriya mehekê ji gurçikên xwe emeliyat bû û di gurçikên wê de kevir hene. Ji bo fitiqê jî emeliyat bû.”   ‘Kurmanc di girtigehan de bê suc û sedem tên girtin’   Fatmayê wek dayikek girtiyê nexweş bal kişand ser bêhiqûqîya li ser girtiyên nexweş û înfazên wan tên şewitandin û daxuyand ku bi sedemên vala, ceza tê dayîn û girtin çêdibin. Fatmayê wiha berdewam kir: “ Nexweşên giran nayên berdan. Wekî kurê min bi hezaran hene. Jixwe di girtîgehên di Tirkiyeyê de herî zêde Kurmanc hene. Tu kesî jî tiştekî nekiriye, bê suc û sedem di tê de ne.”   ‘Herkes bi talûkaya girtîgehê re rû bi rû dimîne’   Fatmayê daxuyakirin ku gel bi polîtîkayên bêdenghiştinê re rû bi rû dimîne û destnîşan kir ku gel bixwaze deng derbixe, ew jî bi talûkeya girtigehê re rû bi rû dimînin. Fatmayê wiha dawî li gotinên xwe anî: “ Divê herkes rabe ser piyan. Divê bêdengî çê nebe. Dema ku Kurmanc tev rabin ser piya ev tişt nayê kirin.”